Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 41 - Kurmanji Încîl


Xewnên Firewn

1 Piştî du salan, Firewn xewnek dît: Ew li ber keviya Nîlê sekinîbû.

2 Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nava qamîşan de çêriyan.

3 Piştî wan, heft çêlekên qor û bêmirêz ji Nîlê derketin, li keviya çem, li ba çêlekên din sekinîn.

4 Çêlekên ku qor û bêmirêz bûn, heft çêlekên xweşik û qelew xwarin. Piştre Firewn hişyar bû.

5 Ew dîsa di xew re çû û xewneke din dît: Di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derdiketin.

6 Piştî wan, heft simbilên din ên qels û ji bayê rojhilat kizirandî zîl dan.

7 Simbilên qels, heft simbilên dagirtî û baş daqurtandin. Piştre Firewn hişyar bû û fêm kir ku xewn e.

8 Serê sibê rabû dît ku aciz e. Wî şand pey hemû sêrbaz û aqilmendên Misrî. Wî ji wan re xewna xwe got, lê kesek tunebû ku xewnên wî şirove bike.

9 Sermeyger ji Firewn re got: “Îro sûcê min tê bîra min.

10 Carekê Firewn ji xizmetkarê xwe hêrs bû, wî ez û sernanpêj li mala fermandarê parêzvanan hepis kirin.

11 Me herduyan di şevekê de xewn dît û her xewnek wateyeka wê hebû.

12 Li wir bi me re xulamekî fermandarê parêzvanan, xortekî Îbranî hebû. Me jê re xewnên xwe gotin, wî xewnên me şirove kirin. Xewnên me ji hev cuda bûn.

13 Her tişt bi awayê ku wî ji me re şirove kir derket. Ez vegeriyam karê xwe lê yê din hat daleqandin.”

14 Firewn şand pey Ûsiv û wî yekser ji hebsê da berdan. Piştî ku Ûsiv rih û porê xwe kur kirin û cilên xwe guhertin, hat hizûra Firewn.

15 Firewn ji Ûsiv re got: “Min xewnek dît, lê kesek tuneye ku şirove bike. Min bihîst ku tu xewnan şirove dikî.”

16 Ûsiv lê vegerand û got: “Ez nikarim lê wê Xwedê bersiveke xêrê bide Firewn.”

17 Firewn ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de ez li keviya Nîlê sekinîbûm.

18 Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nav qamîşan de çêriyan.

19 Piştî wan, heft çêlekên din ên qor û bêmirêz derketin. Min li seranserê welatê Misrê tu caran çêlekên bi qasî wan bêmirêz nedîtibûn.

20 Çêlekên bêmirêz, heft çêlekên qelew ên ku beriya wan derketibûn xwarin.

21 Piştî ku wan ew xwarin, kesî nikaribû bigota ku wan ev kiriye. Çimkî wekî berê, ew bêmirêz bûn. Piştre ez hişyar bûm.

22 “Min dîsa di xewna xwe de dît ku di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derketin.

23 Piştî wan, heft simbilên din ên çilmisî, qels û ji bayê rojhilat kizirî zîl dan.

24 Simbilên qels her heft simbilên baş daqurtandin. Min ev ji sêrbazan re got, lê kesî nikaribû ji min re şirove bike.”

25 Ûsiv ji Firewn re got: “Herdu xewnên Firewn yek in. Xwedê Firewn ji tiştê ku wê bike haydar kir.

26 Heft çêlekên baş, heft sal in. Heft simbilên baş jî heft sal in. Xewn yek e.

27 Heft çêlekên qor û bêmirêz ên ku li pey derketin û heft simbilên bêqîmet ên ku ji bayê rojhilat kizirîbûn jî heft sal in. Ev heft salên xelayê ne.

28 “Çawa ku min ji te re got, Xwedê tiştê ku wê bike nîşanî Firewn daye.

29 Va ye wê li seranserê welatê Misrê heft salên têr û tije bên.

30 Lê wê heft salên xelayê li pey wan bên. Wê hemû têr û tijebûna welatê Misrê ji bîr bibe û wê xela welêt wêran bike.

31 Wê têr û tijebûna welêt neyê bîra kesî, çimkî wê xela gelek giran be.

32 Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê û wê di demeke nêzîk de bi cih bîne.

33 “Bila niha Firewn mirovekî fêmdar û şehreza bibîne û wî bîne ser welatê Misrê.

34 Bila karmendên xwe peywirdar bike ku di her heft salên firehiyê de, ji dexlê welatê Misrê ji pêncan yekî ber bistînin.

35 Divê ew xwarina van salên baş ên ku tên bicivînin û genim di bin desthilatiya Firewn de, li bajaran bê lodkirin û parastin.

36 Divê ev xwarin ji bo heft salên xelayê ji welatê Misrê re bibe qût ku welat ji ber xelayê neşikê.”


Ûsivê Pêxember dibe serwerê Misrê

37 Ev pêşniyar ji aliyê Firewn û hemû karmendên wî ve baş hat dîtin.

38 Firewn ji wan re got: “Ma em dikarin kesekî wekî vî mirovî bibînin ku ruhê Xwedê pê re ye?”

39 Firewn ji Ûsiv re got: “Madem Xwedê kir ku tu bi van hemû tiştan bizanî, yekî ji te fêmdartir û şehrezatir tuneye.

40 Tê li ser mala min bî û wê hemû gelê min emrên te pêk bîne. Ezê tenê bi tac û textê xwe ji te mezintir bim.”

41 Firewn ji Ûsiv re got: “Va ye ez te datînim ser seranserê welatê Misrê.”

42 Piştre Firewn gustîla morê ji tiliya xwe derxist û xist tiliya Ûsiv. Wî cilên kitan ên hêja lê kirin û zincîreke zêrîn xist stûyê wî.

43 Wî ew kir cîgirê xwe û li erebeya cîgir siwar kir, zilam li pêş wî qîriyan û gotin: “Rê vekin!” Bi wî awayî Firewn ew anî ser seranserê welatê Misrê.

44 Firewn ji Ûsiv re got: “Firewn ez im, lê wê li seranserê welatê Misrê bêyî peyva te tu kes destê xwe raneke û ne jî lingê xwe bileqîne.”

45 Firewn navê Safnat-Panêah li Ûsiv danî û Asenata keça Potîferayê kahinê bajarê Onê jê re anî. Ûsiv li seranserê welatê Misrê geriya.

46 Çaxê Ûsiv ket xizmeta Firewnê Padîşahê Misrê, sî salî bû. Ûsiv ji dîwana Firewn rabû û li seranserê welatê Misrê geriya.

47 Di heft salên firehiyê de axê bi zêdebarî ber da.

48 Ûsiv ji her berên ku di nav heft salan de li welatê Misrê çêbûn dan hev û di embarên bajaran de lod kirin. Wî li her bajarî, ji qûtên zeviyên ku li der û dora bajêr çêdibin lod çêkirin.

49 Ûsiv bi qasî sêlaka deryayê genim lod kir. Ewqas pir bû ku wî dev ji hesabkirinê berda. Genimê wan nedihat hesabkirin, ewqas ku zêde bû.

50 Beriya salên xelayê, ji Asenata keça Potîfera yê kahinê Onê du kur ji Ûsiv re çêbûn.

51 Ûsiv navê nixuriyê xwe Minaşşe danî û got: “Xwedê kir ku ez hemû derdên xwe û mala bavê xwe ji bîr bikim.”

52 Wî navê kurê xwe yê diduyan Efrayîm danî û got: “Xwedê ez li welatê ku min lê tengasî kişand berdar kirim.”

53 Heft salên firehiyê li welatê Misrê qediyan

54 û çawa ku Ûsiv gotibû, heft salên xelayê destpê kirin. Li hemû welatên din xela hebû, lê li seranserê welatê Misrê xwarin hebû.

55 Çaxê ku li seranserê welatê Misrê birçîbûnê destpê kir, xelkê ji bo nan ji Firewn lava kir. Firewn ji hemû Misriyan re got: “Herin ba Ûsiv. Ew çi ji we re bibêje, bikin.”

56 Gava xela li tevahiya welêt belav bû, Ûsiv embarên genim vekirin û genim firot Misriyan. Çimkî xelaya giran li welatê Misrê belav bûbû.

57 Mirovên hemû welatan dihatin Misrê ku genim ji Ûsiv bikire. Çimkî li tevahiya dinyayê xelayeke giran hebû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan