Destpêk 40 - Kurmanji ÎncîlXewnên sermeyger û sernanpêj 1 Piştî demekê meyger û nanpêjê Padîşahê Misrê li dijî malxweyê xwe şaşî kir. 2 Firewn li herdu peywirdarên xwe hêrs bû ku ew sermeyger û sernanpêjê wî bûn. 3 Wî ew li mala fermandarê parêzvanan, zîndana ku Ûsiv tê de bû, hepis kir. 4 Fermandarê parêzvanan, Ûsiv da ber destê wan. Ew demekê di girtîgehê de man. 5 Sermeyger û sernanpêjê Padîşahê Misrê ku di zîndanê de bûn, di şevekê de xewn dîtin. Xewnên wan ji hev cuda bûn. 6 Serê sibê Ûsiv hat ba wan û dît ku ew bikeder bûn. 7 Wî ji karmendên Firewn ên ku li mala malxweyê wî, pê re di girtîgehê de bûn pirsî û got: “Çima îro mirûzê we tirş e?” 8 Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.” Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.” 9 Sermeyger xewna xwe ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de, min li pêş xwe mêwek dît. 10 Sê guliyên mêwê hebûn. Bi bişkivînê re kulîlk dan û gûşiyên tirî gihîştin. 11 Tasa Firewn di destê min de bû, min bi tirî girt, guvaşt hundirê tasa Firewn û tas da destê wî.” 12 Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê gulî sê roj in. 13 Wê di nav sê rojan de Firewn serê te bilind bike û te bîne ser karê te yê berê. Wekî ku berê tu sermeygerê wî bûyî û te wisa dikir, tê dîsa kasa Firewn bidî destê wî. 14 Lê çaxê ku qencî bi te re hat kirin, ji kerema xwe tu min bîne bîra xwe. Qenciyê bi min bike û giliyê min ji Firewn re bike ku ez ji vê zîndanê derkevim. 15 Çimkî ez bi zorê ji welatê Îbraniyan hatim revandin. Li vir jî, min tiştekî ku ezê pê bikevim zîndanê nekir.” 16 Çaxê sernanpêj dît ku Ûsiv şiroveyeke baş kir, wî jê re got: “Min jî xewnek dît. Li ser serê min sê selik nanê spî hebû. 17 Di selika herî jorîn de, her cureyê pasteyên pehtî yên ji bo Firewn hebûn, lê teyran ji selikên li ser serê min dixwarin.” 18 Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê selik sê roj in. 19 Wê di nav sê rojan de Firewn serê te rake û te bi darê ve daleqîne. Wê teyr goştê te bixwin.” 20 Roja sisêyan rojbûyîna Firewn bû û wî ziyafetek da hemû karmendên xwe. Wî li pêş karmendên xwe serê sermeyger û sernanpêj bilind kirin. 21 Sermeyger vegeriya ser karê xwe. Careke din wî tas da destê Firewn. 22 Lê çawa ku Ûsiv şirove kiribû, wî sernanpêj daleqand. 23 Lê sermeyger Ûsiv neanî bîra xwe û ew ji bîr kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey