Destpêk 39 - Kurmanji ÎncîlÛsivê Pêxember û jina Potîfar 1 Îsmaîliyan Ûsiv biribû Misrê. Potîfarê Misrî yê ku karmendê Firewn û fermandarê parêzvanan bû, Ûsiv ji wan kirî. 2 Xudan bi Ûsiv re bû û ew bi ser xist. Ew li mala malxweyê xwe yê Misrî dima. 3 Çaxê malxweyê wî dît ku Xudan bi Ûsiv re ye û di her karên ku dike de wî bi ser dixe, 4 dilê wî bi Ûsiv xweş bû û ew kir xizmetkarê xwe yê taybet. Potîfar ew kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî. 5 Piştî ku wî ew kir serkarê xwe û her tiştê xwe da destê wî, Xudan ji bo xatirê Ûsiv Mala Potîfarê Misrî pîroz û bereket kir. 6 Wî her tiştê xwe da destê Ûsiv. Ji xwarina ku dixwar pê ve, wî dest nedida tiştekî. Ûsiv yekî bejinbilind û lihevhatî bû. 7 Piştî demekê jina malxweyê Ûsiv çav avêt wî û jê re got: “Were, bi min re razê!” 8 Lê Ûsiv red kir û got: “Bi serkariya min, xweyê min meraqa tu tiştekî li malê nake. Wî her tiştê xwe daye destê min. 9 Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?” 10 Jina Potîfar her roj jê dixwest ku Ûsiv pê re razê, lê wî her car ev daxwaz red dikir. 11 Rojekê Ûsiv ji bo karên xwe bike çû malê. Ji xizmetkarên malê tu kes li hundir tunebû. 12 Jina Potîfar bi kincê Ûsiv girt û jê re got: “Were, bi min re razê!” Lê Ûsiv kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve. 13 Çaxê jinikê dît ku wî kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve, 14 rabû gazî xizmetkarên malê kir û got: “Binêrin! Mêrê min ev zilamê Îbranî anî ku me rezîl bike! Ew hat ku dest bavêje min, lê min kir qîrîn û hewar. 15 Çaxê wî dît ku ez dikim qîrîn û hewar, kincê xwe li ba min hişt û beziya derve.” 16 Wê kincê Ûsiv li ba xwe hişt, heta ku mêrê wê hat malê. 17 Wê ji mêrê xwe re got: “Ev koleyê Îbranî hat ku min rezîl bike. 18 Lê çaxê ku min kir qîrîn û hewar, wî kincê xwe li ba min hişt û reviya.” 19 Çaxê wî gotinên jina xwe bihîst û jinikê got: “Koleyê ku te anîbû li min wiha kir,” ew gelekî hêrs bû. 20 Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma. 21 Lê Xudan pê re bû. Wî dilsozî bi Ûsiv kir ku dilê serekê zîndanê bi Ûsiv xweş be. 22 Serekê zîndanê, hemû girtiyên di zîndanê de xistin bin destê Ûsiv û ew ji hemû tiştên li zîndanê berpirsiyar bû. 23 Serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû. Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey