Destpêk 19 - Kurmanji ÎncîlHilweşîna Sodom û Gomorayê 1 Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got: 2 “Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin û lingên xwe bişon. Sibê zû rabin, bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.” 3 Lût pir li ber wan da û ew pê re çûn mala wî. Lût ji wan re ziyafet amade kir, nanê şikeva çêkir û wan jî xwar. 4 Beriya ku ew razin, mêrên bajarê Sodomê, çi ciwan çi jî kal hemû bi hev re dora malê girtin. 5 Wan gazî Lût kir û got: “Ew zilamên ku îşev hatin ba te li ku ne? Wan derxe bide me ku em bi wan re razin.” 6 Lût derket derve, derî li pişt xwe girt 7 û got: “Birayên min, ez rica dikim vê xerabiyê nekin. 8 Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.” 9 Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Ew wekî xerîb hat û dixwaze xwe bike desthilatdar?! Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin. 10 Lê mêvan destên xwe dirêjî Lût kirin, ew kişandin hundirê malê ba xwe û derî girtin. 11 Wan, hemûyên li ber derî, ciwan û pîr tev kor kirin. Loma jî riya derî nedîtin. 12 Herdu zilaman ji Lût re got: “Mirovên te yên din li vir hene? Zavayên te, kur an keçên te, an kesekî te yê din hebe, hemûyan jî, ji vî bajarî derxe. 13 Emê vî cihî wêran bikin, çimkî li ber Xudan gazina li dijî wan wisa giran bûye ku wî em şandin ku em vî cihî wêran bikin.” 14 Lût derket derve û ji zavayên xwe ango dergistiyên keçên xwe re got: “Lez bikin û ji vê derê herin. Çimkî Xudan dike vî bajarî wêran bike.” Lê zavayên wî guman kirin ku ew henekan dike. 15 Ber destê sibê milyaketan Lût da lezandin û got: “Bilezîne, jina xwe û herdu keçên xwe yên li vir hilîne. An na, tê jî, ji ber cezayê bajêr tune bibî.” 16 Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê. 17 Çaxê ew derxistibûn derve, yekî ji wan ji Lût re got: “Bireve, canê xwe rizgar bike. Li pey xwe nenêre û li tu dereke vê deştê nesekine! Bireve çiyê, an na tê helak bibî!” 18 Lê Lût ji wan re got: “Nexêr, xweyê min! 19 Dilê te bi xulamê te xweş e û bi rizgarkirina canê min, te qenciya mezin bi min kir. Lê ez nikarim birevim çiyê. Wê ev felaket bigihîje min û ezê bimirim. 20 Binêre, bajarekî biçûk ê ku ez birevimê li vir heye. Bi destûra te ez birevim wê derê û canê xwe rizgar bikim. Ji xwe bajarekî biçûk e.” 21 Wî ji Lût re got: “Baş e, ez vê daxwaza te jî qebûl dikim. Ezê wî bajarê ku te got, wêran nekim. 22 De bilezîne bireve wê derê. Çimkî heta tu negihîjî wê derê, ez nikarim tiştekî bikim.” Ji ber vê yekê ji wî bajarî re Soar hat gotin. 23 Çaxê Lût gihîşt Soarê, roj li ser erdê bilind bûbû. 24 Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand. 25 Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû şêniyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin. 26 Lê jina Lût li pey xwe nêrî û bû stûneke xwê û ma. 27 Serê sibê zû Îbrahîm rabû û vegeriya cihê ku li ber Xudan sekinîbû. 28 Wî li aliyê Sodomê û Gomorayê û tevahiya deştê nêrî û dît ku ji erdê dûyekî wekî ku ji êtûnekê derdikeve bilind dibe. 29 Çaxê ku Xwedê bajarên deştê wêran kirin, wî Îbrahîm anî bîra xwe. Gava wî bajarên ku Lût lê rûniştibû wêran kir, wî Lût ji nav vê felaketê deranî. Lût û keçên xwe 30 Lût bi herdu keçên xwe ve ji Soarê derket û çû çiyê, çimkî ew ditirsiya li Soarê bimîne. Ew bi herdu keçên xwe re li şikeftekê bi cih bû. 31 Rojekê keça mezin ji ya biçûk re got: “Bavê me kal e û li vir mêrekî ku li gorî şertên dinyayê bi me re raze tuneye. 32 Were em şerabê bi bavê xwe bidin vexwarin, pê re razin û ji bavê xwe ziriyeta xwe şîn bikin.” 33 Wê şevê bavê xwe bi şerabê serxweş kirin û keça mezin çû, bi bavê xwe re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, ji serxweşî haya wî jê nebû. 34 Dotira rojê keça mezin ji ya biçûk re got: “Şeva çûyî ez bi bavê xwe re razam. Îşev dîsa em wî serxweş bikin û tu here pê re razê. Da ku em bikarin ziriyeta xwe berdewam bikin.” 35 Wan wê şevê jî bavê xwe bi şerabê serxweş kir û keça biçûk pê re raza. Çaxê keçik pê re raza û rabû, dîsa ji serxweşî haya wî jê nebû. 36 Bi vî awayî herdu keçên Lût ji bavê xwe bi zaro man. 37 Keça mezin kurek anî û navê wî Moav danî. Moav bavkalê Moavên îroyîn e. 38 Ji keça biçûk re jî kurek çêbû û navê wî Ben-Emmî danî. Ew bavkalê Emmoniyên îroyîn e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey