Destpêk 34 - Kurmanji ÎncîlDînaya keça Aqûbê Pêxember û Şexemê kurê Hamor 1 Dînaya keça Aqûb a ji Lêayê, rojekê derket ku jinên herêmê ziyaret bike. 2 Çaxê Şexemê kurê Hamorê Hîwiyê mîrê herêmê ew dît, girt bi zorê pê re raza û nizim kir. 3 Dilê wî ket keça Aqûb, wî ji wê hez kir û bi dilovanî pê re peyivî. 4 Şexem ji bavê xwe Hamor re got: “Vê keçikê ji min re bixwaze.” 5 Çaxê Aqûb bihîst ku keça wî Dîna hatiye qirêjkirin, kurên wî li çolê li ber pezê wî bûn. Heta ku ew hatin mal, Aqûb dengê xwe dernexist. 6 Hamorê bavê Şexem ji bo ku bi Aqûb re bipeyive çû ba wî. 7 Di vê navberê de kurên Aqûb ji çolê vedigeriyan. Gava wan ev yek bihîst, gelek dilêş û hêrs bûn. Çimkî Şexem bi keça Aqûb re razabû û li welatê Îsraêl kirêtî kiribû. Divê ev yek qet nehata kirin. 8 Lê Hamor ji wan re got: “Dilê kurê min Şexem ketiye keça we. Ji kerema xwe wê bidin wî. 9 Em bibin merivên hev. Keçên xwe bidin me û keçên me ji xwe re bibin. 10 Hûn dikarin di nav me de bijîn, welat li ber we ye. Tê de rûnin, bazirganiyê bikin û bibin xweyî mal û milk.” 11 Şexem ji bav û birayên Dînayê re got: “Bila dilê we bi min xweş be, hûn çi bixwazin ezê bidim we. 12 Hûn çiqas qelen û diyarî bixwazin ezê bidim. Tenê keçikê bidin min.” 13 Ji ber ku Dînaya xwişka wan hatibû qirêjkirin, kurên Aqûb bi hîle bi Şexem û bavê wî Hamor re peyivîn. 14 Wan got: “Nabe, em nikarin xwişka xwe bidin mirovekî bêsinet. Ev ji me re şerm e. 15 Tenê em dikarin bi şertekî razî bibin: Hemû mêrên we sinet bibin û bibin wekî me. 16 Wî çaxî emê keçên xwe bidin we û keçên we ji xwe re bînin. Emê di nav we de bijîn û bibin miletek. 17 Lê heke hûn qebûl nekin û sinet nebin, emê xwişka xwe bibin û herin.” 18 Ev pêşniyara wan, bi dilê Hamor û kurê wî Şexem bû. 19 Xortê ciwan ê ku di hemû mala bavê xwe de yê herî birûmet bû, dereng nema û tiştê ku wan got, kir. Çimkî ew dildarê keça Aqûb bû. 20 Hamor û Şexemê kurê wî çûn ber dergehê bajêr ku bi mêrên bajêr re bipeyivin. Wan got: 21 “Ev mirov bi me re dost in. Bila li welatê me bijîn, tê de bazirganiyê bikin. Welatê me têra xwe berfireh e, têra me û wan dike. Em dikarin keçên wan ji xwe re bînin û keçên xwe bidin wan. 22 Lê ew mirov, bi tenê bi şertê ku hemû mêrên me jî wekî wan sinet bibin, wê razî bibin ku bi me re bijîn û bi wan re bibin miletek. 23 Ma bi vî awayî wê keriyên wan, malê wan û hemû heywanên wan nebin ên me? Werin em bi wan re li hev bikin û bila bi me re bijîn.” 24 Hemû mêrên bajêr gotina Hamor û kurê wî Şexem qebûl kirin û sinet bûn. 25 Piştî sê rojan, dema tevahiya mêran êşa sinetbûnê dikişandin, du kurên Aqûb, birayên Dînayê Şimûn û Lêwî, şûrên xwe hildan, bêtirs ketin bajêr û hemû mêr kuştin. 26 Wan Hamor û kurê wî Şexem jî dan ber şûran, Dîna ji mala Şexem derxistin û çûn. 27 Hemû kurên Aqûb hatin ser laşan û bajarê ku xwişka wan lê hatibû qirêjkirin, talan kirin. 28 Pez, dewar, ker û her tiştên wan ên ku li bajêr û li çolê bûn, hildan. 29 Hemû mal, jin û zarokên xwe birin, her tiştên li malên wan talan kirin. 30 Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.” 31 Jê re got: “Tiştê ku bi fahîşekê re dike, çawa dikare bi xwişka me re bike?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey