Destpêk 33 - Kurmanji ÎncîlAqûbê Pêxember Esawê Pêxember dibîne 1 Aqûb serê xwe rakir û dît ku va ye Esaw bi çar sed mirovên xwe re tê. Wî zarok di nav Lêa, Rahêl û herdu cariyeyan de kirin du beş. 2 Wî carî û zarokên wan li pêş, Lêa û zarokên wê li pey û Rahêl û Ûsiv danî paşiyê. 3 Aqûb bi xwe derbasî pêşiyê bû û çaxê ku nêzîkî birayê xwe bû, heft caran xwe tewand erdê. 4 Lê Esaw bezî hat pêşiya wî, ew hembêz kir, xwe avêt stûyê wî û ew ramûsa. Herdu jî giriyan. 5 Piştre Esaw serê xwe rakir, li jin û li zarokan nêrî û got: “Ev kesên bi te re kî ne?” Aqûb got: “Ev zarokên xulamê te ne ku kerema Xwedê ne.” 6 Carî bi zarokên xwe re nêzîk bûn û xwe tewandin. 7 Piştre Lêa û zarokên xwe nêzîk bûn û xwe tewandin. Di dawiyê de Ûsiv û Rahêl nêzîk bûn û xwe tewandin. 8 Esaw pirsî û got: “Ev koma ku ez lê rast hatim, tê çi wateyê?” Aqûb got: “Ji bo ku dilê xweyê min bi min xweş be.” 9 Lê Esaw got: “Bi qasî ku têra min bike malê min heye. Bila malê te ji te re be.” 10 Aqûb got: “Nexêr ji kerema xwe, heke dilê te bi min xweş be, tu vê diyariya min qebûl bike. Dîtina rûyê te, wekî dîtina rûyê Xwedê ye. Çimkî te ez bi serbilindî qebûl kirim. 11 Ji kerema xwe, vê diyariya ku min ji te re aniye qebûl bike. Çimkî Xwedê li min hat rehmê û her tiştê min heye.” Ji ber ku Aqûb pir bi ser ve çû, Esaw qebûl kir. 12 Piştre Esaw got: “De em herin, ezê bidim pêşiya te.” 13 Lê Aqûb jê re got: “Ezbenî, tu dizanî ku zarok hûr in û divê ez bala xwe bidim pez û dewarên şîr. Heke rojeke din jî em wan bajon, wê hemû telef bibin. 14 Bila xweyê min li pêşiya xulamê xwe here. Ezê li gorî rêveçûna heywan û zarokan hêdî hêdî bêm, heta ku ez li Seîrê bigihîjim te.” 15 Esaw got: “Wî çaxî bihêle ez çend kesan bi te re bihêlim.” Aqûb got: “Çima? Tenê ez dixwazim dilê xweyê min bi min xweş be.” 16 Wê rojê Esaw ji bo ku vegere Seîrê da rê. 17 Aqûb jî koçî Sûkkotê kir, li wê derê ji xwe re xanî ava kir û ji pezê xwe re gom çêkirin. Ji ber vê yekê ji wî cihî re Sûkkot tê gotin. 18 Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê hat, ew bi ewlehî gihîşt bajarê Şexema welatê Kenanê û li pêş bajêr kon veda. 19 Wê zeviya ku kon lê veda, ji kurên Hamor, ji bavê Şexem bi sed perçe zîvî kirî. 20 Li wir gorîgehek çêkir û navê wê derê kir “Êl-Êlohê-Îsraêl.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey