Destpêk 31 - Kurmanji ÎncîlAqûbê Pêxember ji Lavan direve 1 Aqûb bihîst ku kurên Lavan dibêjin: “Aqûb hemû malê bavê me bir. Tevahiya dewlemendiya xwe, ji malê bavê me civand.” 2 Aqûb di rûyê Lavan de ferq kir ku êdî wekî berê pê re tevnagere. 3 Xudan ji Aqûb re got: “Vegere welatê bav û kalên xwe, ba mirovên xwe. Ezê bi te re bim.” 4 Li ser vê yekê Aqûb şand pey Lêa û Rahêlê ku bên wê zeviya kerî lê ye. 5 Wî ji wan re got: “Ez dibînim ku bavê we ji bo min ne wekî berê ye, lê Xwedayê bavê min bi min re ye. 6 Hûn dizanin ku ez bi hemû hêza xwe ji bo bavê we xebitîm. 7 Lê bavê we ez xapandim û deynê min ê ku lê bû deh caran guhert. Lê Xwedê nehişt ku xisarê bide min. 8 Heke wî bigota: ‘Wê yên belek ji te re bin,’ wê hemû pez belek biza. Lê heke wî bigota: ‘Wê yên bi xet ji te re bin,’ wê hemû pez bi xet biza. 9 Xwedê keriyên bavê we jê standin û dan min. 10 “Carekê dema pez fahl bû min xewnek dît û gava min serê xwe rakir, min dît nêriyên ku fahl dibin xetxetî, belek û bi deq bûn. 11 Milyaketê Xwedê di xewnê de ji min re got: ‘Aqûb!’ Min got: ‘Keremke!’ 12 Wî got: ‘Bala xwe bidê, ew nêriyên ku fahl dibin hemû xetxetî, belek û bi deq in. Çimkî min her tiştê ku Lavan bi te kir dît. 13 Ez Xwedayê Bêt-Êlê me, ew cihê ku te lê kêlikek bi rûnkirinê kifş kir û ji min re soz da û got: Niha rabe ji vî warî derkeve û vegere welatê ku tu lê çêbûyî.’” 14 Rahêl û Lêayê got: “Ma êdî di mala bavê me de par û mîrasa me heye? 15 Ma di çavê wî de em ne xerîb in? Çimkî wî ne tenê em firotin, lê heq û berdêla me jî xwar. 16 Bi rastî hemû hebûna ku Xwedê ji bavê me stand, ya me û ya zarokên me ye. Niha her tiştê ku Xwedê ji te re gotiye, bike.” 17 Aqûb rabû, jin û zarokên xwe li deveyan siwar kirin, 18 hemû heywanên xwe û hemû malê ku li Paddan-Aramê qezenc kiribû hildan û berê xwe da welatê Kenanê ba Îshaqê bavê xwe. 19 Di wan rojan de Lavan çûbû miyên xwe hevring bike û Rahêlê pûtên malê yên bavê xwe dizîn. 20 Aqûb jî Lavanê Aramî xapand û jê re negot ku wê here. 21 Wî her tiştê xwe hilda û reviya. Ew di Feratê re derbas bû û berê xwe da aliyê herêma çiyayî ya Gîladê. Lavan dide pey Aqûbê Pêxember 22 Di roja sisêyan de ji Lavan re hat gotin ku Aqûb reviyaye. 23 Lavan mirovên xwe hildan, heft rojan da pey Aqûb û li herêma çiyayî ya Gîladê gihîşt wî. 24 Lê Xwedê bi şev hat xewna Lavanê Aramî û jê re got: “Hay ji xwe hebe! Ji Aqûb re ne tiştekî baş û ne jî tiştekî xerab nebêje.” 25 Dema Lavan gihîşt Aqûb, wî konê xwe li çiyê danîbû. Lavan jî bi zilamên xwe re li herêma çiyayî ya Gîladê kon vedabû. 26 Lavan ji Aqûb re got: “Ev çi ye ku te kir? Te ez xapandim, keçên min hildan û wekî dîlên şer birin. 27 Tu çima bi dizî reviyayî û te ez xapandim? Te çima ji min re negot? Minê tu bi şahî, bi stranan, bi def û çengê bişanda. 28 Te nehişt ku ez keçên xwe û neviyên xwe ramûsim û bişînim. Te tiştekî ehmeqî kir. 29 Qeweta min heye ku ez xerabiyê bi we bikim, lê şeva din Xwedayê bavê te ji min re got: ‘Hay ji xwe hebe! Tiştekî bi Aqûb neke, ne bi başî, ne jî bi xerabî.’ 30 Ji ber ku te pir bêriya mala bavê xwe kiriye tu çûyî, lê te çima îlahên min dizîn?” 31 Aqûb ji Lavan re got: “Ez tirsiyam, çimkî min got tê bi zorê keçên xwe ji min bistînî. 32 Lê tu îlahên xwe bi kê re bibînî, wê nema bijîn. Li pêş van zilaman bigere û heke di nav tiştên me de, tiştekî te hebe, hilde.” Aqûb nizanibû ku Rahêlê ew dizîne. 33 Li ser vê yekê Lavan ket konê Aqûb, konê Lêayê û konê herdu cariyeyan, lê wî tiştek nedît. Ji konê Lêayê derket û ket konê Rahêlê. 34 Rahêlê pûtên malê hildabûn, xistibûn nav kurtanê deveyê û li ser rûniştibû. Lavan li hemû derên kon geriya, lê pût nedîtin. 35 Rahêlê ji bavê xwe re got: “Ezbenî nexeyide ku ez ji ber te ranabim. Çimkî ez bi nexweşiya jinan ketime.” Lavan geriya, lê wî tu pût nedîtin. 36 Aqûb hêrs bû û bi Lavan re devjenî kir. Wî got: “Neheqiya min çi ye? Min çi guneh kiriye ku te wisa da pey min? 37 Niha tu li nav hemû tiştên min geriyayî, ma te tiştekî xwe dît? Heke te dîtibe deyne pêşiya min û van kesan. Bila ew navbeynkariyê bikin û biryarê bidin. 38 Ev bîst sal e ku ez li ba te me. Mî û bizinên te ber neavêtin û min beranekî jî, ji keriyê te nexwariye. 39 Pezê te yê ku heywanên çolê li wan xistin min ji te re neanî, min bi xwe zirara wan dida. Çi bi şev, çi bi roj, heywanên dihatin dizîn, te berdêla wê ji min dixwest. 40 Germa rojê û germa şevê ez perîşan dikirim. Xew nediket çavê min. 41 Bi vî awayî bîst salan min xulamiya te kir. Ez ji bo du keçên te çardeh û ji bo pezê te jî şeş salan xebitîm. Te deh caran deynê min guhert. 42 Heke Xwedayê bavê min, ango Xwedayê Îbrahîm û Xwedayê ku Îshaq jê ditirse bi min re nebûya, bêguman tê niha ez destvala bişandama. Lê Xwedê zehmetiya min û keda destên min dît û şeva çûyî hat xewna te.” 43 Lavan li Aqûb vegerand û got: “Ew jin, keçên min in, ew zarok, zarokên min in, keriyên pêz jî keriyên min in. Her tiştê ku tu dibînî yê min e. Lê îro ez dikarim çi bi keçên xwe û zarokên wan bikim? 44 Niha were ez û tu, em peymanekê çêkin û bila ew di navbera me de bibe şahid.” 45 Aqûb kevirek hilda û ew wekî kêlik çikand. 46 Wî ji mirovên xwe re got: “Hinek keviran bidin hev.” Wan kevir kom kirin û li wir nan xwarin. 47 Lavan navê şikêra keviran Yegar-Şahadûta, Aqûb jî navê wê Galêd danî. 48 Lavan got: “Îro ev şikêra keviran di navber min û te de şahid e.” Ji ber vê yekê ji şikêrê re Galêd hat gotin. 49 Jê re Mîspa jî tê gotin. Çimkî Lavan got: “Em ji hev dûr jî bin, bila Xudan bibe şahidê me. 50 Heke tu keçên min biêşînî, yan tu hewiyan bînî ser wan, kes li ba me nebe jî, bi bîr bîne ku Xwedê di navber min û te de şahid e.” 51 Lavan berdewam kir û ji Aqûb re got: “Va ye şikêra keviran û kêlika ku min çikandiye. 52 Bila ev kom şahidek û ev kêlik şahidek be ku ezê ji vê komê derbas nebim û xerabiyê bi te nekim. Tê jî, ji vê kom û ji vî kêlikî derbas nebî û xerabiya min nekî. 53 Xwedayê Îbrahîm, Nahor û bavê wan, bila di navbera me de dadger be.” Aqûb bi navê Xwedayê ku Îshaq jê ditirse sond xwar. 54 Wî li ser çiyê qurbanek serjê kir û zilamên xwe gazî xwarinê kir. Wan xwarina xwe xwar û şeva xwe li herêma çiyayî derbas kir. 55 Serê sibê zû Lavan keç û neviyên xwe ramûsan û ew pîroz kirin. Piştre ew vegeriya mala xwe. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey