Destpêk 37 - Kurmanji ÎncîlXewnên Ûsivê Pêxember 1 Aqûb li welatê ku bavê wî bi xerîbî lê mabû, li welatê Kenanê rûnişt. 2 Qeyda ziriyeta Aqûb: Ûsiv xortekî hivdeh salî bû. Ew bi birayên xwe yên ji jinbavên xwe, bi kurên Bîlhayê û kurên Zîlpayê re li ber pêz bû. Ûsiv kirinên xerab ên birayên xwe ji bavê xwe re dianî. 3 Îsraêl ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir. Çimkî Ûsiv di kalîtiya wî de jê re bûbû. Wî ji Ûsiv re kincekî dirêj û bixemil çêkiribû. 4 Çaxê birayên wî dîtin ku bavê wan ji hemûyan bêtir jê hez dike, li ber çavên wan reş bû, pê re xweş xeber nedidan. 5 Ûsiv xewnek dît û çaxê ku wî ev xewn ji birayên xwe re got, li ber çavên wan zêdetir reş bû. 6 Wî ji wan re got: “Ka guhdariya vê xewna min bikin: 7 Min dît ku em li zeviyê gurzan girê didin. Gurza min di cih de rabû û çik sekinî. Lê gurzên we li dora gurza min kom bûn û xwe li ber tewandin.” 8 Birayên wî jê re got: “Çavê te lê ye tu li ser me bibî padîşah? Tê bibî serwerê me?” Wan ji ber xewna wî û gotinên wî, zêdetir jê nefret kirin. 9 Wî xewneke din dît û ew jî, ji birayên xwe re got: “Guhdarî bikin, min xewneke din dît: Roj, heyv û yanzdeh stêr li ber min ditewiyan.” 10 Çaxê Ûsiv xewna xwe ji bavê xwe û ji birayên xwe re got, bavê wî lê hêrs bû û got: “Ev çi xewn e? Ma nexwe ez, diya te û birayên te emê bên û xwe li ber te bitewînin erdê?” 11 Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma. Ûsivê Pêxember tê firotin 12 Rojekê birayên wî, ji bo ku keriyên bavê xwe biçêrînin çûbûn nêzîkî Şexemê. 13 Îsraêl ji Ûsiv re got: “Birayên te li Şexemê pez diçêrînin. De were, ez te bişînim ba wan.” Ûsiv got: “Baş e.” 14 Aqûb got: “Here binêre ka birayên te û pez bi silamet in. Ji min re xeberekê bîne.” Bi vî awayî wî ew ji Deşta Hevronê şand. Çaxê Ûsiv gihîşt Şexemê, 15 zilamekî dît ku ew li wê derê digere. Zilam jê pirsî: “Tu li çi digerî?” 16 Ûsiv got: “Ez li birayên xwe digerim. Ma tu dikarî ji min re bêjî ew li ku derê pezê xwe diçêrînin?” 17 Zilêm got: “Ew bi rê ket. Min bihîst ku ji hev re digotin: ‘Em herin Dotanê.’” Ûsiv da rê û li nêzîkî Dotanê rastî wan hat. 18 Wan ji dûr ve Ûsiv dît û beriya ku ew hat ba wan, şêwra kuştina wî kirin. 19 Wan ji hev re got: “Va ye, xweyê xewnan tê. 20 De werin em wî bikujin û bavêjin bîrekê. Emê bêjin heywanekî hov ew xwar. Paşê emê bibînin ka xewnên wî çawa pêk tên.” 21 Çaxê Rûbên ev bihîst, xwest ku Ûsiv ji destê wan rizgar bike û got: “Em wî nekujin. 22 Xwînê nerêjin. Wî bavêjin wê bîra çolê, lê destê xwe dirêjî wî nekin.” Ji bo ku wî rizgar bike û ji bavê xwe re bêje, wî ev yek got. 23 Gava Ûsiv gihîşt ba birayên xwe, wan ew kincê ser wî yê bixemil derxistin, 24 Ew girtin û avêtin bîrekê. Bîr vala bû, tê de av tune bû. 25 Gava rûniştin ku xwarina xwe bixwin, wan serê xwe rakir û dît ku karwanekî Îsmaîliyan ji aliyê Gîladê ve tê. Deveyên wan bi benîşt, melhem û mûr barkirî bûn. Ew diçûn Misrê. 26 Cihûda ji birayên xwe re got: “Heke em birayê xwe bikujin û xwîna wî veşêrin, ma emê çi bi dest bixin? 27 Werin em wî bifiroşin Îsmaîliyan û destên xwe pê nekin. Çimkî ew birayê me ye, ji xwîna me ye.” Birayên wî qebûl kirin. 28 Gava bazirganên Mîdyanî di wir re derbas dibûn, wan birayê xwe Ûsiv ji bîrê kişandin û ew bi bîst zîvî firotin wan Îsmaîliyan. Wan jî Ûsiv bir Misrê. 29 Çaxê Rûbên vegeriya ser bîrê û dît ku Ûsiv ne li wê derê ye, cilên xwe çirandin. 30 Ew zivirî ba birayê xwe û got: “Kurik ne li wê derê ye. Ezê niha çi bikim?” 31 Li ser vê yekê wan nêriyekî serjêkir û kincê Ûsiv di xwîna wî da. 32 Wan kincê wî ji bavê xwe re bir û got: “Me ev dît. Ka binêre yê kurê te ye, an na?” 33 Aqûb kinc nas kir û got: “Ev kincê kurê min e. Heywanekî hov ew xwariye. Bêguman Ûsiv hatiye perçekirin.” 34 Aqûb cilên xwe çirandin, çûx li pişta xwe girê da û demeke dirêj şîna kurê xwe kir. 35 Hemû kur û keçên wî di ber dilê wî dan, lê ew teselî nebû û wî got: “Ezê bi şîn herim diyarê miriyan ba kurê xwe.” Ew li ser kurê xwe giriya. 36 Di vê navberê de Mîdyaniyan Ûsiv li Misrê firot Potîfar. Ew karmendekî Firewn û fermandarê parêzvanên wî bû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey