Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 23 - Kurmanji Încîl


Mirina Sarayê

1 Sara emrekî dirêj kir û sed û bîst û heft sal jiya.

2 Sara li Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– li welatê Kenanê mir. Îbrahîm şîna wê kir û li ser giriya.

3 Îbrahîm ji ser şîna jina xwe rabû û ji Hîtîtiyan re got:

4 “Ez di nav we de mêvan û xerîb im. Milkekî bifiroşin min ku ez bikim goristan. Ezê miriya xwe lê veşêrim.”

5 Hîtîtiyan ji Îbrahîm re got:

6 “Ezbenî, tu guhê xwe bide me. Tu di nav me de mîrekî xweyîxatir î. Miriyê xwe li goristana me, di cihê herî qenc de veşêre. Wê tu kes ji me nebêje em gorên xwe nadin te ku tu miriyên xwe lê veşêrî.”

7 Îbrahîm rabû û xwe li ber Hîtîtiyan tewand ku gelê wî welatî bûn.

8 Wî ji wan re got: “Heke hûn dixwazin ez miriya xwe veşêrim, guhê xwe bidin min. Herin ji kurê Efronê Sohar lava bikin.

9 Bila Şikefta Maxpêlaya li bin zeviya xwe bifiroşe min. Bihayê wê çi be, ezê zêdetir bidim û bikim goristan.”

10 Efronê Hîtîtî di nav gelê xwe de rûniştibû. Wî bi dengekî bilind gazî li Hîtîtiyan kir ku li ber dergehê bajêr kom bûne, got:

11 “Na ezbenî! Tu guhê xwe bide min. Ez zevî û şikefta tê de jî didim te. Ez li ber çavên her kesî didim te. Bibe miriya xwe lê veşêre.”

12 Îbrahîm careke din xwe li ber gelê welêt tewand.

13 Wî bi dengekî bilind gazî Efron kir ku tevahiya gelê welêt bihîst. Ji Efron re got: “Ji kerema xwe guhê xwe bide min. Ezê bihayê zeviya te bidim. Bihayê wê ji min bistîne ku ez miriya xwe lê veşêrim.”

14 Efron got:

15 “Tu guhê xwe bide min ezbenî. Bihayê axê çar sed şekel zîv e, lê di nav min û te de ev ne mesele ye. Tu miriya xwe veşêre.”

16 Îbrahîm gotina Efron li ber Hîtîtiyan qebûl kir. Li gorî kêşa bazirganan çar sed şekel zîv kişand û da wî.

17 Bi vî awayî zeviya Efron a li Maxpêlayê ya nêzîkî Mamreyê, tevî zevî û şikeftê û bi hemû darên tê de,

18 li pêş hemû Hîtîtiyên li ber dergehê bajêr, bû milkê Îbrahîm.

19 Piştre Îbrahîm Saraya jina xwe li welatê Kenanê, di şikefta li zeviya Maxpêlayê ya nêzîkî Mamreyê de veşart ku jê re Hevron jî tê gotin.

20 Zevî û şikeft, ji Hîtîtiyan wekî milkê goristanê gihîşt Îbrahîm.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan