Destpêk 48 - Kurmanji ÎncîlAqûbê Pêxember ji bo Efrayîm û Minaşşeyê kurên xwe dua dike 1 Piştî demekê ji Ûsiv re got: “Bavê te nexweş e.” Ûsiv herdu kurên xwe Minaşşe û Efrayîm hildan û da rê. 2 Gava ji Aqûb re got: “Va ye kurê te Ûsiv tê ba te,” Îsraêl xwe da hev û li ser nivînan rûnişt. 3 Aqûb ji Ûsiv re got: “Xwedayê Karîndar li Lûzê, li welatê Kenanê li min xuya bû, ez pîroz û bereket kirim 4 û ji min re got: ‘Ezê te berdar bikim û zêde bikim. Ezê te bikim komeke gelan û ezê piştî te vî welatî bidim ziriyeta te ku her û her bibe milkê we.’ 5 “Niha herdu kurên te yên ku beriya hatina min li welatê Misrê ji te re çêbûne, yên min tên hesibandin. Wekî ku Rûbên û Şimûn ên min in, wê Efrayîm û Minaşşe bibin ên min. 6 Zarokên ku li pey wan ji te re çêbin, wê bibin ên te. Wê mîrasa wan ji mîrasa birayên wan be. 7 Çaxê ez ji Paddanê vedigeriyam, Rahêl li welatê Kenanê, hê beriya ku em bigihîjin Efratê, di rê de li ba min mir. Ez pir li ber wê ketim û min ew li wir, li ser riya Efratê –Bêtlehemê– veşart.” 8 Çaxê Îsraêl kurên Ûsiv dîtin, wî got: “Ev kî ne?” 9 Ûsiv ji bavê xwe re got: “Ew kurên min in. Xwedê ew li vir dan min.” Îsraêl got: “Wan bîne ba min ku ez wan pîroz bikim.” 10 Çavên Îsraêl ji kalîtî qels bûbûn û wî bi zorê didît. Ûsiv kurên xwe anîn ba wî, bavê wî ew ramûsan û hembêz kirin. 11 Îsraêl ji Ûsiv re got: “Min guman nedikir ku ezê rûyê te bibînim, lê va ye Xwedê ziriyeta te jî nîşanî min da.” 12 Ûsiv kurên xwe ji ser çokên bavê xwe hilanîn û deverû çû erdê. 13 Ûsiv rahişt herduyan, Efrayîm da aliyê xwe yê rastê, ber milê çepê yê Îsraêl û Minaşşe da aliyê xwe yê çepê, ber milê rastê yê Îsraêl û herdu nêzîkî wî kirin. 14 Lê Îsraêl destên xwe çeperast dirêj kirin: Wî destê xwe yê rastê danî ser serê yê biçûk Efrayîm û destê xwe yê çepê danî ser serê Minaşşe ku nixurî bû. 15 Piştre wî Ûsiv pîroz kir û got: “Ew Xwedayê ku bavkalên min Îbrahîm û Îshaq Li ser riya wî çûn, Ew Xwedayê ku di hemû jiyana min de, Heta îro ji min re bûye şivan. 16 Milyaketê ku ez ji her xerabiyê rizgar kir, Van kuran pîroz bike. Bila ew bi navê min, Bi navê bavkalên min Îbrahîm û Îshaq bên gazîkirin, Li ser rûyê erdê gelek zêde bibin.” 17 Çaxê Ûsiv dît ku bavê wî destê xwe yê rastê danî ser Efrayîm, ev li xweşa wî neçû. Wî rahişt destê bavê xwe ku ji ser serê Efrayîm hilda ku deyne ser serê Minaşşe. 18 Ûsiv jê re got: “Na bavo! Ev nixurî ye, destê xwe yê rastê deyne ser serê wî!” 19 Lê bavê wî nexwest û got: “Ez dizanim kurê min, ez dizanim. Wê Minaşşe jî bibe miletekî mezin. Lê belê wê birayê wî yê biçûk jê mezintir bibe û wê ji ziriyeta wî komeke miletan rabin.” 20 Wê rojê wî ew pîroz kirin û got: “Bi navê we, wê gelê Îsraêl hev pîroz bikin û bêjin: ‘Xwedê te wekî Efrayîm û Minaşşe bike.’” Bi vî awayî wî Efrayîm kir pêşiya Minaşşe. 21 Paşê Îsraêl ji Ûsiv re got: “Va ye, ez li ber mirinê me, lê wê Xwedê bi we re be û we bizivirîne welatê bav û kalên we. 22 Ez pareke ji para birayên te zêdetir didim te. Min ew ji Amoriyan bi şûr û kevanê xwe stand.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey