Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 11 - Kurmanji Încîl


Birca Babîlê

1 Di destpêkê de zimanê mirovên tevahiya dinyayê yek bû û wekî hev dipeyivîn.

2 Gava ber bi rojhilat ve koç kir, wan li welatê Şînarê deştek dît û li wir bi cih bûn.

3 Wan ji hev re got: “Werin em kelpîçan çêkin û baş bipêjin.” Di cihê keviran de kelpîç û di cihê xercê de jî ziftê bi kar anîn.

4 Piştre got: “Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke bigihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya rûyê erdê belav nebin.”

5 Xudan daket jêr, ji bo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne.

6 Xudan got: “Va ye, ew yek milet in. Zimanê wan hemûyan yek e û ev bi tenê destpêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku pîlan bikin ji wan re nabe zehmet.

7 Werin, em dakevin jêr, zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.”

8 Îcar Xudan ew ji wir li ser tevahiya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda.

9 Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir ew bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.


Ji Samê Pêxember heta Îbrahîmê Pêxember
( Dîrok I, 1:24-27 )

10 Qeyda ziriyeta Sam: Du sal piştî tofanê, gava Sam sed salî bû, kurê wî Arpexşad çêbû.

11 Piştî ku Sam bû bavê Arpexşad, ew pênc sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

12 Gava Arpexşad sî û pênc salî bû, kurê wî Şelah çêbû.

13 Piştî ku Arpexşad bû bavê Şelah, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

14 Gava Şelah sî salî bû, Êverê kurê wî çêbû.

15 Piştî ku Şelah bû bavê Êver, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçan.

16 Gava Êver sî û çar salî bû, kurê wî Pêlêg çêbû.

17 Piştî ku Êver bû bavê Pêlêg, ew çar sed û sî salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

18 Gava Pêlêg sî salî bû, kurê wî Reû çêbû.

19 Piştî ku Pêlêg bû bavê Reû, ew du sed û neh salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

20 Gava Reû sî û du salî bû, kurê wî Serûg çêbû.

21 Piştî ku Reû bû bavê Serûg, ew du sed û heft salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

22 Gava Serûg sî salî bû, kurê wî Nahor çêbû.

23 Piştî ku Serûg bû bavê Nahor, ew du sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.

24 Gava Nahor bîst û neh salî bû, kurê wî Têrah çêbû.

25 Piştî Nahor bû bavê Têrah, ew sed û nozdeh salên din ma û bû bavê kur û keçan.

26 Têrah di heftê saliya xwe de bû bavê Avram, Nahor û Heran.


Ziriyeta Têrahê bavê Îbrahîmê Pêxember

27 Qeyda ziriyeta Têrah ev e: Têrah bû bavê Avram, Nahor û Heran. Heran bû bavê Lût.

28 Heran, gava bavê wî Têrah sax bû, li bajarê Ûra Kildaniyan ku lê çêbûbû, mir.

29 Avram û Nahor zewicîn. Navê jina Avram Seray û navê jina Nahor jî Mîlka bû. Mîlka û Yîska keçên Heran bûn.

30 Seray kordunde bû, zarokên wê tunebûn.

31 Têrah malbata xwe hilda, ji Ûra Kildaniyan derket û berê xwe da riya welatê Kenanê. Pê re kurê wî Avram, bûka wî Seraya jina Avram, neviyê wî Lûtê kurê Heran hebû. Ew gihîştin Heranê û li wir bi cih bûn.

32 Têrah du sed û pênc sal kir û li Heranê mir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan