Destpêk 17 - Kurmanji ÎncîlPeymana sinetê 1 Gava Avram nod û neh salî bû, Xudan lê xuya bû û got: “Ez Xwedayê Karîndar im, bi min re bimeşe û kamil be. 2 Ezê wê peymana ku min bi te re kiriye berdewam bikim û ziriyeta te gelekî zêde bikim.” 3 Avram deverû çû erdê û Xwedê jê re got: 4 “Va ye, ev peymana min bi te re kiriye ev e: Tê bibî bavê gelek miletan. 5 Êdî tê bi navê Avram neyê gazîkirin, wê navê te Îbrahîm be. Çimkî min tu kirî bavê koma miletan. 6 Ezê ziriyeta te gelek berdar bikim, wê ji te milet rabin û padîşah derkevin. 7 Ezê peymana herheyî di nav xwe û te de, bi te û bi ziriyeta te re bikim. Wê nifş bi nifş berdewam bike. Ezê bibim Xwedayê te û ziriyeta te. 8 Ezê tevahiya welatê Kenanê yê ku tu niha bi xerîbî lê dimînî bidim te û ziriyeta te ku her û her bibe milkê we û ezê Xwedayê wan bim.” 9 Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu û hemû ziriyetên ku wê ji te rabin, divê hûn nifş bi nifş bi peymana min ve girêdayî bimînin. 10 Peymana ku min bi te û bi ziriyeta te re kiriye û hûnê pê ve girêdayî bimînin ev e: Hemû mêrên di nav we de, divê sinet bibin. 11 Divê hûn sinet bibin û wê sinet bibe nîşana peymana di nav min û we de. 12 Di nav nifşên wan de her mêrê ku li mala we çêbûye yan ku ji xerîban hatiye kirîn, tevî kesên ku ne ji ziriyeta we ne, divê di heşt rojiya xwe de were sinetkirin. 13 Hem yê ku li mala te çêdibe û hem jî yê ku bi pereyê te tê kirîn, esse divê bê sinetkirin. Ev nîşana bedena we, wê her û her bibe nîşana peymana navbera min û we. 14 Her mêrê ku sinet nebûye wê ji nav gelê xwe bê avêtin, çimkî wî peymana min xera kiriye.” 15 Bi ser de Xwedê ji Îbrahîm re got: “Herçî Seraya jina te ye, êdî tê jê re nebêjî Seray. Wê navê wê Sara be. 16 Ezê wê pîroz bikim û ezê ji wê jî kurekî bidim te. Ezê wê pîroz bikim û wê bibe diya miletan. Wê padîşahên gelan ji ziriyeta te rabin.” 17 Îbrahîm deverû çû erdê, keniya û di dilê xwe de got: “Zilamekî sed salî dikare bibe xweyî zarok? Wê Sara di nod saliya xwe de zarok bîne?” 18 Paşê Îbrahîm ji Xwedê re got: “Bila Îsmaîl mîrasxurê min be!” 19 Xwedê got: “Na! Wê jina te Sara kurekî bîne û tê navê wî Îshaq deynî. Ezê bi wî û ziriyeta wî re peymana xwe her û her berdewam bikim. 20 Ji bo Îsmaîl jî, min dengê te bihîst. Ezê wî pîroz û berdar bikim û ziriyeta wî gelekî zêde bikim. Wê bibe bavê duwanzdeh mîran û ezê wî bikim miletekî mezin. 21 Lê ezê peymana xwe sala bê vî çaxî, bi kurê ku Sara ji te re bîne, ango bi Îshaq re girê bidim.” 22 Gava Xwedê peyivîna xwe bi Îbrahîm re xilas kir, ji ba wî çû jor. 23 Îbrahîm hema wê rojê, kurê xwe Îsmaîl û hemû kur û kesên nêr ku li mala wî çêbûbûn an hatibûn kirîn, hemû kur û kesên nêr ên li mala xwe çawa ku Xwedê gotibû sinet kirin. 24 Gava Îbrahîm sinet bû, nod û neh salî bû. 25 Gava kurê wî Îsmaîl sinet bû, sêzdeh salî bû. 26 Îbrahîm û kurê xwe Îsmaîl hema wê rojê sinet bûn. 27 Hemû kur û zilamên di mala Îbrahîm de, tevî kesên nêr ên li mala wî çêbûbûn an jî, ji xerîban hatibûn kirîn, pê re sinet bûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey