Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Destpêk 10 - Kurmanji Încîl


Ziriyeta kurên Nûhê Pêxember
( Dîrok I, 1:5-23 )

1 Qeyda ziriyetên kurên Nûh, Sam, Ham û Yefet ku piştî tofanê kurên wan çêbûn, ev e:

2 Kurên Yefet: Gomer, Magog, Meday, Yewan, Tûval, Meşex û Tîras.

3 Kurên Gomer: Aşkenaz, Rîfat û Togarma.

4 Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm.

5 Bavkalên mirovên ku li keviyên deryayan dijîn ji wan in. Li welatên xwe li gorî zimanên cuda û di nav miletên xwe de li gorî eşîrên xwe belav bûne.

6 Kurên Ham: Kûş, Misrayîm, Pût û Kenan.

7 Kurên Kûş: Seva, Hawîla, Savta, Raema û Savtexa. Kurên Raema: Şeva û Dedan.

8 Kûş bavê Nemrûd bû. Nemrûd li ser rûyê erdê mêrxasê pêşî bû.

9 Ew li pêş Xudan nêçîrvanekî mêrxas bû. Ji ber vê yekê dibêjin: “Wekî Nemrûd nêçîrvanekî mêrxas ê li ber Xudan.”

10 Di destpêkê de Nemrûd di welatê Şînarê de li Babîl, Erek, Akkad û Kalnêyê padîşahî kir.

11 Ji wir derbasî Aşûrê bû û bajarên Nînewa, Rehovot-Îr, Kalah

12 û Resen a ku di navbera Nînewa û Kalahê de ye ava kirin. Kalah jî bajarekî mezin bû.

13 Misrayîm bavkalê Lûdiyan, Enamiyan, Lehaviyan, Naftûhiyan,

14 Patrûsiyan, Kaslûhiyan û Kaftoriyan bû. Filîstî ji Kaslûhiyan hatin.

15 Kenan bavê Sîdonê nixuriyê xwe û Hît bû.

16 Herwiha ew bavê Yevûsiyan, Amoriyan, Gîrgaşiyan,

17 Hîwiyan, Erqiyan, Sîniyan,

18 Arwadiyan, Semariyan û Hamayiyan bû. Piştre binemalên Kenaniyan belav bûn.

19 Sînorê Kenaniyan ji Saydayê heta Gerara û Xezayê û ji wê jî heta Sodom û Gomora, Adma û ber bi Sevoyîmê ve heta Laşayê fireh bû.

20 Kurên Ham ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bûne ew in.

21 Kurên Sam jî çêbûn. Sam kekê Yefet û bavkalê hemû ziriyeta Êver bû.

22 Kurên Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd û Aram.

23 Kurên Aram: Ûs, Hûl, Geter û Maş.

24 Arpexşad bavê Şelah bû. Şelah bavê Êver bû.

25 Du kur ji Êver re çêbûn. Navê yekî Pêlêg bû, çimkî di dema wî de mirov li ser rûyê erdê belav bûn. Navê birayê wî Yoqtan bû.

26 Yoqtan bavê Almodad, Şelef, Hasar-Mawet, Yarah,

27 Hadoram, Ûzal, Dîqla,

28 Oval, Avîmaêl, Şeva,

29 Ofîr, Hawîla û Yovav bû. Ev hemû ji ziriyeta Yoqtan bûn.

30 Herêma ku ew lê dijiyan, ji Mêşayê heta Sefara li herêma çiyayî ya rojhilat fireh dibû.

31 Kurên Sam ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bûbûn, ev in.

32 Di nav miletên xwe de, li gorî qeydên xwe, ziriyetên kurên Nûh ev in. Hemû mirovên ku piştî tofanê li ser rûyê erdê belav bûne, ji wan in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan