Destpêk 21 - Kurmanji ÎncîlBûyîna Îshaqê kurê Îbrahîmê Pêxember 1 Xudan çawa ku soz dabû, qencî li Sarayê kir û soza xwe pêk anî. 2 Sara bi zaro ma, di kalîtiya Îbrahîm de, di wê dema Xwedê diyar kiribû de kurek jê re anî. 3 Îbrahîm navê Îshaq li wî kurî kir ku Sarayê jê re anî. 4 Gava Îshaq heşt rojî bû, Îbrahîm çawa ku Xwedê lê emir kiribû ew sinet kir. 5 Îbrahîm sed salî bû, gava Îshaq jê re çêbû. 6 Sarayê got: “Xwedê ez dame kenandin. Her kesê ku vê yekê bibihîze wê bi min re bikene. 7 Wê kê ji Îbrahîm re bigota ‘Wê rojek were Sara şîr bide kurekî?’ Va ye min di vê kalîtiya wî de jê re kurek anî.” Hacer û Îsmaîl tên dûrkirin 8 Kurik mezin bû û di roja ku Îshaq ji şîr hat vekirin de Îbrahîm şahiyek mezin çêkir. 9 Çaxê Sarayê dît kurê ku Hacera Misrî ji Îbrahîm re anîbû bi Îshaq tinazên xwe dike, 10 wê ji Îbrahîm re got: “Vê cariyeyê û kurê wê biqewitîne. Bila kurê vê cariyeyê nebe hevparê mîrasa kurê min Îshaq.” 11 Ev yek li Îbrahîm pir giran hat. Çimkî Îsmaîl jî kurê wî bû. 12 Lê Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu li ber kurik û cariyeya xwe nekeve. Guhê xwe bide her tiştê ku Sarayê ji te re dibêje. Çimkî wê ziriyeta te bi Îshaq bê naskirin. 13 Ezê kurê cariyeyê jî bikim miletekî, çimkî ew jî, ji ziriyeta te ye.” 14 Îbrahîm serê sibê zû rabû, hinek nan û meşkek av hilda, danî ser milê Hacerê û kurik pê re, ew şand. Hacer çû û demekê li Deşta Beêr-Şevayê geriya. 15 Çaxê av di meşkê de nema, wê kurê xwe kir bin deviyekê 16 û çû, bi qasî avêtina tîrekî dûr ket. Ew rûnişt û got: “Ez nikarim li mirina kurê xwe binêrim.” Paşê bi dengekî bilind giriya. 17 Xwedê dengê kurik bihîst û milyaketê Xwedê ji ezmanan gazî Hacerê kir û got: “Çi bûye Hacer! Netirse, Xwedê dengê kurik ji wê derê bihîst. 18 Rabe, kurik rake û bi destê wî bigire. Çimkî ezê wî bikim miletekî mezin.” 19 Piştre Xwedê çavên Hacerê vekirin û wê bîreke avê dît. Ew rabû, meşka xwe bi avê tije kir û av da kurê xwe. 20 Gava zarok mezin dibû Xwedê pê re bû. Ew li beriyê rûnişt û bû tîravêjekî xurt. 21 Ew li Beriya Paranê rûnişt û diya wî ji welatê Misrê jinek jê re anî. Peymana Îbrahîmê Pêxember û Avîmelekê Padîşah 22 Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî, ji Îbrahîm re got: “Di her tiştê ku tu dikî de Xwedê bi te re ye. 23 Niha li vir, li ber Xwedê sond bixwe ku tê li min, li kurê min û li ziriyeta min hîle nekî. Ji min re û ji welatê tu bi xerîbî lê dimînî re, wekî min ji te re kir, tê jî dilsoz bî.” 24 Îbrahîm got: “Ez sond dixwim.” 25 Lê Îbrahîm behsa bîrekê kir ku xulamên Avîmelek bi zorê dest danîbûn ser. 26 Avîmelek got: “Ez nizanim kê ev kiriye. Te jî, ji min re negot, ez niha dibihîzim.” 27 Paşê Îbrahîm pez û dewar dan Avîmelek û herduyan peymanek girê dan. 28 Îbrahîm ji keriyê xwe heft berxên mê cuda kirin. 29 Avîmelek jê pirsî û got: “Wateya van heft berxên mê yên ku te ji kerî qetandin çi ye?” 30 Îbrahîm got: “Divê tu van heft berxên mê ji destê min qebûl bikî ku bibe şahidê kolandina vê bîrê.” 31 Ji ber vê yekê ji wî cihî re Beêr-Şeva hat gotin. Çimkî herduyan li wê derê sond xwar. 32 Piştî ku li Beêr-Şevayê peyman hat girêdan, Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî vegeriyan welatê Filîstiyan. 33 Îbrahîm li Beêr-Şevayê dargezek çand û li wê derê navê Xudan, Xwedayê Herheyî hilda. 34 Îbrahîm demeke dirêj bi xerîbî li welatê Filîstiyan ma. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey