Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 28 - Kurmanji Încîl

1 Îshaq gazî Aqûb kir, ew pîroz kir û got: “Ji keçên Kenaniyan jinê neyîne.

2 Zû rabe here Paddan-Aramê mala Betûêlê kalikê xwe. Li wir, keçeka xalê xwe Lavan ji xwe re bîne.

3 Xwedayê Karîndar te pîroz bike, te zêde bike, ziriyeta te pir bike û tu bibî komeke gelan.

4 Xwedê wê bereketa ku dabû Îbrahîm, bide te û ziriyeta te. Tu wî welatê ku Xwedê dabû Îbrahîm û tu bi xerîbî lê dimînî, ji xwe re bikî milk.”

5 Îshaq Aqûb bi rê kir. Ew çû Paddan-Aramê ba Lavanê kurê Betûêlê Aramî. Ew birayê Rebeqaya diya xwe û Esaw bû.

6 Esaw ev dîtin: Îshaq Aqûb pîroz kiriye, şandiye Paddan-Aramê ku jinekê bîne, gava şandiye jê re gotiye: “Tu ji keçên Kenaniyan jinê neyîne”

7 û herwiha Aqûb jî bi ya dê û bavê xwe kiriye û çûye Paddan-Aramê.

8 Ji ber ku wî dît keçên Kenanî li ber çavê bavê wî Îshaq ne xweş in,

9 Esaw çû ba Îsmaîlê kurê Îbrahîm û keça wî, Mahalata xwişka Nevayot anî ser jinên xwe.


Xewna Aqûbê Pêxember

10 Aqûb ji Beêr-Şevayê rabû ber bi Heranê ve çû.

11 Çaxê gihîşt derekê, li wir sekinî ku şeva xwe derbas bike. Çimkî roj çûbû ava. Wî ji wir kevirek hilanî û danî ber serê xwe ku razê.

12 Wî di xewna xwe de pêpelûkekê dît ku ji erdê heta ezmanan dirêj dibe. Milyaketên Xwedê pê dihatin xwarê û diçûn jor.

13 Xudan li ber serê wî sekinî û got: “Ez Xudan, Xwedayê bavkalê te Îbrahîm û Îshaq im. Ezê vî erdê ku tu li ser vezeliyayî bidim te û ziriyeta te.

14 Wê ziriyeta te wekî toza erdê zêde bibe û hûnê ber bi rojava û rojhilat, ber bi bakur û başûr ve belav bibin. Wê hemû eşîrên li ser rûyê erdê bi te û bi ziriyeta te pîroz bibin.

15 Ez bi te re me. Li her dera ku tu herî, ezê te biparêzim û te bi şûn de bizivirînim vî welatî. Heta ku ez, wê soza ku min daye te pêk neyînim ez ji te naqetim.”

16 Çaxê Aqûb ji xew hişyar bû, ji xwe re got: “Bi rastî Xudan li vir e, lê haya min jê nebû.”

17 Ew tirsiya û got: “Ev çi dereke bi saw e. Ev der Mala Xwedê bi xwe ye, ev dergehê ezmanan e.”

18 Aqûb serê sibê zû rabû, ew kevirê ku bi şev danîbû ber serê xwe wekî kêlikekî çikand û rûn bi ser de rijand.

19 Wî navê wê derê Bêt-Êl danî. Navê bajêr ê berê Lûz bû.

20 Piştre Aqûb soz da û got: “Heke Xwedê bi min re be, di riya ku ez lê diçim de min biparêze û xwarina ez dixwim û cilên ez li xwe dikim bide min

21 ku ez bi xêr û silamet vegerim mala bavê xwe, wê gavê wê Xudan bibe Xwedayê min.

22 Bila ew kevirê ku min bi kêlikî çikandiye bibe mala Xwedê. Ji her tiştê ku tu bidî min, ezê dehyekê bidim te.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan