Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 18 - Kurmanji Încîl


Sê mêvan

1 Gava Îbrahîm di kela nava rojê de li ber darmaziyên Mamrê, li ber deriyê konê xwe rûniştîbû, Xudan lê xuya bû.

2 Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku sê kes li ber wî sekinîne. Çaxê ku wî ew dîtin, ji ber deriyê konê xwe beziya, hat pêşiya wan û deverû çû erdê.

3 Paşê got: “Ezbenî, heke dilê te bi min xweş be, di ser xulamê xwe re derbas nebe.

4 Bihêlin, bila niha hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bêhna xwe vedin.

5 Madem hûn hatin ba xulamê xwe, ez ji we re pariyek nan bînim. Piştî ku we bêhna xwe veda, bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Baş e, te çawa got, wisa jî bike.”

6 Îbrahîm bi lez çû kon, ba Sarayê û jê re got: “Zûka sê sea arvanê hûr bîne, hevîr bike û nan çêke.”

7 Piştre Îbrahîm beziya nav dewaran, golikekî qelew girt û da xulamê xwe. Xulam bi lez golik amade kir.

8 Îbrahîm dew, şîr û goştê golikê ku amade kiribû anî û li ber wan danî. Gava wan dixwar, ew jî li ba wan, li bin darê sekinî.

9 Wan ji Îbrahîm pirsî: “Ka jina te Sara li ku ye?” Wî got: “Li wir, li hundirê kon e.”

10 Yekî ji wan got: “Sala bê vê demê, esse ezê vegerim ba te û wê kurekî jina te Sarayê hebe.” Sarayê ji nav derê kon, li pişt wî guhdarî dikir.

11 Îbrahîm û Sara pîr û kal bûbûn û bi salan ve çûbûn. Sarayê, emrê zarokanînê derbas kiribû.

12 Sara keniya û di dilê xwe de got: “Piştî vî emrî ezê bi çi yê xwe şa bim? Êdî malxweyê min jî kal bûye.”

13 Xudan ji Îbrahîm re got: “Çima Sara keniya û got: ‘Ez pîr bûme, ma ezê piştî vî emrî zarokan bînim?’

14 Ma ji bo Xudan tiştekî nepêkan heye? Ezê sala bê, di çaxê ku hat diyarkirin de vegerim ba te û wê kurekî Sarayê hebe.”

15 Sarayê ji tirsa derew kir û got: “Ez nekeniyam.” Lê Xudan got: “Belê, tu keniyayî.”


Îbrahîmê Pêxember ji bo Sodomê lava dike

16 Gava zilam ji wir rabûn, wan li aliyê Sodomê nêrî. Îbrahîm jî, ji bo ku wan bi rê bike, bi wan re çû.

17 Xudan got: “Ma tiştê ku ezê bikim, ezê ji Îbrahîm veşêrim?

18 Bi rastî wê Îbrahîm bibe miletekî mezin û hêzdar. Wê hemû miletên dinyayê pê pîroz bibin.

19 Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”

20 Piştre Xudan ji Îbrahîm re got: “Gazina li dijî Sodom û Gomorayê pir zêde bûye û gunehê wan gelek giran e.

21 Ezê peya bim û bibînim ka ev gazin û sûcdarkirin rast e yan na? Da ku ez bizanim.”

22 Zilam ji wê derê zivirîn û bi aliyê Sodomê ve çûn. Lê Îbrahîm hê jî li ber Xudan sekinîbû.

23 Piştre Îbrahîm nêzîkî Xudan bû û got: “Ma tê yên rast, bi xeraban re tune bikî?

24 Lê ku di nav bajêr de pêncî kesên rast hebin? Ma tê bajêr nedî ber xatirê wan pêncî kesên rast ku tê de ne?

25 Dûrî te be ku tu wiha bikî û tu kesê rast jî bi kesê xerab re bikujî û rast bibin wekî xerab! Ma dadgerê tevahiya dinyayê ya rast neke?”

26 Xudan got: “Heke ez li bajarê Sodomê pêncî kesên rast bibînim, ezê tevahiya bajêr bidim xatirê wan.”

27 Îbrahîm dîsa got: “Tevî ku ez toz û xwelî me, ne tiştek im. Dîsa jî min xwe wêrek kir ku ez bi te re bipeyivim.

28 Em bêjin pênc kes ji pêncî kesên rast kêm bin. Ma tê ji ber pênc kesan hemû bajêr wêran bikî?” Xudan got: “Heke ez li wê derê çil û pênc kesan bibînim, ezê bajêr wêran nekim.”

29 Îbrahîm dîsa pirsî: “Bibexişîne heke li wê derê çil kes hebin?” Xudan got: “Ji bo xatirê çil kesan, ezê tiştekî nekim.”

30 Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê dîsa bêjim: Belkî li wê derê sî kes hene?” Xudan got: “Heke ez li wê derê sî kesan bibînim, ezê vê yekê nekim.”

31 Îbrahîm got: “Ya Reb tu min bibexişîne ji bo van xeberdanan, lê ez dîsa bipirsim. Em bêjin li wê derê bîst kes hebin?” Xudan got: “Ji bo xatirê bîst kesan, ezê bajêr wêran nekim.”

32 Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê bi tenê careke din bipirsim. Heke li wê derê tenê deh kes hebin?” Xudan got: “Ezê ji bo xatirê deh kesan jî bajêr wêran nekim.”

33 Piştî ku Xudan peyivîna xwe bi Îbrahîm re xilas kir, ji wir çû û Îbrahîm jî vegeriya cihê xwe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan