Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 13 - Kurmanji Încîl


Sindoqa Peymanê ji Qîryat-Yearîmê tînin
( Samûêl II, 6:1-11 )

1 Dawid bi serhezar, sersed û serekan şêwirî.

2 Paşê wî ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Heke bi dilê we û Xwedayê me Xudan be, em ji birayên me yên ku li seranserê welatê Îsraêl dimînin, tevî kahin û Lêwiyiyên ku li bajarên bi mêrg dimînin re qasidan bişînin ku werin bi me re bicivin.

3 Wê gavê em Sindoqa Xwedayê xwe ji xwe re bînin, çimkî di rojên Şawûl de me guh nedayê.”

4 Tevahiya civakê pejirand û got: “Baş e.” Di çavê tevahiya gel de ev yek rast bû.

5 Dawid ji Çemê Şîhora Misrê heta Levo-Hamatê tevahiya gelê Îsraêl civand ku Sindoqa Xwedê ji Qîryat-Yearîmê bîne.

6 Dawid û tevahiya gelê Îsraêl çûn Baalaya Cihûdayê ku Sindoqa Xwedê Xudanê ku bi navê wî tê zanîn û li ser xerûban text çêkiriye, bînin. Navê din ê Baalayê, Qîryat-Yearîm e.

7 Sindoqa Xwedê danîn ser erebeyeke nû û ji Mala Avînadav derxistin. Ûzza û Ahyo erebe diajotin.

8 Dawid û tevahiya gelê Îsraêl li ber Xwedê, bi hemû hêza xwe, bi stran, çeng, tembûr, def, zîl û boriyan şahî kir.

9 Dema gihîştin Bêndera Kîdonê ga terpilîn. Ûzza destê xwe dirêj kir ku sindoqê bigire.

10 Hêrsa Xudan li Ûzza rabû û lê xist. Çimkî wî destê xwe dirêjî sindoqê kiribû. Ew li wir, li ber Xwedê mir.

11 Dawid hêrs bû ku Xudan li Ûzza xist. Ji wê rojê û pê ve ji vir re Peres-Ûzza tê gotin.

12 Dawid wê rojê ji Xwedê tirsiya û got: “Ezê çawa Sindoqa Xwedê bînim ba xwe?”

13 Wî sindoq nebir Bajarê Dawid, ba xwe. Wî ew bir mala Ovêd-Edomê Gatî.

14 Sindoqa Xwedê sê mehan li mala Ovêd-Edom ma. Xudan mala Ovêd-Edom û hemû tiştên wî pîroz kirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan