Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 18 - Kurmanji Încîl


Serketinên Dawidê Padîşah
( Samûêl II, 8:1-14 )

1 Piştî demekê Dawid Filîstî têk birin û kirin bin dest. Wî Gat û gundên wê ji destê Filîstiyan standin.

2 Wî Moavî jî têk birin û ew bûn xulam û bacdarên Dawid.

3 Dawid, li nêzîkî Hamayê Hadadezerê Padîşahê Sovayê têk bir. Wî dixwest padîşahiya xwe heta Çemê Feratê xurt bike.

4 Dawid hezar erebeyên şer, heft hezar siwarî û bîst hezar leşkerên peya jê girtin. Ji bilî sed hespên erebeyên şer, wî hemû hesp seqet kirin.

5 Gava Aramiyên Şamê ji bo ku piştgiriya Hadadezerê Padîşahê Sovayê bikin hatin, Dawid ji Aramiyan bîst û du hezar kes kuştin.

6 Paşê li welatê Aramiyên Şamê, leşkerên xwe bi cih kirin. Ew jî bûn xulam û bacdarên wî. Dawid bi ku ve çû Xudan ew bi ser xist.

7 Dawid mertalên zêr ên di destên fermandarên Hadadezer de hildan û ew birin Orşelîmê.

8 Herwiha ji Tîvhat û Kûnê, wî gelek tûnc talan kir ku ev herdu bajar di bin destê Hadadezer de bûn. Paşê Silêman bi wan, hewza tûncîn, stûn û taximên tûncîn çêkirin.

9 Gava Toûyê Padîşahê Hamayê bihîst ku Dawid hemû artêşa Hadadezerê Padîşahê Sovayê têk bir,

10 wî Hadoramê kurê xwe şand ba Dawidê Padîşah ku silavê bide wî û serketina wî ya li dijî Hadadezer pîroz bike. Çimkî Toû li dijî Hadadezer şer dikir. Di destê Hadoram de diyariyên zêr, zîv û tûnc hebûn.

11 Dawidê Padîşah ew diyarî, tevî zêr û zîvên ji hemû miletan –ji Edomî, Moavî, Emmonî, Filîstî û Emalêqiyan– anîn, ji Xudan re bexişandin.

12 Avîşayê kurê Serûyayê, li Geliyê Xwê hijdeh hezar Edomî kuştin.

13 Wî li Edomê leşkerên xwe bi cih kirin. Edomî bûn xulamên Dawid. Xudan li her derî Dawid serfiraz kir.


Peywirdarên Dawidê Padîşah
( Samûêl II, 8:15-18 )

14 Dawid li seranserê welatê Îsraêl padîşahî kir. Wî rastî û edalet da gelê xwe.

15 Yoavê kurê Serûya serleşkerê artêşê bû. Yehoşafatê kurê Ahîlûd dîroknivîsê dewletê bû.

16 Sadoqê kurê Ahîtûv û Ahîmelekê kurê Aviyatar kahin bûn. Şawşa nivîsende bû.

17 Benayayê kurê Yehoyada serekê Kerêtî û Peletiyan bû. Kurên Dawid li ser xizmetkarên padîşah bûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan