Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 25 - Kurmanji Încîl


Kurên Îbrahîmê Pêxember ên din
( Dîrok I, 1:32-33 )

1 Îbrahîm jineke din ji xwe re anî. Navê wê Qetûra bû.

2 Kurên ji Qetûrayê: Zîmran, Yoqşan, Medan, Mîdyan, Yîşbaq û Şûah.

3 Kurên Yoqşan: Şeva û Dedan. Ziriyeta Dedan: Aşûrî, Letûşî û Leûmî.

4 Kurên Mîdyan: Eyfa, Êfer, Henox, Avîda û Êldae. Ev hemû ji Qetûrayê bûn.

5 Îbrahîm her tiştê xwe ji Îshaq re hişt.

6 Wî diyarî dan kurên xwe yên ku ji cariyeyên wî bûn û hê gava sax bû, ew ji Îshaq dûr kirin û ber bi rojhilat ve şandin.


Mirina Îbrahîmê Pêxember

7 Bi tevahî, Îbrahîm sed û heftê û pênc sal emir kir.

8 Îbrahîmê kalbûyî û ji jiyanê têrbûyî di emrekî dirêj de, ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe.

9 Kurên wî Îshaq û Îsmaîl ew li şikefta Maxpêlaya nêzîkî Mamreyê, di zeviya Efronê kurê Soharê Hîtîtî de veşartin.

10 Îbrahîm ew zevî ji Hîtîtiyan standibû. Îbrahîm û jina wî Sara li wê derê hatin veşartin.

11 Piştî mirina Îbrahîm, Xwedê kurê wî Îshaq pîroz û bereket kir. Ew li nêzîkî Beêr-Lahay-Royiyê ma.


Ziriyeta Îsmaîlê kurê Îbrahîmê Pêxember
( Dîrok I, 1:29-31 )

12 Qeyda ziriyeta Îsmaîlê kurê Îbrahîm ê ku ji cariyeya Sarayê, Hacera Misrî, ji Îbrahîm re çêbûbû:

13 Li gorî rêza bûyîna xwe, navên kurên Îsmaîl ev in: Nevayotê nixurî, Qêdar, Adbeyêl, Mîvsam,

14 Mîşma, Dûma, Massa,

15 Hadad, Têma, Yetûr, Nafîş û Qêdema.

16 Ev kurên Îsmaîl bûn. Navên duwanzdeh mîrên eşîran li gorî gund û warên wan li wan kiribûn.

17 Bi tevahî, Îsmaîl sed û sî û heft sal emir kir, piştre ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe.

18 Kurên Îsmaîl ber bi Aşûrê ve ji Hawîlayê heta Şûra nêzîkî sînorê Misrê bi cih bûn. Ew li rojhilatê cihê malên hemû birayên xwe bi cih bûn.


Aqûbê Pêxember û Esawê birayê wî

19 Serpêhatiya Îshaqê kurê Îbrahîm: Îbrahîm bavê Îshaq bû.

20 Çaxê Îshaq xwişka Lavanê Aramî, ji Paddan-Aramê keça Betûêlê Aramî Rebeqayê ji xwe re anî, çil salî bû.

21 Îshaq ji bo jina xwe ji Xudan lava kir, çimkî kordunde bû. Xudan bersiv da lavakirina Îshaq û jina wî Rebeqa bi zaro ma.

22 Zarokên di zikê wê de hevdu def dan. Rebeqayê got: “Ev çi bû hat serê min?” Rabû çû ku ji Xudan li ser vê yekê bipirse.

23 Xudan jê re got: “Di zikê te de du milet hene, Wê ji bedena te du neteweyên cuda çêbin. Wê yek ji yê din hêzdartir be, Wê yê mezin xulamiya yê biçûk bike.”

24 Çaxê dema zarokanîna wê hat, di zikê wê de cêwî hebûn.

25 Yê ku pêşî çêbû sor bû û tevahiya bedena wî wekî ebayekî bipirç bû. Navê wî Esaw danîn.

26 Piştre birayê wî çêbû. Bi destê xwe bi pehniya Esaw girtibû. Loma navê wî Aqûb danîn. Çaxê Rebeqayê zarok anîn, Îshaq şêst salî bû.

27 Kurik mezin bûn. Esaw bû nêçîrvanekî baş ê ku ji çolan hez dike. Aqûb mirovekî bêdengê nav konan bû.

28 Îshaq bêtir ji Esaw hez dikir, çimkî goştê ku wî ji nêçîrê dianî dixwar. Lê Rebeqayê ji Aqûb hez dikir.

29 Rojekê, çaxê Aqûb şorbe çêdikir. Esaw ji nêçîrê hat. Birçî û westiyayî bû.

30 Esaw ji Aqûb re got: “Ez lava dikim, hinek ji vê şorba sor bide min ez bixwim. Ez ji nêza ketim.” Ji ber vê yekê navê din ê Esaw bû Edom.

31 Aqûb jê re got: “Pêşî mafê xwe yê nixurîtiyê bifiroşe min.”

32 Esaw got: “Tu dibînî ez ji birçîbûnê dimirim. Çi bikim ji nixurîtiyê?”

33 Lê Aqûb got: “Tu pêşî sond bixwe.” Esaw sond xwar û mafê kurê mezin firot Aqûb.

34 Aqûb nan û şorbe da Esaw. Wî xwar, vexwar û rabû çû. Bi vî awayî Esaw mafê nixurîtiya xwe biçûk dît.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan