Destpêk 2 - Kurmanji Încîl1 Erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam bûn. 2 Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda. 3 Xwedê roja heftan pîroz û bereket kir. Wekî rojeke pîroz kifş kir. Çimkî Xwedê di wê rojê de ji hemû afirandinên xwe, bêhna xwe veda. Bexçeyê Êdenê 4 Serpêhatiya afirandina erd û ezmanan ev e: Gava Xwedê Xudan erd û ezman afirandin, 5 hê li erdê tu şitlekî çolê tunebû û tu giyayekî çolê şîn nebûbû. Çimkî Xwedê Xudan hê baran bi ser erdê ve nebarandibû û mirovê erdê bajo jî tunebû. 6 Lê ji erdê hilm radibû û av dida tevahiya rûyê erdê. 7 Xwedê Xudan Adem ji axa erdê çêkir û hilma jiyanê pif kir pozê wî. Bi vî awayî Adem bû canekî jîndar. 8 Xwedê Xudan li rojhilat, li Êdenê bexçeyek çand û Ademê ku şikil dabûyê danî wê derê. 9 Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû. 10 Çemek ji Êdenê dertê ku av dide bexçeyê. Li wir ji hev vediqete û dibe çar mil. 11 Navê çemê pêşî Pîşon e. Ew ber bi seranserê welatê Hawîlayê ve diherike ku li wir zêr heye. 12 Zêrê vî welatî qenc e û li vir benîştê daran û onîks jî hene. 13 Navê çemê diduyan Gîhon e ku ber bi seranserê welatê Kûşê ve diherike. 14 Navê çemê sisêyan Dîcle ye û ber bi rojhilatê Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Ferat e. 15 Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Êdenê danî ku li wê derê bixebite û ji bexçeyê hebe. 16 Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, 17 lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.” 18 Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.” 19 Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan. 20 Adem nav li hemû heywanên kedî, heywanên kovî û teyrên ezmanan danî. Lê ji bo Adem alîkareke li gorî wî nehat dîtin. 21 Xwedê Xudan kir ku Adem bikeve xeweke giran. Hê di xewê de bû, wî parsûyekî wî derxist û goşt xist cihê wî. 22 Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî. 23 Li ser vê yekê Adem got: “Niha ev hestî ji hestiyê min, Goşt ji goştê min e. Wê jê re ‘Jin’ bê gotin, Çimkî ew ji mêr hate hildan.” 24 Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, xwe li jina xwe bigire û wê herdu bibin yek beden. 25 Adem û jina xwe, herdu jî tazî bûn û şerm nedikirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey