Destpêk 42 - Kurmanji ÎncîlBirayên Ûsivê Pêxember diçin Misrê 1 Çaxê Aqûb bihîst ku li Misrê genim heye, wî ji kurên xwe re got: “Çima hûn li hev dinêrin?” 2 Wî berdewam kir û got: “Min bihîstiye ku li Misrê genim heye. Herin wir û ji me re hinekî bikirin ku em bijîn û nemirin.” 3 Bi vî awayî deh birayên Ûsiv ji bo kirîna genim berê xwe dan Misrê. 4 Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn bi wan re neşand, çimkî ew ditirsiya ku zirar bigihîje wî. 5 Kurên Îsraêl jî di nav wan kesan de bûn ku hatibûn genim bikirin. Çimkî xela li welatê Kenanê jî rabûbû. 6 Ûsiv serwerê welêt bû û wî dexil difirot tevahiya gelê welêt. Birayên Ûsiv hatin û xwe li ber wî tewandin erdê. 7 Gava Ûsiv ew dîtin, wî ew nas kirin. Lê wekî ku nas nekiribe tevgeriya û bi hêrs got: “Hûn ji ku derê tên?” Wan lê vegerand û got: “Em ji welatê Kenanê hatin ku xwarinê bikirin.” 8 Ûsiv birayên xwe nas kiribû, lê xwe li nenasiyê danîbû. 9 Wî çaxî xewna ku Ûsiv li ser wan dîtibû hat bîra wî. Rabû ji wan re got: “Hûn sixûr in! Hûn hatine bizanibin ka ku derê welatê me bêparastin e.” 10 Wan got: “Na ezbenî! Em xulamên te hatin ku xwarinê bikirin. 11 Em hemû kurên zilamekî ne. Em mirovên rast in, em ne sixûr in ezxulam!” 12 Ûsiv got: “Na, hûn hatine bizanibin kîjan aliyê welatê me bêparastin e.” 13 Lê wan got: “Em xulamên te duwanzdeh bira bûn. Em hemû kurên bavekî ne ku li welatê Kenanê dijî. Biçûkê me niha li ba bavê me ye û birayekî me jî winda ye.” 14 Ûsiv ji wan re got: “Çawa ku min got, hûn sixûr in. 15 Hûnê bi vî awayî bên ceribandin: Ez bi serê Firewn sond dixwim ku heta birayê we yê biçûk neyê vê derê, hûn ji vir dernakevin. 16 Ji nav xwe yekî bişînin ku birayê we bîne. Yên mayî jî wê bikevin zîndanê. Emê bibînin ka gotina we rast e yan na. Heke ne rast be, ez bi serê Firewn sond dixwim ku hûn sixûr in.” 17 Wî ew sê rojan avêtin zîndanê. 18 Roja sisêyan Ûsiv ji wan re got: “Hûn li gorî gotina min bikin, hûnê sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim. 19 Heke hûn mirovên rast in, bila birayekî we li vir di girtîgehê de bimîne û yên din jî herin û bi xwe re ji bo malên xwe yên ku birçî mane genim bibin. 20 Lê divê hûn birayê xwe yê biçûk ji min re bînin. Bi vî awayî wê gotina we rast derkeve û hûnê nemirin.” Wan qebûl kir. 21 Ji hev re got: “Bi rastî em ji ber birayê xwe tên cezakirin. Gava wî ji bo jiyana xwe ji me re lava dikir, me dît ku çi eziyetê dikişîne lê me guh nedayê. Ev tengasî ji ber vê yekê hat serê me.” 22 Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.” 23 Wan nizanibû ku Ûsiv wan fêm dike. Çimkî yekî ji wan re wergerê dikir. 24 Ûsiv ji birayên xwe veqetiya û destpê kir, giriya. Piştre vegeriya ba wan û dîsa bi wan re peyivî. Wî Şimûn ji wan stand û li ber çavên wan ew da girêdan. 25 Ûsiv emir da ku barên wan bi genim bên dagirtin, pereyê her yekî bixin tûrikê wî û ji bo rê xurekê bidin wan. Piştî ku ev ji wan re hat kirin, 26 wan genimê xwe li kerên xwe bar kirin û çûn. 27 Li qonaxê, çaxê yekî ji wan devê barê xwe vekir ku êm bide kerê xwe, dît ku pereyê wî di devê tûrikê de ye. 28 Wî ji birayên xwe re got: “Pereyê min li min zivirandine. Va ye di tûrikê min de ye.” Dilê wan bi şid lêxist û bi lerizîn ji hev re got: “Ev çi ye ku Xwedê bi me dike?” 29 Çaxê ew hatin welatê Kenanê ba bavê xwe Aqûb, her tiştê ku hatibû serê wan jê re gotin. Wan got: 30 “Ew mirovê ku serwerê welêt bû, bi hêrs bi me re peyivî û wekî ku em casûs bin bi me re da û stand. 31 Lê me jê re got: ‘Em mirovên rast in. Em ne sixûr in. 32 Em duwanzdeh bira ne. Em kurên bavekî ne. Yek ji me namîne û yê biçûk jî niha li welatê Kenanê li ba bavê me ye.’ 33 “Ew mirovê ku serwerê welêt bû ji me re got: ‘Ezê bi vî awayî bizanim ka hûn rast in: Birayekî xwe li ba min bihêlin û ji bo maliyên xwe yên ku birçî mane genim bibin û herin. 34 Birayê xwe yê biçûk ji min re bînin, ezê jî bizanibim ku hûn ne sixûr in, lê mirovên rast in. Wî çaxî ezê birayê we bidim we û hûnê bikarin li vî welatî bazirganiyê bikin.’” 35 Çaxê wan tûrikên xwe vala kirin, di hundirê tûrikê her kesî de kîsikê pereyê wî hebû. Gava kîsikên pereyan dîtin, tirsiyan. 36 Bavê wan Aqûb ji wan re got: “Hûn min bê zarok dihêlin. Ûsiv tuneye, Şimûn tuneye û niha hûn dixwazin Binyamîn jî bibin. Ev tişt tev tên serê min!” 37 Rûbên ji bavê xwe re got: “Gava ez Binyamîn ji te re neyînim, herdu kurên min bikuje. Tu wî bispêre min, ezê wî ji te re bînim.” 38 Aqûb got: “Kurê min bi we re nayê. Çimkî birayê wî mir û ew tenê ma. Heke di rê de tiştek were serê wî, hûnê serê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey