Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 27 - Kurmanji Încîl


Îshaqê Pêxember Aqûbê Pêxember pîroz dike

1 Çaxê Îshaq pîr bûbû û êdî çavên wî qels bûbûn, wî gazî kurê xwe yê mezin Esaw kir û jê re got: “Kurê min!” Esaw got: “Belê ezbenî.”

2 Îshaq got: “Êdî ez pîr bûme. Ez nizanim ezê kengê bimirim.

3 Niha tu çekên xwe rapêçe, tîr û kevanê xwe hilde û here çolê ji min re nêçîrê bike.

4 Xwarineke bilezet a ku ez jê hez dikim çêke û bîne ez bixwim. Beriya ez bimirim, ezê te pîroz bikim.”

5 Çaxê Îshaq bi kurê xwe Esaw re dipeyivî, Rebeqayê guhdariya wan dikir. Gava Esaw ji bo nêçîrê çû çolê,

6 Rebeqayê ji kurê xwe Aqûb re got: “Binêre, min bihîst ku bavê te ji birayê te Esaw re got:

7 ‘Ji bo min here nêçîrê û xwarineke bilezet çêke ku ez bixwim û beriya bimirim, li ber Xudan te pîroz bikim.’

8 Niha kurê min, bi baldarî guhdar be û tiştê dibêjim bike.

9 Rabe here nav keriyê pez û ji min re du karikên baş bîne. Ezê ji wan xwarineke bilezet a ku bavê te jê hez dike çêkim.

10 Ji bo ku bavê te bixwe jê re bibe ku beriya mirina xwe te pîroz bike.”

11 Aqûb ji diya xwe Rebeqayê re got: “Birayê min Esaw bipirç e û ez bêpirç im.

12 Heke bavê min dest bi min bide, wê fêm bike ku ez wî dixapînim. Di cihê bereketê de wê naletê bi ser min de bîne.”

13 Diya wî jê re got: “Bila nalet bi ser min de bê, lawo! Tiştê ku ez ji te re dibêjim bike. Here û wan ji min re bîne.”

14 Aqûb çû û karik ji diya xwe re anîn. Wê jî xwarineke bilezet çêkir ku bavê wî jê hez dike.

15 Rebeqa rabû, cilên herî baş ên kurê xwe yê mezin Esaw ku li malê li ba wê bûn, li kurê xwe yê biçûk Aqûb kir.

16 Wê destên Aqûb û stûyê wî yê rût, bi çermê karikê nixamtin.

17 Wê xwarina xweş a bilezet û nanê ku wê lêxistibû da destê Aqûb.

18 Ew çû ba bavê xwe û got: “Bavo!” Îshaq got: “Belê lawo, tu kîjan î?”

19 Aqûb got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im. Tiştê ku te ji min re got, min kir. Ji kerema xwe rabe û ji goştê nêçîra ku min ji te re kiriye bixwe ku tu min pîroz bikî.”

20 Îshaq ji kurê xwe pirsî: “Te çawa evqas zû ev nêçîr dît kurê min?” Aqûb got: “Xwedayê te Xudan alîkariya min kir.”

21 Îshaq ji Aqûb re got: “Nêzîkî min bibe lawo, ez destê xwe bi te bikim, gelo bi rastî jî tu Esaw î yan na?”

22 Aqûb nêzîkî bavê xwe Îshaq bû, bavê wî destê xwe pê kir û got: “Deng dengê Aqûb e, lê dest destên Esaw in.”

23 Wî ew nas nekir, çimkî destên wî wekî destên birayê wî Esaw bipirç bûn. Îshaq ew pîroz kir.

24 Jê re got: “Bi rastî jî tu Esawê kurê min î?” Aqûb got: “Erê, ez im!”

25 Îshaq got: “Baş e lawo, de ka rabe hinek ji goştê nêçîra ku te kiriye bîne ku ez bixwim û te pîroz bikim.” Aqûb pêşî xwarin û piştre jî şerab anî. Wî xwar û vexwar.

26 Bavê wî Îshaq got: “Kurê min nêzîk bibe û min ramûse.”

27 Ew nêzîkî bavê xwe bû û wî ew ramûsa. Çaxê Îshaq cilên wî bêhn kir, ew pîroz kir û got: “Va ye, bêhna kurê min, Wekî bêhna çolên ku Xudan pîroz kiriye.

28 Xwedê ji te re ji xunava ezman, Ji adaniya erdê Têr dexil û şeraba nû bide.

29 Bila gel ji te re xulamiyê bikin Û netewe serî li ber te deynin. Bibe serwerên birayên xwe, Bila kurên diya te serî li ber te bitewînin. Yên ku nifirê li te dikin, bila nifir li wan be. Kesên ku te pîroz dikin, pîroz bibin.”


Esawê birayê Aqûbê Pêxember mafê pîrozkirinê winda dike

30 Piştî ku Îshaq Aqûb pîroz kir û ew ji ba bavê xwe rabû, birayê wî Esaw ji nêçîrê hat.

31 Wî jî xwarineke bilezet amade kir û ji bavê xwe re anî. Ji bavê xwe re got: “Bavo, rabe ji goştê nêçîra ku min ji te re aniye bixwe ku tu min pîroz bikî.”

32 Bavê wî Îshaq got: “Tu kî yî?” Wî got: “Ez nixuriyê te me, Esaw im.”

33 Îshaq lerizî û got: “Lê ewê ku çû nêçîr kir û ji min re anî kî bû? Beriya ku tu bêyî, min xwarina xwe xwar û ew pîroz kir. Êdî yê pîroz ew e.”

34 Çaxê Esaw gotina bavê xwe bihîst, ew bi şewat qîriya û ji bavê xwe re got: “Min jî pîroz bike, min jî, bavo!”

35 Îshaq got: “Birayê te bi hîle hat û bereketa te bir.”

36 Esaw got: “Ma beredayî jê re dibêjin Aqûb? Wî du caran ez xapandim. Wî pêşî mafê min ê nixurîtiyê stand, niha jî bereketa min distîne!” Piştre pirsî û got: “Ma te ji bo min jî tu bereket nehişt?”

37 Îshaq lê vegerand û got: “Min ew kir serwerê te û min hemû birayên wî jê re kirin xulam. Min ew bi dexil û şeraba nû xweyî kir. Ma ez dikarim ji bo te çi bikim, lawo?”

38 Esaw jê re got: “Bavo, ma tenê tu dikarî yekî bereket bikî? Min jî bereket bike, bavo!” Esaw bi dengekî bilind giriya.

39 Bavê wî Îshaq wiha got: “Wê cihê te ji adaniya erdê Û ji xunava ezman dûr be.

40 Tê bi şûrê xwe bijî Û ji birayê xwe re xulamiyê bikî. Çaxê tu bixwazî azad bibî, Tê nîrê wî yê li ser stûyê xwe bişikênî û bavêjî.”


Aqûbê Pêxember direve ba Lavan

41 Ji ber ku bavê wî Aqûb pîroz û bereket kiribû, kîna Esaw li dijî Aqûb zêde bû. Di dilê xwe de got: “Rojên şîna bavê min nêzîk bûne. Ezê birayê xwe Aqûb bikujim.”

42 Çaxê ji Rebeqayê re hat gotin ku kurê wê yê mezin Esaw çi gotiye, wê şand pey kurê xwe yê biçûk û jê re got: “Binêre, birayê te Esaw bi niyeta kuştina te xwe teselî dike.

43 Lawo, bi gotina dengê min bike. Zû bireve Heranê ba birayê min Lavan.

44 Heta ku kela birayê te sar dibe, li ba wî bimîne.

45 Çaxê ku hêrsa birayê te li te sar bû û ya ku te pê kir ji bîr kir, ezê bişînim pey te û te bînim. Ez çima we herduyan di rojekê de winda bikim?”

46 Rebeqayê ji Îshaq re got: “Ez ji rûyê wan jinên Hîtîtî ve ji jiyanê têr bûm. Heke Aqûb jî bi keçên vî welatî re, bi keçên Hîtîtî re bizewice, ezê çawa bijîm?”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan