Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 15 - Kurmanji Încîl


Peymana Xwedê ya bi Avramê Pêxember re

1 Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.”

2 Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.”

3 Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.”

4 Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.”

5 Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!”

6 Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.

7 Bi ser de Xudan jê re got: “Ez ew Xudan im ku tu ji bajarê Ûra Kildaniyan derxistî ku vî welatî bide te û tu wê derê ji xwe re bikî milk.”

8 Avram got: “Ya Reb Xudan, ezê çawa bizanim ku ezê bibim xweyê wî?”

9 Xudan ji Avram re got: “Ji min re çêlekeke sê salî, bizineke sê salî û beranekî sê salî, qumrî û kevokekê bîne.”

10 Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin.

11 Gava teyrên dirinde ji jor ve hatin ser laşan, Avram berî wan da.

12 Piştî ku roj çû ava, Avram ket xeweke giran. Tariyeke bi tirs û bizdan bi ser wî de hat.

13 Xudan ji Avram re got: “Baş bizanibe ku wê ziriyeta te li welatekî xerîb bijî û çar sed salan bibe kole û zilmê bibîne.

14 Lê ezê wî miletê ku koletiyê bi wan dide kirin, ceza bikim. Piştre wê ziriyeta te bi dewlemendiyeke mezin ji wê derê derkeve.

15 Tê jî bi xêr û silamet bigihîjî bav û kalên xwe. Tê emrekî dirêj bijî û paşê werî veşartin.

16 Wê nifşê çaran ê ziriyeta te vegere vê derê. Çimkî hê gunehên Amoriyan negihîştin dawiyê.”

17 Piştî ku roj çû ava û bû tarî, menqereke bi dû û xetîreyeke bi pêt xuya bû û di nav perçeyên laşan re derbas bû.

18 Wê rojê Xudan bi Avram re peyman çêkir û got: “Ezê welatê ku ji Çemê Misrê heta Çemê Mezin –ku Ferat e– berfireh e, bidim ziriyeta te

19 ku welatê Qêniyan, Qenîzziyan, Qadmoniyan,

20 Hîtîtiyan, Perîzziyan, Refayiyan,

21 Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan