Destpêk 9 - Kurmanji ÎncîlPeymana Xwedê ya bi Nûhê Pêxember re 1 Xwedê Nûh û kurên wî pîroz û bereket kirin. Ji wan re got: “Zêde û berdar bibin, dinyayê dagirin. 2 Wê hemû heywanên erdê û teyrên ezmanan ji we bitirsin û bibizdin. Min hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyên deryayan kirin bin destê we. 3 Hemû afirîdên jîndar ên dilivin, wê bibin xwarina we. Wekî giyayên şîn ên ku min dabûn we, niha ez her tiştî didim we. 4 “Goştê bi can ango bi xwîn nexwin. 5 Xwîna we birije, ezê jî li heqê we bigerim. Ezê heqê we, ji her heywanî û ji her mirovî, ji yê ku xwîna birayê xwe dirijîne bixwazim. 6 “Mirovê ku xwîna mirovan birijîne, Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin. 7 Lê hûn zêde û berdar bin, Zêde bin û li ser erdê belav bin.” 8 Xwedê ji Nûh û kurên wî re got: 9 “Ez peymana xwe bi we, bi ziriyeta li pey we, 10 bi hemû jîndarên bi we re, çi teyr, çi heywanên kedî û kovî, bi hemû jîndarên dinyayê û bi hemûyên ku ji gemiyê derketin re girê didim. 11 Peymana min a bi we re ev e: Wê êdî bi tofanê hemû beşer helak nebe û wê êdî tofaneke din çênebe ku rûyê erdê tune dike.” 12 Xwedê got: “Nîşana peymana ku ez di nav hemû nifşên bê de bi we re û bi hemû jîndaran re çêdikim ev e: 13 Min keskesora xwe kir nav ewran û wê di navbera min û erdê de bibe nîşana vê peymanê. 14 Gava ez ewran bînim ser erdê û keskesor di nav ewran re derkeve, 15 ezê peymana min bi we re û bi her cureyê jîndaran re çêkiriye, bi bîr bînim. Wê êdî tofan ranebe ku hemû beşerê tune neke. 16 Her cara keskesor derkeve, ezê wê bibînim û wê peymana herheyî ya di navbera Xwedê û hemû beşer û cureyên jîndarên li ser erdê hatiye danîn de, bi bîr bînim.” 17 Xwedê ji Nûh re got: “Nîşana peymana min ev e ku min bi hemû beşerê re kiriye.” Kurên Nûhê Pêxember 18 Kurên Nûh ên ku ji gemiyê derketin ev bûn: Sam, Ham û Yefet. Ham bavê Kenan bû. 19 Ev her sê kurên Nûh bûn û hemû mirovên tevahiya dinyayê ji wan zêde bûn. 20 Nûh cotkar bû û rezê pêşî wî danî. 21 Wî hinek şerab vexwar, serxweş bû û di kon de tazî vezeliya. 22 Ham bavê Kenan bû. Wî bavê xwe tazî dît û ji herdu birayên xwe re got ku li derve bûn. 23 Sam û Yefet cilek hilda, avêt ser milên xwe, berepaş çûn kon û tazîbûna bavê xwe nixamtin. Pişta wan li bavê wan bû û wan tazîbûna wî nedît. 24 Gava ji serxweşiya şerabê hişê Nûh hat serê wî, wî fêm kir ku kurê wî yê biçûk jê re çi kiriye. 25 Nûh got: “Nalet li Kenan be, Ji birayên xwe re bibe koleyê koleyan.” 26 Bi ser de wî got: “Pîroz be Xwedayê Sam Xudan, Kenan jê re bibe xulam. 27 Xwedê cihê Yefet fireh bike Û bila ew di konê Sam de bijî. Kenan jê re bibe xulam.” 28 Piştî tofanê Nûh sê sed û pêncî sal ma. 29 Nûh bi tevahî neh sed û pêncî sal kir û mir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey