Destpêk 22 - Kurmanji ÎncîlCeribandina Îbrahîmê Pêxember 1 Piştî van tiştan Xwedê Îbrahîm ceriband. Xwedê got: “Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!” 2 Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.” 3 Îbrahîm serê sibê zû rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû. 4 Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe rakir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît. 5 Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.” 6 Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan. 7 Çaxê herdu dimeşiyan, Îshaq ji bavê xwe re got: “Bavo!” Wî got: “Bêje lawo!” Îshaq got: “Agir jî heye, êzing jî heye lê ka ew berxê tê bikî qurban?” 8 Îbrahîm got: “Lawo, wê Xwedê berxê qurbana şewitandinê peyda bike.” Herdu bi hev re meşiyan. 9 Çaxê gihîştin cihê ku Xwedê jê re gotibû, Îbrahîm gorîgehek çêkir û êzing danî ser. Rabû kurê xwe Îshaq girê da û danî ser êzingên gorîgehê. 10 Îbrahîm dest avêt, kêr hilda ku kurê xwe serjê bike. 11 Lê milyaketê Xudan ji ezmanan gazî kir û got: “Îbrahîm, Îbrahîm!” Wî got: “Keremke!” 12 Milyaket got: “Dest nede kurik! Tiştekî pê neke. Niha ez dizanim tu ji Xwedê ditirsî. Te kurê xwe yê yekta jî, ji min texsîr nekir.” 13 Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê. 14 Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.” 15 Milyaketê Xudan cara diduyan ji ezmanan gazî Îbrahîm kir û got: 16 “Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir, 17 ezê te gelekî pîroz û bereket bikim. Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan, sêlaka ber deryayê zêde bikim. Wê ziriyeta te bajarên dijminên xwe ji xwe re bikin milk. 18 Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’” 19 Piştre Îbrahîm vegeriya ba xulamên xwe û ew bi hev re çûn Beêr-Şevayê. Îbrahîm li Beêr-Şevayê ma. Kurên Nahorê birayê Îbrahîmê Pêxember 20 Piştî van tiştan xeberek ji Îbrahîm re hat û got: “Mîlkayê ji birayê te Nahor re kur anîn: 21 Ûsê nixurî, birayê wî Bûz, Qemûêlê bavê Aram, 22 Kesed, Hazo, Pîldaş, Yîdlaf û Betûêl.” 23 Betûêl bû bavê Rebeqayê. Mîlkayê ev heşt kur ji birayê Îbrahîm, Nahor re anîn. 24 Cariyeya Nahor a bi navê Reûma jî, Tevah, Gaham, Tahaş û Maexa anîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey