Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 29 - Kurmanji Încîl


Aqûbê Pêxember digihîje Paddan-Aramê

1 Aqûb da rê û hat welatê gelên rojhilat.

2 Wî dît ku li çolê bîrek hebû. Sê keriyên pêz li ber bîrê mexel bûbûn, çimkî ew ji bîrê dihatin avdan. Kevirekî mezin li ser devê bîrê hebû.

3 Çaxê hemû kerî li wê derê diciviyan, şivanan kevir ji ser devê bîrê gêr dikir û av didan pezê xwe. Piştre dîsa kevir datanîn ser devê bîrê.

4 Aqûb ji şivanan pirsî û got: “Birano, hûn ji ku ne?” Wan got: “Em ji Heranê ne.”

5 Wî got: “Ma hûn Lavanê neviyê Nahor nas dikin?” Wan lê vegerand û got: “Erê em nas dikin.”

6 Aqûb pirsî: “Çawa ye, baş e?” Wan got: “Baş e. Keça wî Rahêl bi pez re tê.”

7 Wî ji wan re got: “Binêrin, hê ji êvarê re pir heye. Ne wextê komkirina keriyan e. Pezê xwe av bidin û bibin biçêrînin.”

8 Wan got: “Heta ku hemû kerî kom nebin û kevir ji ser devê bîrê neyê gêrkirin, nabe. Tenê wî çaxî em dikarin pez av bidin.”

9 Hê dema ew bi wan re dipeyivî Rahêl bi keriyê bavê xwe re hat. Çimkî ew şivan bû.

10 Gava Aqûb Rahêla keça Lavanê xalê xwe û keriyê wê dîtin, çû kevir ji ser devê bîrê rakir û pezê xalê xwe av da.

11 Piştre Aqûb Rahêl maçî kir û bi dengekî bilind giriya.

12 Wî ji Rahêlê re got ew ji aliyê bavê wê ve mirovên hev in û ew kurê Rebeqayê ye. Rahêl rabû, beziya çû ji bavê xwe re got.

13 Lavanê ku bihîst Aqûbê xwarziyê wî hatiye, bi lez çû pêşiya wî. Lavan ew hembêz kir, ramûsa û anî mala xwe. Aqûb hemû tişt ji Lavan re gotin.

14 Lavan jê re got: “Bi rastî tu xwîn û goştê min î.” Piştî ku Aqûb mehekê li ba wî ma,


Aqûbê Pêxember bi Lêa û Rahêlê re dizewice

15 Lavan jê re got: “Tu merivê min î, lê nabe ku tu belaş ji min re bixebitî. Ka bêje heqê te çi ye?”

16 Du keçên Lavan hebûn. Ya mezin Lêa, ya biçûk jî Rahêl bû.

17 Çavên Lêayê xweşik bûn, lê bi her awayî Rahêl bedew û delaltir bû.

18 Dilê Aqûb ket Rahêlê. Wî got: “Ezê ji bo keça te ya biçûk Rahêlê heft salan xulamiya te bikim.”

19 Lavan got: “Ma ezê yekî ji te çêtir bibînim? Were û li ba min bimîne.”

20 Aqûb ji bo Rahêlê heft salan xebitî. Lê ev jê re wekî çend rojan bû. Çimkî wî ji Rahêlê gelekî hez dikir.

21 Paşê Aqûb ji Lavan re got: “Qewlê min temam bû. Êdî keça xwe bide ku em bizewicin.”

22 Lavan hemû xelkê wê derê civand û şahiyek çêkir.

23 Gava bû êvar wî keça xwe Lêayê ji Aqûb re bir û ew pê re raza.

24 Lavan Zîlpaya cariyeya xwe da xizmeta Lêayê.

25 Çaxê bû sibe, Aqûb dît ku Lêa ye! Wî ji Lavan re got: “Ev çi bû ku te bi min kir? Ez ji bo Rahêlê li ba te xebitîbûm. Çima te ez xapandim?”

26 Lavan lê vegerand û got: “Li ba me adet e, heta ku keçika mezin di malê de be, ya biçûk nadin mêr.

27 Tu vê heftiyê temam bike, emê Rahêlê jî bidin te. Lê divê tu ji bo wê jî heft salan bixebitî.”

28 Aqûb gotina wî qebûl kir. Wî heftiyekê bi Lêayê re temam kir û piştre Lavan keça xwe Rahêlê da wî.

29 Lavan Bîlhaya cariyeya xwe jî da xizmeta Rahêlê.

30 Aqûb bi Rahêlê re raza û wî ji Lêayê bêtir ji Rahêlê hez kir. Aqûb heft salên din ji Lavan re xebitî.


Zarokên Aqûbê Pêxember

31 Çaxê Xudan dît ku Lêa nayê hezkirin, wî malzaroka wê vekir. Lê Rahêl kordunde bû.

32 Lêa bi zaro ma û kurek anî. Wê navê wî Rûbên danî Lêayê got: “Xudan xemgîniya min dît. Bêguman êdî wê mêrê min ji min hez bike.”

33 Ew careke din bi zaro ma û wê kurekî din anî. Wê got: “Ji ber ku Xudan bihîst ez nayêm hezkirin, wî ev kurik jî da min.” Wê navê wî Şimûn danî.

34 Lêa careke din jî bi zaro ma û kurekî din anî. Wê got: “Niha êdî wê mêrê min bi min ve bê girêdan. Çimkî min jê re sê kur anîn.” Wê navê kurê xwe Lêwî danî.

35 Ew dîsa bi zaro ma û kurekî din anî. Got: “Ezê pesnê Xudan bidim.” Wê navê kurê xwe Cihûda danî û demekê zarok neanîn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan