Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 30 - Kurmanji Încîl

1 Çaxê Rahêlê dît ku tu zarokan nayîne, ew hesidî xwişka xwe. Wê ji Aqûb re got: “Bike ku zarokan bînim an na ezê bimirim.”

2 Hêrsa Aqûb li wê rabû û got: “Ma ez dikarim cihê Xwedê bigirim ku nahêle tu zarokan bînî?”

3 Wê got: “Va ye, cariyeya min Bîlha. Here ba wê, bila ji min re zarokekî bîne ku ez pê karibim malê ava bikim.”

4 Rahêlê Bîlhaya cariyeya xwe bi jinîtî da wî. Aqûb çû ba wê.

5 Ew bi zaro ma û ji Aqûb re kurekî anî.

6 Rahêlê got: “Xwedê ez rast dîtim, dengê min bihîst û kurek da min.” Ji ber vê yekê wê navê kurik Dan danî.

7 Bîlhaya cariyeya Rahêlê dîsa bi zaro ma û kurekî din da Aqûb.

8 Rahêlê got: “Li dijî xwişka xwe serfiraz bûm û bi ser ketim.” Wê navê kurik Neftelî danî.

9 Çaxê Lêayê dît ku nema zarokan tîne, wê Zîlpaya cariyeya xwe bi jinîtî da Aqûb.

10 Zîlpaya cariyeya Lêayê ji Aqûb re kurek anî.

11 Lêayê got: “Oxira min geş e!” Wê navê wî Gad danî.

12 Zîlpaya cariyeya Lêayê kurekî din da Aqûb.

13 Lêayê got: “Ez çiqas dilşa me! Wê jin ji min re bêjin dilşa.” Wê navê kurik Aşêr danî.

14 Di dema dirûna genim de Rûbên çû nav zeviyê, hinek sêvikên evînê dîtin û ew anî da diya xwe Lêayê. Rahêlê ji Lêayê re got: “Rica dikim tu hinek ji wan sêvikên evînê ku kurê te aniye bidî min.”

15 Lê Lêayê got: “Te mêrê min stand, ne bes bû? Tu niha rabûyî û sêvikên evînê yên kurê min dixwazî?” Rahêlê got: “Baş e, bila ji dêla sêvikên evînê yên kurê te, ew îşev bi te re razê.”

16 Wê êvarê gava Aqûb ji zeviyê hat, Lêa çû pêşiya wî û got: “Divê tu bi min re têkevî nav nivînan. Min tu bi sêvikên evînê yên kurê xwe kirê kirî.” Aqûb wê şevê pê re raza.

17 Xwedê Lêa bihîst û ew bi zaro ma û wê kurê pêncan da Aqûb.

18 Lêayê got: “Ji ber ku min cariyeya xwe da mêrê xwe, Xwedê xelat da min.” Wê navê kurik, Îssexar danî.

19 Lêa dîsa bi zaro ma û kurê şeşan da Aqûb.

20 Piştre Lêayê got: “Xwedê diyariyeke baş da min. Êdî wê mêrê min rûmetê bide min, çimkî min jê re şeş kur anîn.” Navê wî Zevûlon danî.

21 Piştre Lêayê keçikek anî û navê wê Dîna danî.

22 Xwedê Rahêlê bi bîr anî, wî ew bihîst û malzaroka wê vekir.

23 Rahêl bi zaro ma, kurek anî û got: “Xwedê şerma min hilanî.”

24 Wê navê kurik Ûsiv danî û got: “Bila Xudan kurekî din bide min.”


Keriyê Aqûbê Pêxember zêde dibe

25 Piştî ku Rahêlê Ûsiv anî, Aqûb ji Lavan re got: “Bihêle ez herim mala xwe û ser axa xwe.

26 Jin û zarokên min bide min, ez bidim rê. Ez ji bo wan ji te re xebitîm. Tu dizanî ku ez çiqas ji te re xebitîm.”

27 Lê Lavan jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, ji kerema xwe li vir bimîne. Çimkî bi rimildarî ez têgihîştim ku Xudan ji rûyê te ez pîroz kirime.

28 Heqê te çi ye bêje, ezê bidim.”

29 Aqûb jê re got: “Tu dizanî ku ez çawa ji te re xebitîme û ez çawa li keriyên te bûme xweyî.

30 Beriya hatina min, malê te hindik bû, niha zêde û belav bûye. Bi her tiştê ku min kir, Xudan tu pîroz kirî. Ezê kengê ji bo mala xwe bixebitim?”

31 Lavan pirsî: “Ez çi bidim te?” Aqûb lê vegerand û got: “Tu tiştekî nede min. Lê heke tu qebûl bikî, ezê dîsa keriyên pezê te biçêrînim û li heywanên te binêrim.

32 Bihêle îro ez di nav keriyên te de bigerim, miyên bi deq û belek, hemû berxên reş û bizinên belek û bi deq veqetinîm. Bila ew bibin heqê min.

33 Çaxê ji îro û pê ve tu bêyî û li heqê ku te daye min binêrî, tê rastbûna min fêm bikî: Hemû bizinên min ên bêdeq û nebelek û hemû berxên min ên nereş, kifş e ku min ew dizîne.”

34 Lavan got: “Baş e, bila li gorî gotina te be.”

35 Wê rojê Lavan hemû nêriyên bi deq û belek, hemû bizinên bi deq û bi xet û hemû berxên reş veqetandin û kurên xwe danî ber.

36 Paşê bi qasî riya sê rojan ji Aqûb dûr ket. Aqûb şivantiya keriyên din ên Lavan kir.

37 Aqûb ji darên spîndar, behîv û çinaran şaxên teze jêkirin, ew qeşartin û belek kirin.

38 Çaxê fahlbûna pez, min darikên qeşartî datanî pêşiya pez, ser cirnên ku pez jê avê vedixwe.

39 Gava pez li ber darikên belek fahl dibû, berxên bi xet, deq û belek diziyan.

40 Aqûb berx vediqetandin û berê keriyên xwe bi aliyê pezê reş û kever yê Lavan ve dikir. Wî keriyê xwe cuda dikir û nedixist nav keriyê Lavan.

41 Çaxê pezê xurtir fahl dibû, ji bo ku di nav darikên qeşartî de fahl bibin, wî darik li ber çavên wan dixistin cirnên avê.

42 Lê ji bo pezê qels wî darik nedidan pêş wan. Bi vî awayî yên qels ji Lavan re diçûn û yên xurt jî dibûn ên Aqûb.

43 Êdî Aqûb gelek dewlemend bûbû. Gelek keriyên pez û dewar, xulam, xadim, deve û kerên wî çêbûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan