Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 14 - Kurmanji Încîl


Avramê Pêxember Lûtê Pêxember rizgar dike

1 Di wê demê de Padîşahê Şînarê Amrafel, Padîşahê Êllasarê Aryok, Padîşahê Elamê Kedorlaomer û Padîşahê Goyîmê Tîdel,

2 li dijî Padîşahê Sodomê Bera, Padîşahê Gomorayê Bîrşa, Padîşahê Admayê Şînav, Padîşahê Sevoyîmê Şemêver û Padîşahê Belayê –ku Soar e– çûn şer.

3 Ev her pênc padîşah li Deşta Siddîmê ku niha Gola Xwê ye gihîştin hev.

4 Ev padîşah duwanzdeh salan xulamiya Kedorlaomer kiribû, lê di sala sêzdehan de li dijî wî serî hildabûn.

5 Di sala çardehan de Kedorlaomer û padîşahên ku alîgirên wî bûn, hatin û li Eşterot-Qarnayîmê Refayiyan, li Hamê Zûzî, li Şawê-Qîryatayîmê Êmî

6 û li herêma çiyayî ya Seîr heta El-Paranê, li keviya beriyê, Horî têk birin.

7 Ji wê derê zivirîn Eyn-Mîşpatê –ku Qadêş e– hemû axa Emalêqiyan standin û Amoriyên ku li Haseson-Tamarê rûdiniştin, têk birin.

8 Li ser vê yekê padîşahên Sodom, Gomora, Adma, Sevoyîm û Belayê –ku Soar e– bi rê ketin û van her pênc padîşahan,

9 li dijî her çar padîşahan ango Padîşahê Elam Kedorlaomer, Padîşahê Goyîm Tîdel, Padîşahê Şînar Amrafel û Padîşahê Êllasar Aryok, li Deşta Siddîmê kozik û çeperên xwe yên şer amade kirin.

10 Deşta Siddîmê bi çalên ziftê tije bû. Gava reviyan, hinek padîşahên Sodom û Gomorayê ketin van çalan. Kesên din jî reviyan herêma çiyayî.

11 Her çar padîşahan hemû qût û malên Sodom û Gomorayê birin û çûn.

12 Wan biraziyê Avram Lût û malê wî jî bir. Çimkî Lût li Sodomê rûdinişt.

13 Yekî ku ji wê derê firar kiribû hat û Avramê Îbranî agahdar kir. Avram, li ber darmaziyên Mamrêyê Amorî rûdinişt. Mamrê û birayên wî Enêr û Eşkol alîgirên Avram bûn.

14 Gava Avram bihîst biraziyê wî dîl hatiye girtin, wî sê sed û hijdeh kesên ku li mala wî mezin bûbûn hilda, heta Danê da pey çar padîşahan.

15 Avram mirovên xwe kom bi kom ji hev cuda kir, bi şev êrîşî wan kir û heta Hovaya li bakurê Şamê da pey wan.

16 Avram hemû malê ku hatibû talankirin, biraziyê xwe Lût û malên wî, jin û xelk bi şûn ve anîn.


Melxîsedeqê Kahin Avramê Pêxember pîroz dike

17 Piştî ku Avram Kedorlaomer û padîşahên alîgirên wî têk birin, padîşahê Sodomê li Deşta Şawê –Deşta Padîşah– çû pêşiya wî.

18 Padîşahê Şalêmê Melxîsedeq nan û şerab anîn. Ew kahinê Xwedayê Herî Berz bû.

19 Wî Avram pîroz û bereket kir û got: “Xwedayê Herî Berz, Yê ku erd û ezman afirandiye, Avram pîroz bike.

20 Xwedayê Herî Berz pîroz be Ku neyarên te dan destê te.” Li ser vê yekê Avram dehyeka her tiştî da wî.

21 Padîşahê Sodomê ji Avram re got: “Mirovan bide min, bila mal ji te re be.”

22 Lê Avram ji Padîşahê Sodomê re got: “Ez bi navê Xudan, Xwedayê Herî Berz, Afirînerê erd û ezmanan sond dixwim û dibêjim,

23 ezê tiştekî te, ne ta û ne jî benikê çaroxa te qebûl bikim ku tu nebêjî: ‘Min Avram dewlemend kir.’

24 Tiştên ku mirovên min xwarine ne tê de, ezê tiştekî din qebûl nekim. Bila Enêr, Eşkol û Mamrê para xwe hildin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan