Destpêk 24 - Kurmanji ÎncîlÎshaqê Pêxember û Rebeqaya jina wî 1 Îbrahîm kal bûbû û bi salan ve çûbû. Xudan ew bi hemû awayî pîroz û bereket kiribû. 2 Îbrahîm ji serxulamê xwe yê ku berpirsê her tiştê wî bû re got: “Destê xwe deyne ser ranê min. 3 Ez dixwazim ku tu bi Xudan, bi Xwedayê erd û ezmanan sond bixwî ku tu ji keçikên Kenaniyên ku ez di nav wan de rûdinim, jinekê ji kurê min re neyînî. 4 Lê here welatê min û ji mirovên min, ji kurê min Îshaq re jinekê bîne.” 5 Xulamê wî pirsî û got: “Lê ku keçik nexwaze bi min re bê vî welatî? Ez kurê te bibim wî welatê ku tu jê hatiyî?” 6 Îbrahîm got: “Na, qet nebe ku tu kurê min bibî wê derê. 7 Xwedayê Ezmanan Xudanê ku ez ji mala bavê min, ji welatê ku ez lê çêbûbûm anîme, sond xwar û got: ‘Ezê vê herêmê bidim ziriyeta te.’ Wê milyaketê xwe bişîne pêşiya te ku tu karibî ji wê derê jinekê ji kurê min re bînî. 8 Heke keçik nexwaze bi te re bê, tê ji sonda min rizgar bibî. Tenê tu kurê min nebe wê derê.” 9 Li ser vê yekê xulam destê xwe danî ser ranê malxweyê xwe Îbrahîm û ji bo vî karî sond xwar. 10 Piştre xulam ji malxweyê xwe deh deve bar kirin. Çimkî her cureyê diyariyên hêja yê malxweyê wî di destê wî de bû. Ew çû bajarê Aram-Naharayîmê ku Nahor lê dima. 11 Wî li ber bîra derveyî bajêr deveyên xwe nîx kirin. Berê êvarê bû û jin diçûn bîrê. 12 Xizmetkar dua kir û got: “Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm. Tu îro serketinê bide min û qenciyê bi malxweyê min Îbrahîm bike. 13 Va ye ez li ber bîrê me û keçikên bajêr tên bîrê. 14 Ezê ji yekê re bêjim: ‘Ji kerema xwe ji cerê xwe avê bide min.’ Heke ew jî bibêje: ‘Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî av bidim,’ wî çaxî ezê bizanibim keçika ku te ji xulamê xwe Îshaq re kifş kiriye, ew e. Bi vî awayî wê kifş bibe ku te qencî bi malxweyê min re kiriye.” 15 Hê ew bi xeberdan bû, Rebeqa, cerê wê li ser milan hat. Rebeqa, keça Betûêlê kurê Mîlka bû. Mîlka jina Nahorê birayê Îbrahîm bû. 16 Ew gelekî delal bû. Destê wê bi destê tu mêrî nebûbû. Rabû çû ser bîrê, cerê xwe dagirt û hat. 17 Xizmetkar bi lez çû pêşiya wê û got: “Ji kerema xwe ji cerê xwe avekê bide min.” 18 Rebeqayê cerê xwe zûka xwar kir, av dayê û got: “Kerem bike ezbenî.” 19 Piştre jê re got: “Ez ji bo deveyên te jî avê bînim. Çiqas dixwazin bila vexwin.” 20 Keçikê bi lez ava cêr vala kir cirnê, dîsa vegeriya ser bîrê ku cerê xwe dagire. Bi vî awayî hemû deve têrav kirin. 21 Xulamê Îbrahîm bi awayekî ecêbmayî, bêdeng difikirî û di ber xwe re digot: Gelo bi rastî jî Xudan riya wî rast kiriye yan na? 22 Çaxê deve têrav bûn, xulam xizêmeke zêr a bi giraniya nîv şekelî û du bazinên zêr bi giraniya deh şekelî derxistin ku bide wê. 23 Jê pirsî û got: “Tu keça kê yî? Ka ji min re bibêje, gelo mala bavê te mêvanan dihewînin ku em îşev werin mala we?” 24 Keçikê got: “Ez keça Betûêlê kurê Nahor û Mîlkayê me. 25 Li ba me ka û êm zêde ye û cihê me ji bo mêvanan jî heye.” 26 Xulam serê xwe tewand, pesnê Xudan da. 27 Wî got: “Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, Xudan pîroz be ku wî dilsozî û dilovaniya xwe ji malxweyê min kêm nekir. Hê ez di rê de bûm, Xwedê riya mala mirovên malxweyê min nîşanî min da.” 28 Keçik lezand çû mala diya xwe û her tiştên qewimî ji maliyan re got. 29 Birayekî Rebeqayê hebû, navê wî Lavan bû. Lavan beziya çû pêşwaziya zilamê li ser bîrê. 30 Lavan xizêma di pozê xwişka xwe û bazinên di zendên wê de dîtibûn û tiştên ku zilêm gotibû ji Rebeqayê bihîstibû. Ew li ber bîrê rastî zilêm hat ku li ber deveyên xwe bû. 31 Lavan got: “Kerem bike malê, ya zilamê ku Xudan ew pîroz kiriye. Tu çima li derve disekinî? Min ji bo te mal û ji bo deveyên te cih amade kiriye.” 32 Zilam hat malê û barên deveyan danî. Ka û êm dan deveyan û ji bo ku ew û yên pê re lingên xwe bişon, av anîn. 33 Çaxê xwarin li ber wî danîn, wî got: “Heta ku ez sedema hatina xwe nebêjim ez xwarinê naxwim.” Lavan got: “Kerem bike, bibêje.” 34 Wî got: “Ez xulamê Îbrahîm im. 35 Xudan malxweyê min gelek pîroz kir û ew dewlemend bû. Xudan pez û dewar, zêr û zîv, xulam û xadim, deve û ker dan wî. 36 Jina wî Sarayê di pîrîtiya xwe de kurek da malxweyê min û wî jî her tiştê xwe da kurê xwe. 37 Malxweyê min bi min sond da xwarin û got: ‘Ji keçên Kenaniyan ku ez li welatê wan rûdinim ji kurê min re jinekê neyîne. 38 Lê here welatê bavê min û ji nav mirovên min, ji kurê min re jinekê bîne.’ 39 “Li ser vê yekê min ji malxweyê xwe re got: ‘Lê ku keçik nexwaze bi min re bê?’ 40 “Wî li min vegerand û got: ‘Xudanê ku ez pê re diçim, wê milyaketê xwe bi te re bişîne û rê li ber te veke ku tu bikaribî jinekê ji nav mirovên min, ji mala bavê min ji kurê min re bînî. 41 Piştî ku tu çûyî ba mirovên min, heke ew keçikê nedin te jî, tê ji sonda min rizgar bibî.’ 42 “Îro gava ez hatim ser bîrê min got: ‘Ya Xudan, Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, ez lava dikim ku tu riya min li ber min vekî. 43 Va ye, ez li ser vê bîrê disekinim. Gava keçikek tê ku bîrê bikişîne, ezê jê re bêjim: Ji kerema xwe firek av ji cerê xwe bide min ez vexwim. 44 Heke keçik ji min re bibêje: Kerem bike vexwe, ezê deveyên te jî têrav bikim, wî çaxî ezê bizanibim keça ku Xudan ji bo malxweyê min hilbijartiye ev e.’ 45 “Dema min di dilê xwe de dua dikir, Rebeqa cer li ser milan derket. Çû ser bîrê û cerê xwe dagirt. Min jê re got: ‘Ji kerema xwe avê bide min.’ 46 “Wê bi lez cerê xwe danî û got: ‘Kerem bike, vexwe. Ezê deveyên te jî têrav bikim.’ Min av vexwar û wê deve jî av dan. 47 “Min jê pirsî û got: ‘Tu keça kê yî?’ “Wê got: ‘Ez Mîlkaya keça Betûêlê kurê Nahor im.’ “Min jî xizêm bi pozê wê ve kir û bazin xistin zendên wê. 48 Min xwe tewand û ez perizîm Xudan. Min Xwedayê malxweyê xwe Îbrahîm, Xudan pîroz kir ku ez danîbûm ser riya rast ku ez ji kurê wî re neviya birayê wî bînim. 49 Ji min re bêjin ka hûnê ji malxweyê min re dilsozî û dilovaniyê bikin an na? Ezê jî bizanibim çi dikim.” 50 Lavan û Betûêl got: “Ev ji Xudan e, em nikarin ji te re bêjin baş an xerab e. 51 Va ye, Rebeqa li ber te ye. Wê bibe û here. Çawa ku Xudan gotiye, bila bibe jina kurê malxweyê te.” 52 Çaxê xulamê Îbrahîm peyvên wan bihîstin, deverû çû erdê û perizî Xudan. 53 Xulam taximên zêr û zîv û cilûberg derxistin dan Rebeqayê. Wî xelatên giranbiha dan dê û birayên wê. 54 Paşê ew û mirovên wî yên ku pê re bûn xwarina xwe xwarin, vexwarin û wê şevê li wir man. Serê sibê rabûn û xulam got: “Bihêlin ku ez vegerim ba malxweyê xwe.” 55 Lê birayê keçikê û diya wê got: “Bila keçik hinekî din, hema deh rojan li ba me bimîne, piştre tê vegerî.” 56 Wî jî got: “Min bi derengî nexin. Madem ku Xudan rê li ber min vekir, hûn jî bihêlin ez herim ba xweyê xwe.” 57 Wan got: “Em gazî keçikê bikin û jê bipirsin.” 58 Wan gazî Rebeqayê kir û jê pirsîn: “Tê bi wî zilamî re herî?” Wê got: “Erê ezê herim.” 59 Wan xwişka xwe Rebeqayê bi dadika wê re, bi xulamê Îbrahîm û mirovên wî re bi rê kirin. 60 Wan Rebeqa pîroz kir û jê re got: “Ya xwişka me, Bibe diya hezar hezaran. Bila ziriyeta te dergehên dijminên xwe Ji xwe re bike milk.” 61 Rebeqa û keçên wê yên xizmetkar rabûn, li deveyan siwar bûn û dan pey xulamê Îbrahîm. Xulam tevî Rebeqayê bi rê ketin. 62 Îshaq ji Beêr-Lahay-Royiyê hatibû, çimkî ew li herêma Negevê dima. 63 Ber êvarê Îshaq çû nav zeviyan ku ji xwe re bifikire. Çaxê wî serê xwe rakir û dît ku deve nêzîk dibin. 64 Rebeqayê jî serê xwe rakir û Îshaq dît. Ew ji deveyê peya bû 65 û ji xulamê Îbrahîm re got: “Ev mirovê ku di zeviyê de ye û ber bi me tê, kî ye?” Xulam got: “Ew malxweyê min e.” Rebeqayê xêliya xwe hilda û serçavê xwe nixamt. 66 Xulam her tiştê ku kiribû ji Îshaq re got. 67 Îshaq, Rebeqayê bir konê diya xwe Sarayê û ew bû jina wî. Îshaq ji wê hez kir û piştî mirina diya xwe, xema xwe pê revand. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey