Dîrok I, 14 - Kurmanji ÎncîlMalbata Dawidê Padîşah ( Samûêl II, 5:11-16 ) 1 Hîramê Padîşahê Sûrê ji Dawid re qasid, darên sedrê, necar û hosteyên keviran şandin ku ji bo wî qesrekê çêkin. 2 Bi vî awayî Dawid fêm kir ku Xudan ew li ser gelê Îsraêl kir padîşah û ji bo gelê wî Îsraêl padîşahiya wî gelekî mezin kir. 3 Dawid li Orşelîmê ji xwe re zêdetir jin anîn. Dawid careke din bû bavê kur û keçan. 4 Navê zarokên wî yên ku jê re li Orşelîmê çêbûn ev in: Şammûa, Şovav, Natan, Silêman, 5 Yîvhar, Êlîşûa, Êlpelet, 6 Nogah, Nefeg, Yafiya, 7 Êlîşama, Bealyada û Êlîfelet. Filîstî têk diçin ( Samûêl II, 5:17-25 ) 8 Gava Filîstiyan bihîst ku Dawid li ser tevahiya gelê Îsraêl wekî padîşah hatiye kifşkirin, hemû Filîstî ji bo li Dawid bigerin ketin rê. Dawid bi vê yekê hesiya û çû pêşwaziya wan. 9 Filîstî hatibûn, êrîşî Deşta Refayîmê kiribûn. 10 Dawid ji Xwedê pirs kir û got: “Ez êrîşî Filîstiyan bikim? Tê wan bidî destê min?” Xudan jê re got: “Bike, ezê wan bidim destê te.” 11 Li ser vê yekê, Dawid çû Baal-Perasîmê û li wir Filîstî têk birin. Paşê wî got: “Çawa ku lehî hildiweşîne, Xwedê jî dijminên min bi destê min hilweşandin.” Ji ber vê yekê, navê wir danîn Baal-Perasîm. 12 Filîstiyan îlahên xwe li wir hiştin û li gorî fermana Dawid, ew hatin şewitandin. 13 Filîstiyan careke din êrîşî wê deştê kir. 14 Dawid dîsa ji Xwedê pirsî. Xwedê jê re got: “Ji vî alî ve êrîş neke. Wan ji paş ve dorpêç bike û li ber darên belesanê êrîşî wan bike. 15 Dema te ji jora darên belesanê dengê meşê bihîst, dest bi şer bikî. Çimkî Xwedê da pêşiya te û wê artêşa Filîstiyan têk bibe.” 16 Çawa ku Xwedê lê emir kiriye, Dawid wiha kir. Wan artêşa Filîstiyan ji Gîvonê heta Gezerê têk bir. 17 Nav û dengê Dawid li seranserê hemû welatan belav bû. Xudan tirsa Dawid xist dilê tevahiya miletan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey