Destpêk 12 - Kurmanji ÎncîlXwedê gazî Avramê Pêxember dike 1 Xudan ji Avram re got: “Dev ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji mala bavê xwe berde û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim. 2 “Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim. Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê. 3 Kesên te pîroz bikin, ezê jî wan pîroz bikim. Kesê ku nifiran li te bike, ezê naletê lê bînim. Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîroz bibin.” 4 Çawa ku Xudan jê re gotibû, Avram bi rê ket. Lût jî pê re çû. Gava Avram ji Heranê derket, heftê û pênc salî bû. 5 Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, civandin û çûn welatê Kenanê. Gava gihîşt Kenanê, 6 Avram li welêt geriya û heta ber darmaziya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan. 7 Xudan li Avram xuya bû û got: “Ezê vî welatî bidim ziriyeta te.” Avram li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir ku lê xuya bû. 8 Avram ji wir derbasî herêma çiyayî bû ku dikeve rojhilatê bajarê Bêt-Êlê. Li wir konê xwe veda. Li rojavayê wir bajarê Bêt-Êlê, li rojhilatê wir jî bajarê Ayê hebû. Wî li wir gorîgehek çêkir û bi navê Xudan gazî kir. 9 Avram gav bi gav ber bi Negeva başûr ve diçû. Avramê Pêxember diçe Misrê 10 Xelayeke giran li welêt rabû. Avram ji bo demekê çû Misrê ku bi xerîbî bimîne. 11 Gava nêzîkî Misrê bûn, wî ji Seraya jina xwe re got: “Ez dizanim ku tu jineke xweşik î. 12 Dibe ku Misrî te bibînin û bêjin: ‘Ev jina wî ye.’ Wê min bikujin û te sax bihêlin. 13 Loma bêje: ‘Ez xwişka wî me’ ku ji bo xatirê te bi min qencî bikin û min sax bihêlin.” 14 Gava Avram ket Misrê, Misriyan dît ku jina wî pir xweşik e. 15 Karmendên Firewn jinik dît û pesnê wê ji Firewn re da. Li ser vê yekê jinik birin qesrê. 16 Ji bo xatirê Serayê Firewn qencî bi Avram kir. Pez, dewar, kerên nêr û mê, deve, xulam û xadim dan wî. 17 Lê Xudan ji rûyê Seraya jina Avram ve êşên giran anîn serê Firewn û maliyên wî. 18 Firewn gazî Avram kir û got: “Ev çi ye te anî serê min? Te çima negot: ‘Ew jina min e’? 19 Çima te got: ‘Ev xwişka min e’? Min jî ew ji xwe re anî? Jina xwe bibe û here!” 20 Piştre Firewn ji bo Avram emir da mirovên xwe. Wan ew û jina wî bi hebûna wan ve şandin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey