Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 16 - Kurmanji Încîl


Îsmaîlê kurê Avramê Pêxember û Hacera diya wî

1 Jina Avram Serayê jê re zarok neanibû. Lê bi navê Hacer cariyeyeke Serayê ya Misrî hebû.

2 Serayê ji Avram re got: “Xudan zarok nedan min. Here ba cariyeya min. Belkî bi vî awayî ez bibim xweyî zarok.” Avram bi gotina dengê Serayê kir.

3 Piştî ku Avram deh salan li welatê Kenanê rûnişt, Seraya jina wî Hacera cariyeya xwe ya Misrî anî û da mêrê xwe ku jê re bibe jin.

4 Avram çû ba Hacer û ew bi zaro ma. Gava Hacer dît ew bi zaro ye, wê destpê kir xatûna xwe biçûk dît.

5 Serayê ji Avram re got: “Ev neheqî ji rûyê te hat serê min. Min cariyeya xwe kir paşila te û gava wê dît ew bizaro ye, wê ez biçûk dîtim. Bila Xudan di navbera min û te de dadger be.”

6 Avram jê re got: “Cariyeya te di destê te de ye. Tu her çi dixwazî pê bike.” Paşê Serayê tadeyî lê kir û Hacer ji ba wê reviya.

7 Milyaketê Xudan Hacer li çolê li ser kaniyekê dît. Ev kanî li ser riya Şûrê bû.

8 Milyaket jê re got: “Ya Hacera cariyeya Serayê! Tu ji ku têyî û bi ku ve diçî?” Wê got: “Ez ji Seraya xatûna xwe direvim.”

9 Lê milyaketê Xudan jê re got: “Vegere ba xatûna xwe û bindestiya wê bike.”

10 Bi ser de milyaket got: “Ezê ziriyeta te wisa pir bikim ku wê kes nikaribe bijmêre.”

11 Milyaketê Xudan berdewam kir û got: “Va ye tu bizaro yî û tê kurekî bînî. Tê navê wî Îsmaîl deynî. Çimkî Xudan tengasiya te bihîst.

12 Wê bibe wekî kerekî hov. Wê li dijî her kesî be û wê herkes jî li dijî wî be. Wê bi birayên xwe re bi dijminatî bijî.”

13 Wê navê Xudanê ku pê re peyivî wiha danî: “Tu ‘Êl-Royî’ yî.” Çimkî wê got: “Li vir min yê ku min dibîne dît.”

14 Ji ber vê yekê ji bîra di navbera Qadêş û Beredê re, Beêr-Lahay-Royî hat gotin.

15 Hacerê ji Avram re kurek anî û navê Îsmaîl lê kir.

16 Gava Hacerê ji Avram re Îsmaîl anî Avram heştê û şeş salî bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan