Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 17 - Kurmanji Încîl


Soza ku Xwedê da Dawidê Padîşah
( Samûêl II, 7:1-17 )

1 Piştî ku li qesra xwe rûnişt, Dawid ji Natanê pêxember re got: “Va ye ez di mala dara sedrê de rûdinim. Lê Sindoqa Peymana Xudan di bin perdeyên konî de ye!”

2 Natan ji Dawid re got: “Hemû tiştên tu difikirî pêk bîne. Xwedê bi te re ye.”

3 Wê şevê gotina Xwedê ji Natan re hat û got:

4 “Here ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Tê ji min re malekê ava nekî ku ez tê de rûnim!

5 Ji roja ku min gelê Îsraêl deranî û vir ve, ez di malê de qet rûneniştime. Ez di konekî û meskenekî de diçûm û dihatim.

6 Li her dera ku ez bi tevahiya gelê Îsraêl re çûmê, ma min heta îro ji dadgerekî ku min emir kir ku şivantiya gelê min bike re gotiye: We çima ji bo min maleke ji dara sedrê ava nekir?’

7 “Niha ji xulamê min Dawid re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min tu ji mêrgan, ji şivantiya ber pêz anî ku tu bibî serwerê gelê min Îsraêl.

8 Tu bi ku ve diçûyî, ez bi te re bûm. Min hemû dijminên te, ji ber te tune kirin. Ezê navê te bikim wekî navekî mirovên mezin ên vê dinyayê.

9 Ezê ji bo gelê xwe Îsraêl cihekî kifş bikim û li wir daçikînim ku li welatê xwe rûnin û careke din neyên acizkirin. Wê kesên xerab jî wekî demên berê,

10 ji rojên min dadger li ser gelê Îsraêl kifş kirin, êdî zordarî nekin. Ezê tevahiya dijminên te nizim bikim. “‘Ez Xudan dibêjim, ezê ji te re malekê ava bikim.

11 Dema tu bimirî û bigihîjî bav û kalên xwe, ezê piştî te yekî ji kurên te derînim û padîşahiya wî xurt bikim.

12 Wê ji bo min malekê ava bike. Ezê jî textê wî her û her bidomînim.

13 Ezê bibim bavê wî, wê bibe kurê min. Ezê dilsoziya ku min ji padîşahê beriya te standibû, ji te nestînim.

14 Ezê wî li ser mal û padîşahiya xwe her û her kifş bikim. Wê textê wî her û her xurt bimîne.’”

15 Natan li gorî tevahiya van gotin û vê dîtiniyê ji Dawid re got.


Duaya Dawidê Padîşah
( Samûêl II, 7:18-29 )

16 Li ser vê yekê Dawidê Padîşah hat li ber Xudan rûnişt û wiha got: “Ya Xwedê Xudan, ez kî me û mala min çi ye ku te ez anîm vê rewşê?

17 Ya Xwedê, di çavê te de ev tiştekî biçûk bû. Li ser pêşeroja mala vî xulamê xwe jî te soz da. Ya Xwedê Xudan, tu çawa ku ez mirovekî mezin bim, li min mêze dikî!

18 Ji ber vê rûmeta ku te da xulamê xwe, ez wekî din çi dikarim ji te re bêjim! Ji ber ku tu xulamê xwe nas dikî.

19 Ya Xudan, ji bo xatirê xulamê xwe û li ser daxwaza dilê xwe, te ev mezinahî kir ku ev tiştên mezin bên zanîn.

20 “Ya Xudan, yekî wekî te tuneye. Ji xeynî te Xwedê tuneye! Me ev hemû bi guhên xwe bihîstine.

21 Li dinyayê miletekî ku bişibe gelê te Îsraêl tuneye. Tu rabûyî ku wan rizgar bikî û wan bikî gelê te. Te bi karên mezin û tirsehêz nav û deng da. Te milet ji ber gelê xwe qewitandin ku te ji Misrê rizgar kiribû.

22 Te ji bo herheyî gelê xwe Îsraêl kir gelê xwe. Ya Xudan, tu jî bûyî Xwedayê wan!

23 “Ya Xudan, bila gotina te ya te li ser xulamê xwe û mala wî gotibû, heta hetayê pêk be. Çawa ku te got bike.

24 Wê navê te bi gotina ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar, Xwedayê gelê Îsraêl e!’ heta hetayê mezin bimîne û bê bibîrkirin. Wê Mala Dawidê xulamê te jî li ber çavê te xurt bibe.

25 “Ya Xwedayê min! Te ji xulamê xwe re got: ‘Ezê ji bo te xanedanekê deynim.’ Ji ber vê yekê xulamê te dikare li hizûra te duayê bike.

26 Ya Xudan, tu Xwedê yî û te ji xulamê xwe re ev tişta baş got.

27 Niha ji bo ku heta hetayê li ber te bidome, ez ji te lava dikim ku tu mala xulamê xwe pîroz bikî. Ya Xudan, ji bo ku te ew pîroz kir, wê heta hetayê pîroz bimîne.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan