Derketin 6 - Kurmanji Încîl1 Xudan ji Mûsa re got: “Tê bibînî niha ezê çi bi Firewn bikim. Wê ji ber destê min ê hêzdar gelê Îsraêl berde û ji ber destê min ê hêzdar wan ji welatê xwe biqewitîne.” 2 Xwedê careke din ji Mûsa re got: “Ez Yahwe me. 3 Ez wekî Xwedayê Karîndar li Îbrahîm, Îshaq û Aqûb xuya bûm, lê min xwe bi navê Yahwe bi wan neda naskirin. 4 Min bi wan re peymanekê çêkir ku ez welatê Kenanê bidim wan ku lê bi xerîbî diman. 5 Min nalîna gelê Îsraêl ku koleyên Misriyan in bihîst û peymana xwe bi bîr anî. 6 “Loma ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ez Xudan im. Ezê we ji bin barê Misriyan derînim û we ji koletiya wan azad bikim. Ezê bi zendê xwe yê dirêjkirî wan bi giranî ceza bikim û we rizgar bikim. 7 Ezê we bikim gelê xwe û bibim Xwedayê we. Hûnê bizanibin ku ez Xwedayê we Xudan im û min hûn ji bin barê Misriyan deranî. 8 Ezê we bibim wî welatê ku min soz dabû bidim Îbrahîm, Îshaq û Aqûb. Ezê wê derê bikim milkê we. Ez Xudan im.’” 9 Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got, lê ji ber ku hêviyên wan şikestibûn û di bin koletiyeke giran de bûn guh nedanê. 10 Xudan ji Mûsa re got: 11 “Here, ji Firewn re bêje bila ji welatê xwe gelê Îsraêl berde.” 12 Lê Mûsa ji Xudan re got: “Gelê Îsraêl guhdariya min nake, wê Firewn çawa guhdariya min bike? Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im!” 13 Xudan li ser gelê Îsraêl û Firewn bi Mûsa û Harûn re peyivî û li wan emir kir ku wan ji welatê Misrê derîne. Ziriyeta Mûsa û Harûn 14 Serekên malbatên Îsraêliyan ev bûn: Kurên Rûbênê nixuriyê Îsraêl: Henox, Pallû, Hesron û Karmî. Ev ji binemala Rûbên in. 15 Kurên Şimûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê jineke Kenanî Şawûl. Ev ji binemala Şimûn in. 16 Li gorî qeydên ziriyeta wan, kurên Lêwî ev in: Gêrşon, Qohat û Mêrarî. Lêwî 137 sal kir. 17 Kurên Gêrşon, li gorî binemalên xwe ev in: Lîvnî û Şîmî. 18 Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl. Qohat 133 sal kir. 19 Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Li gorî qeydên ziriyetên wan, binemalên Lêwî ev bûn. 20 Emram bi meta xwe Yoxeved re zewicî û Yoxevedê jê re Harûn û Mûsa anî. Emram 137 sal kir. 21 Kurên Yîshar: Qorax, Nefeg û Zikrî. 22 Kurên Ûzziyêl: Mîşaêl, Êlsafan û Sîtrî. 23 Harûn xwişka Nahşon, Êlîşevaya keça Emmînadav ji xwe re anî. Ji Êlîşevayê jê re Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar çêbûn. 24 Kurên Qorax: Assîr, Êlqana û Aviyasaf. Binemalên Qoraxî ev in. 25 Kurê Harûn Êlezar, ji keçên Pûtiyêlê yek ji xwe re anî û ji wê Pînehas çêbû. Li gorî binemalên xwe serekên malbatên Lêwî ev in. 26 Mûsa û Harûnê ku Xudan ji wan re got: “Gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê derînin” ev bûn. 27 Kesên ku ji bo gelê Îsraêl ji Misrê derînin, bi Firewn re peyivîn Mûsa û Harûn in. Mûsa û Harûn bi ya Xudan dikin 28 Roja Xudan li welatê Misrê bi Mûsa re peyivî, 29 wî jê re got: “Ez Xudan im. Her tiştê min ji te re got, ji Firewn re bibêje.” 30 Lê Mûsa li hizûra Xudan wiha got: “Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im, wê Firewn çawa guh bide min?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey