Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 12 - Kurmanji Încîl


Alîkarên Dawidê Padîşah ên li Zîqlagê

1 Gava Dawid ji ber Şawûlê kurê Qîş xwe vedişart, ev kes li Zîqlagê hatin ba wî. Ev ji mêrxasên ku di şer de alîkarên wî bûn.

2 Ew tîravêj bûn ku dikaribûn bi destê çepê û rastê tîran bavêjin û keviran bivirvirînin. Ew Binyamînî û merivên Şawûl ev bûn:

3 Ahiyezerê serekê wan, Yoaş, herdu kurên Şemaeyê Gîvayî, Yeziyêl û Peletê ku kurên Ezmawet bûn, Beraka, Yêhûyê Enatotî,

4 Yîşmayayê Gîvonî ku yek ji Sî Mêrxasan bû û serekê wan bû, Yêremya, Yahaziyêl, Yohanan, Yozavadê Gederayî,

5 Êlûzay, Yerîmot, Bealya, Şemarya, Şefatyayê Harûfî,

6 Êlqana, Yîşşiya, Ezarêl, Yoezer û Yaşovamê ku Qoraxî bûn,

7 Yoela û Zevadyayê kurên Yerohamê Gedorî.

8 Hinek kes ji Gadiyan veqetiyan û li sitargeha beriyê hatin ba Dawid. Ew ji şer re amade bûn, mêrxasên wêrek bûn ku rim û mertalên wan wekî rûyê şêran bûn. Wekî xezalên çiyê beza bûn.

9 Ew kes ev bûn: Serekê wan Êzer, yê diduyan Ovadya, yê sisêyan Êliyav,

10 yê çaran Mîşmanna, yê pêncan Yêremya,

11 yê şeşan Ettay, yê heftan Êliyêl,

12 yê heştan Yohanan, yê nehan Êlzavad,

13 yê dehan Yêremya, yê yanzdehan jî Maxbannay bû.

14 Ev Gadî, serdarên artêşê bûn. Qelsê wan beramberî sed zilaman, jêhatiyê wan beramberî hezar zilaman bû.

15 Dema di meha pêşî de Çemê Şerîayê rabûbû, kesên ku xwe lê xistin û derbasî aliyê din bûn, ev bûn. Tevahiya kesên ku di deştan de rûdiniştin, ber bi rojhilat û rojava ve revandin.

16 Ji kurên Cihûda û Binyamîn jî hinek kes hatin sitargehê, ba Dawid.

17 Dawid rabû çû pêşwaziya wan û ji wan re wiha got: “Heke hûn ji bo alîkarî û aştiyê hatine ba min, dilê me yek e. Lê tevî ku min zordarî nekiribe û hûn hatibin min radestî dijminên min bikin, bila Xwedayê bavkalên me vê yekê bibîne û cezayê vê bide.”

18 Ruhê Xwedê hat ser Emasayê Pêşengê Sî Serekan û jê re got: “Ya Dawid, em ên te ne! Ya kurê Yêşa, em bi te re ne! Silav li te, silav! Silav li alîkariyên te jî! Çimkî Xwedayê te alîkariya te dike.” Dawid ew birin ba xwe û ew kirin serekê êrîşkaran.

19 Gava Dawid bi Filîstiyan re çû ku şerê Şawûl bike, hinek Minaşşeyî derbasî aliyê Dawid bûn. Lê belê, Dawid û mêrxasên wî bi rastî alîkariya Filîstiyan nekir. Çimkî serekên Filîstî şêwra xwe kir û got: “Wê Dawid guh nede serekê me, here aliyê Şawûlê xweyê xwe û bi vî awayî wê serê me here.” Li ser vê yekê wan ew ji ba xwe şand.

20 Gava Dawid diçû Zîqlagê ev serhezarên Minaşşeyiyan derbasî aliyê wî bûn: Edna, Yozavad, Yedyeyêl, Mîxayîl, Yozavad, Êlîhû û Sîlletay.

21 Li dijî êrîşkarên dijminan, wan alîkariya Dawid kir. Çimkî hemû mêrxasên wêrek û fermandar bûn.

22 Her roj mirov dihatin ku alîkariya Dawid bikin. Heta ku Dawid bû xweyê artêşeke mezin, ev rewş berdewam kir.


Artêşa Dawidê Padîşah a li Hevronê

23 Li gorî fermana devê Xudan, ji bo ku padîşahiya Şawûl bidin destê Dawid, hejmara serekên çekdarên ku ji Hevronê hatin ba wî ev in:

24 Ji Cihûdayiyan, şervanên bi rim û mertal û ji şer re amade bûn, şeş hezar û heşt sed kes.

25 Ji Şimûniyan, mêrxasên ji şer re amade, heft hezar û sed kes.

26 Ji Lêwiyiyan, çar hezar û şeş sed kes.

27 Yehoyadayê serekê binemala Harûn û pê re sê hezar û heft sed kes.

28 Sadoqê ku mêrxasekî ciwan bû û ji binemala wî, bîst û du serek.

29 Ji Binyamîniyan ango merivên Şawûl, sê hezar kes. Heta wê demê, piraniya wan dilsozê Mala Şawûl bûn.

30 Ji Efrayîmiyan, bîst hezar û heşt sed kes, mêrxasên ku di nav binemalên xwe de navdar bûn.

31 Ji nîveşîra Minaşşe, hijdeh hezar kesên ku ji bo Dawid bikin padîşah, bi taybet hatine diyarkirin.

32 Ji Îssexariyan, du sed fêmdarên ku zanibûn gelê Îsraêl divê kengê çi bike. Serekên wan du sed kes bûn û serweriya wan li ser tevahiya birayên wan hebû.

33 Ji Zevûloniyan, pêncî hezar şervanên ku ji şer re amade bûn û her cure çek bi kar dianîn hebûn. Wan bi dil can alîkariya Dawid dikirin.

34 Ji Nefteliyiyan, hezar fermandar û tevli wan sî û heft hezar kesên bi rim û mertal.

35 Ji Daniyan, bîst û heşt hezar û şeş sed şervanên ji şer re amade.

36 Ji Aşêriyan, çil hezar şervanên ji şer re amade û bikêrhatî.

37 Ji Gadiyan, Rûbêniyan û nîveşîra Minaşşe ku li rojhilatê Çemê Şerîayê diman, sed û bîst hezar çekdarên ji şer re amade û xweyê her cure çekan.

38 Hemû şervanên ku rêz bi rêz hatin Hevronê, bi dilê xwe biryar daye ku Dawid li ser tevahiya gelê Îsraêl bikin padîşah. Hemû kesên gelê Îsraêl ên din jî, ji bo padîşahiya wî yek dil bûn.

39 Ew sê rojan li wir bi Dawid re man. Xwarin û vexwarin. Çimkî birayên wan, ji bo wan amadekarî kiribûn.

40 Merivên wan ên heta welatên Îssexar, Neftelî û Zevûlon li ser ker, deve, hêstir û dewaran, bi têra xwe xwarin anîn; arvan, bastîqê hejîran, weşiyên mêwîjan, şerab, zeyt, pez û dewar. Li welatê Îsraêl kêfxweşî hebû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan