Dîrok I, 16 - Kurmanji Încîl1 Wan Sindoqa Xwedê anî û li nav konê ku Dawid ji bo wê çêkiriye danî. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xwedê kirin. 2 Piştî ku Dawid qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin, wî bi navê Xudan gel pîroz kir. 3 Wî li her kesekî ji gelê Îsraêl, çi jin çi mêr, nanek, bastîqê tirî û bastîqê xurmeyan belav kirin. 4 Ji bo ku li ber Sindoqa Xudan xizmetê bikin, navê Xwedayê Îsraêl Xudan bilêv bikin, şikir bikin û pesindanê xwe pê bikin, wî ev Lêwiyî peywirdar kirin: 5 Serekê wan Asaf, kesê duyê Zekeriya, kesên din jî Yeiyêl, Şemîramot, Yehiyêl, Mattîtya, Êliyav, Benaya, Ovêd-Edom û Yeiyêl bûn. Wê ev kes li çeng û tembûran bixistana, Asaf wê li zîlên dengbilind bixista, 6 Benayayê Kahin û Yahaziyêlê Kahin jî wê li ber Sindoqa Peymana Xwedê herdem li boriyê bixistana. Lavija şikirdariya Dawidê Padîşah ( Zebûr 96:1-13 ; 105:1-15 ; 106:1 , 47-48 ) 7 Wê rojê Dawid cara pêşî karê pesindana Xudan da destê Asaf û birayên wî. 8 Şikir ji Xudan re bikin, gazî navê wî bikin! Di nav miletan de bidin bihîstin karên wî! 9 Bi stran û lavijan pesnê wî bidin, Hemû kerametên wî bêjin! 10 Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin, Bila dilê kesên li Xudan digerin şa bibe! 11 Li Xudan û li hêza wî bigerin, Herdem li rûyê wî bigerin. 12 Nîşan û kerametên wî, Hikmên ku ji devê wî derketine, bi bîr bînin! 13 Ya ziriyeta Îsraêlê xulamê wî! Ya kurên Aqûb ên hilbijartî! 14 Xwedayê me Xudan ew e, Hikmên wî li seranserê dinyayê ne. 15 Heta hetayê peymana wî Û gotina wî ya ku ji hezar nifşî re gotiye bi bîr bînin 16 Peymana ku bi Îbrahîm re çêkir Û sonda ku ji Îshaq re xwariye. 17 Wî ev wekî qanûn bi Aqûb re, Wekî peymaneke herheyî bi Îsraêl re çêkir 18 Û got: “Wekî para we ya ji mîrasê, Ezê welatê Kenanê bidim we.” 19 Wê gavê hejmara we hindik bû, Gelek kêm bûn, li wir xerîb bûn. 20 Ew milet bi milet, Ji padîşahiyekê derbasî nav miletên din dibûn. 21 Lê Xudan nehişt ku kes zorê li wan bike Û ji bo xatirê wan erzê padîşahan şikand. 22 Wî got: “Dest nedin kifşkiriyên min, Xerabiyê bi pêxemberên min nekin.” 23 Ya tevahiya dinyayê, stranekê ji Xudan re bistrînin! Mizgîniya rizgariya wî roj bi roj bidin. 24 Rûmeta wî li nav miletan, Karên wî yên nedîtî li nav hemû gelan belav bikin! 25 Çimkî Xudan mezin e û pir hêjayî pesindanê ye, Ji nav hemû îlahan, ê herî biheybet ew e. 26 Çimkî her îlahekî gelan tenê pût e, Lê Yê ku ezman afirandin Xudan e. 27 Heşmet û rewnaqî li ber wî ne, Hêz û şahî li dera wî ne. 28 Ya binemalên gelan, pesnê Xudan bidin! Pesnê hêz û rûmeta Xudan bidin, 29 Pesnê rûmeta navê Xudan bidin. Pêşkêşiyan bînin û bikevin hizûra wî. Bi cilên pîroz li ber Xudan herin ser çokan! 30 Ya tevahiya dinyayê, li ber wî bilerizin! Dinya asê hat dayîn, naleqe. 31 Bila ezman şa be, erd dilgeş be! Bila di nav miletan de bê gotin: “Xudan padîşah e!” 32 Bila derya bi hemû tiştên di nav de bike xuşîn! Bila zevî û hemû yên tê de dilgeş bin! 33 Bila darên daristanê li ber Xudan bi kêfxweşî biqîrin. Çimkî ew tê ku dîwana dinyayê bike. 34 Şikir bikin ji Xudan re çimkî ew qenc e. Dilovaniya wî her û her e. 35 Bêjin: “Ya rizgarkarê me Xwedê, me rizgar bike! Me bicivîne, me ji nav miletan xilas bike Ku em ji navê te yê pîroz re şikir bikin, Bi rûmeta te pesnê xwe bidin. 36 Bila Xwedayê Îsraêl Xudan, Ji herheyiyê heta hetayê pîroz be!” Hemû gel got: “Amîn!” û pesnê Xudan da. Lêwiyî dibin xizmetkarên Sindoqa Peymanê 37 Dawid hişt ku Asaf û birayên wî li ber Sindoqa Peymana Xudan, her roj li gorî karê rojê, xizmetê bikin. 38 Ovêd-Edom û ji birayên wî şêst û heşt kes jî li wir bûn. Hosa û Ovêd-Edomê kurê Yedûtûn dergevanên wir bûn. 39 Sadoqê Kahin û birayên wî yên kahin li bilindciyê perizînê yê Gîvonê, li ber Meskenê Xudan mabûn 40 ku li gorî tevahiya nivîsandina di Şerîeta ku Xudan li gelê Îsraêl emir kir, her sibe û êvar li ser gorîgeha qurbana şewitandinê pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. 41 Tevî wan jî Hêman, Yedûtûn û yên din ên hatin hilbijartin û peywirdarkirin ku şikirdariya Xudan şikir bikin. Çimkî “Dilovaniya wî her û her e.” 42 Hêman û Yedûtûn ji borî, zîl û amûrên muzîkê yên ku ji bo stranên pesindana Xwedê pêwist bûn, berpirsiyar bûn. Yedûtûnî jî bûn dergevan. 43 Paşê tevahiya gel vegeriya mala xwe. Dawid ji bo ku mala xwe pîroz bike, vegeriya malê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey