Destpêk 5 - Kurmanji ÎncîlJi Ademê Pêxember heta Nûhê Pêxember ( Dîrok I, 1:1-4 ) 1 Qeyda ziriyeta Adem ev e: Wê rojê gava Xwedê Adem afirand, wî kir ku ew bişibe wî. 2 Wî ew nêr û mê afirandin, pîroz û bereket kirin. Roja ku wî ew afirandin, wî navê wan “Mirov” danî. 3 Gava Adem sed û sî salî bû, kurekî wî yê mîna wî û di sûretê wî de çêbû. Wî navê wî Şêt danî. 4 Piştî bûyîna Şêt, Adem heşt sed salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 5 Adem bi tevahî neh sed û sî sal kir û mir. 6 Gava Şêt sed û pênc salî bû kurê wî Enoş çêbû. 7 Piştî ku Şêt bû bavê Enoş, ew heşt sed û heft salên din ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 8 Şêt bi tevahî neh sed û duwanzdeh sal kir û mir. 9 Gava Enoş nod salî bû, kurê wî Qênan çêbû. 10 Piştî ku Enoş bû bavê Qênan, ew heşt sed û panzdeh sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 11 Enoş bi tevahî neh sed û pênc sal kir û mir. 12 Gava Qênan heftê salî bû, kurê wî Mahalalêl çêbû. 13 Piştî ku Qênan bû bavê Mahalalêl, ew heşt sed û çil sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 14 Qênan bi tevahî neh sed û deh sal kir û mir. 15 Gava Mahalalêl şêst û pênc salî bû, kurê wî Yered çêbû. 16 Piştî ku Mahalalêl bû bavê Yered, ew heşt sed û sî sal ma û bû bavê kur û keçên din. 17 Mahalalêl bi tevahî heşt sed û nod û pênc sal kir û mir. 18 Gava Yered sed û şêst û du salî bû, kurê wî Henox çêbû. 19 Piştî ku Yered bû bavê Henox, ew heşt sed sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 20 Yered bi tevahî neh sed û şêst û du sal kir û mir. 21 Gava Henox şêst û pênc salî bû, kurê wî Metûşelah çêbû. 22 Piştî ku Henox bû bavê Metûşelah, Henox sê sed sal bi Xwedê re meşiya, kur û keçên wî yên din çêbûn. 23 Henox bi tevahî sê sed û şêst û pênc sal kir. 24 Henox bi Xwedê re diçû û êdî nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû. 25 Gava Metûşelah sed û heştê û heft salî bû, kurê wî Lamex çêbû. 26 Piştî ku Metûşelah bû bavê Lamex, ew heft sed û heştê û du sal ma û kur û keçên wî yên din çêbûn. 27 Metûşelah bi tevahî neh sed û şêst û neh sal kir û mir. 28 Gava Lamex sed û heştê û du salî bû, kurekî wî çêbû. 29 Wî navê wî Nûh danî û got: “Wê me ji xebat û eziyeta êşdar û vê axa ku Xudan nalet kiriye, rihet bike.” 30 Piştî ku Lamex bû bavê Nûh, ew pênc sed û nod û pênc sal ma û bû bavê kur û keçên din. 31 Lamex bi tevahî heft sed û heftê û heft sal kir û mir. 32 Gava Nûh pênc sed sal kir, ew bû bavê Sam, Ham û Yefet. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey