Destpêk 35 - Kurmanji ÎncîlAqûbê Pêxember vegere Bêt-Êlê 1 Xwedê ji Aqûb re got: “Here hilkişe Bêt-Êlê û li wir bi cih bibe. Li wir ji Xwedê re gorîgehekê çêke. Çaxê ku tu ji ber birayê xwe Esaw reviyabûyî, Xwedê li wir li te xuya bû.” 2 Aqûb ji maliyên xwe û ji hemû kesên li ba xwe re got: “Îlahên xwe yên xerîb ên ku bi we re ne bavêjin, xwe paqij bikin û cilên xwe biguherin. 3 Werin em derkevin Bêt-Êlê. Ezê li wir ji wî Xwedayê ku di roja teng de bersiva min da û li her dera ku ez çûmê, ez bi tenê nehiştim re gorîgehekê çêkim.” 4 Wan hemû îlahên xerîb ên bi xwe re û guharên xwe dan Aqûb û wî ew li bin darberûya li Şexemê veşartin. 5 Wan bar kir û tirsa Xwedê bi ser bajarên bi der û dora wan ve hat û kesî neda pey wan. 6 Aqûb û hemû kesên pê re hatin Lûza welatê Kenanê. Navekî din ê Bêt-Êlê jî Lûz bû. 7 Li wir wî gorîgehek çêkir û navê wê “Êl-Bêt-Êl” danî. Çimkî çaxê ew ji ber birayê xwe reviyabû, Xwedê xwe li wê derê nîşanî wî dabû. 8 Gava dadika Rebeqayê Debora mir, ew li bin darmaziya biniya Bêt-Êlê veşartin. Li ser vê yekê, navê darê Allon-Baxût hat danîn. 9 Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê vegeriya, Xwedê dîsa lê xuya bû û ew pîroz û bereket kir. 10 Xwedê jê re got: “Navê te Aqûb e, lê ji niha pê ve wê ji te re nebêjin Aqûb, wê navê te Îsraêl be.” Bi vî awayî wî navê Îsraêl lê danî. 11 Xwedê jê re got: “Ez Xwedayê Karîndar im. Zêde û berdar bibe. Wê ji te miletek û komeke miletan çêbe û tê bibî bavkalê padîşahan. 12 Wî welatê ku min dabû Îbrahîm û Îshaq, ezê bidim te jî û piştî te ezê wî welatî bidim ziriyeta te.” 13 Piştre Xwedê ji ba wî, ji wê dera ku pê re peyivîbû, hilkişiya jor. 14 Aqûb li dera ku Xwedê pê re peyivîbû kêlikek çikand. Wî li ser zeyt û pêşkêşiya rijandinê rijandin. 15 Aqûb navê wê dera ku Xwedê pê re peyivîbû Bêt-Êl danî. Mirina Îshaqê Pêxember û Rahêla jina wî 16 Piştre wan ji Bêt-Êlê bar kir. Hê negihîştibûn Efratê, Rahêlê zarok anî û êşeke mezin kişand. 17 Gava Rahêlê di çaxê zarokanînê de êşeke mezin dikişand, pîrikê got: “Netirse, kurekî te yê din çêdibe.” 18 Lê Rahêl li ber mirinê bû. Beriya ku bimire wê navê wî Ben-Onî danî. Lê bavê wî navê kurê xwe Binyamîn danî. 19 Rahêl mir û li ser riya Efratê –ku Bêtlehem e– hat veşartin. 20 Aqûb li ser gora Rahêlê kêlikek çikand û ev kêlik heta îro jî gora Rahêlê nîşan dide. 21 Îsraêl dîsa bar kir û konê xwe li seriya Birca Êderê danî. 22 Çaxê Îsraêl li wê herêmê dima, Rûbên çû û bi Bîlhaya cariyeya bavê xwe re raza. Dema Îsraêl ev bihîst, gelekî hêrs bû. Duwanzdeh kurên Aqûb hebûn. 23 Kurên ji Lêayê: Rûbênê nixuriyê Aqûb, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar û Zevûlon. 24 Kurên ji Rahêlê: Ûsiv û Binyamîn. 25 Kurên ji Bîlhaya cariyeya Rahêlê: Dan û Neftelî. 26 Kurên ji Zîlpaya cariyeya Lêayê: Gad û Aşêr. Kurên Aqûb ên ku li Paddan-Aramê çêbûbûn, ew bûn. 27 Aqûb li Mamrê hat ba Îshaqê bavê xwe ku nêzîkî Qîryat-Arbayê bû û Îbrahîm û Îshaq bi xerîbî lê mabûn. Qîryat-Arba Hevron e. 28 Îshaq sed û heştê sal kir. 29 Ew kal bû û ji jiyanê têrbûyî wî ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe. Kurên wî Esaw û Aqûb ew veşartin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey