Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 40 - Kurmanji Încîl


Vedana Konê Hevdîtinê

1 Xudan ji Mûsa re got:

2 “Tê meskenê Konê Hevdîtinê di roja pêşî ya meha pêşî de çêkî.

3 Tê Sindoqa Şahidiyê deynî wê derê û bi perdeyê veşêrî.

4 Tê maseyê bînî hundir û tiştên li ser wê rêz bikî. Tê şamdankê bînî hundir û qendîlên wê bi cih bikî.

5 Tê gorîgeha zêrîn a bixûrê deynî pêş Sindoqa Şahidiyê û perdeyê bavêjî ser deriyê meskên.

6 Tê gorîgeha qurbana şewitandinê deynî ber deriyê meskenê Konê Hevdîtinê.

7 Tê teştê deynî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û hundirê wê bi avê dagirî.

8 Tê li dora kon hewşê çêkî û perdeyê bavêjî deriyê hewşê.

9 “Tê rûnê kifşkirinê hildî, meskên û hemû tiştên tê de rûn bikî. Tê wê û hemû taximên wê pîroz bikî ku pîroz be.

10 Tê gorîgeha qurbana şewitandinê û hemû taximên wê rûn bikî. Tê gorîgeh pîroz bikî ku bi zêdebarî pîroz be.

11 Tê teştê tevî lingê wê rûn û pîroz bikî.

12 “Tê Harûn û kurên wî bînî ber deriyê Konê Hevdîtinê, wan bi avê bişoyî

13 û kincên pîroz li Harûn bikî. Ji bo ku ji min re kahintiyê bike, tê wî rûn bikî ku pîroz be.

14 Tê kurên wî jî bînî û mîntanan li wan bikî.

15 Ji bo ku ew ji min re kahintiyê bikin, çawa te bavê wan rûn kir, tê wan jî rûn bikî. Wê rûnkirina wan bike ku ew di nav nifşên xwe de kahintiya herheyî bikin.”

16 Mûsa her tişt bi awayê ku Xudan lê emir kiribû kir.

17 Di roja pêşî ya meha pêşî ya sala diduyan de mesken hat avakirin.

18 Mûsa meskên ava kir, binikên wî danîn, çîtên wî daçikandin, stûnên wî rakirin û girşên wî lêxistin.

19 Wî kon li ser meskên nixamt û xêlî ser kon nixamt, çawa ku Xudan lê emir kiribû.

20 Wî Lewheyên Şahidiyê hildan û xistin hundirê sindoqê. Destiyên sindoqê lê xistin, derxûn ji jor ve danî ser sindoqê.

21 Wî sindoq anî hundirê meskên, perdeya jihevqetandinê lêxist û Sindoqa Şahidiyê veşart, çawa ku Xudan lê emir kiribû.

22 Wî mase anî hundirê Konê Hevdîtinê, li aliyê bakurê meskên, li derveyî perdeyê bi cih kir

23 û li hizûra Xudan nan li ser rêz kirin, çawa ku wî lê emir kiribû.

24 Mûsa şamdank anî Konê Hevdîtinê, li hember maseyê, li aliyê başûrê meskên bi cih kir

25 û li hizûra Xudan qendîl pêxistin, çawa ku wî lê emir kiribû.

26 Wî gorîgeha zêrîn, li Konê Hevdîtinê danî pêşberî perdeyê

27 û li serê bixûra bêhnxweş pêxist, çawa ku Xudan lê emir kiribû.

28 Wî perdeya deriyê meskên lêxist,

29 gorîgeha qurbana şewitandinê danî ber derê meskenê Konê Hevdîtinê û li ser wê qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê pêşkêş kir, çawa ku Xudan lê emir kiribû.

30 Wî teşt danî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û ji bo şûştinê bi avê dagirt

31 ku Mûsa, Harûn û kurên Harûn dest û lingên xwe li wir dişûştin.

32 Her gava ew diketin Konê Hevdîtinê û nêzîkî gorîgehê dibûn, wan dest û lingên xwe dişûştin, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.

33 Wî hewş li dora meskên û gorîgehê çêkir û perde avêt ser deriyê hewşê. Bi vî awayî Mûsa kar temam kir.


Ewrê li ser Konê Hevdîtinê
( Hejmartin 9:15-23 )

34 Ewr ser Konê Hevdîtinê nixamt û rûmeta Xudan mesken dagirt.

35 Mûsa nikaribû biketa Konê Hevdîtinê, çimkî ewr li ser wê disekinî û rûmeta Xudan mesken tije kiribû.

36 Di tevahiya rêwîtiya wan de, gava ewr ji ser meskên radibû, Îsraêlî jî koç dikir.

37 Lê heke ewr ranebûya, heta roja ewr radibû koç nedikirin.

38 Çimkî di tevahiya rêwîtiya wan de, bi roj li ser meskên ewrê Xudan, bi şev jî êgir rê nîşanî tevahiya Mala Îsraêl dida.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan