Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 4 - Kurmanji Încîl


Xwedê hêza kerametan dide Mûsa

1 Mûsa li Xudan vegerand û got: “Lê ku ji min bawer nekin? Guhdariya dengê min nekin û bêjin: ‘Xudan li te xuya nebû!’”

2 Xudan jê re got: “Ev çi ye di destê te de?” Wî got: “Gopal e.”

3 Xudan got: “Wî bavêje erdê!” Gava Mûsa gopalê xwe avêt erdê, ew bû mar û Mûsa ji ber reviya.

4 Xudan ji Mûsa re got: “Destê xwe dirêj bike û bi dûvika wî bigire.” Çaxê Mûsa xwar bû û ew hilda, mar careke din bû gopal.

5 Xudan got: “Vê bike ku ew baweriyê pê bînin ku Xwedayê bav û kalên wan, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Xudan li te xuya bûye.”

6 Careke din Xudan jê re got: “Niha destê xwe bixe paşila xwe.” Mûsa destê xwe xist paşila xwe. Çaxê wî destê xwe deranî, dît ku destê wî wekî berfê, spî û kotî ye.

7 Xudan got: “Destê xwe careke din bixe paşila xwe.” Mûsa dîsa destê xwe xist paşila xwe û gava deranî, dîsa wekî berê bû.

8 Xudan got: “Heke ji te bawer nekin û bala xwe nedin nîşana pêşî, belkî ji nîşana diduyan bawer bikin.

9 Heke bawerî bi herdu nîşanan jî neyînin û guhdariya dengê te nekin, tu ji Çemê Nîlê hinekî av hilde û li ser erdê birijîne. Ava tê ji Nîlê hilînî û li ser erdê birijînî, wê bibe xwîn.”

10 Lê Mûsa ji Xudan lava kir û got: “Ezbenî ya Reb! Ne duh, ne pêr û ne jî, ji dema tu ji xulamê xwe re dibêjî heta niha, ez ne zilamê peyivînê me. Zimanê min giran e.”

11 Xudan jê re got: “Ma kê devê mirov çêkir? Ma kî mirov dike ker, lal, kor an dibîne? Ma ne Xudan e, ma ne ez im?

12 Niha here, ezê bi devê te re bim û ya ku tê bêjî hînî te bikim.”

13 Mûsa got: “Ezbenî, ya Reb! Ji kerema xwe yekî din di şûna min de bişîne!”

14 Xudan li Mûsa hêrs bû û got: “Ma Harûnê Lêwiyî ne kekê te ye? Ez dizanim, ew baş dipeyive. Ew niha dertê ku bê pêşiya te û gava ew te bibîne wê dilê wî şa bibe.

15 Bi wî re bipeyive û gotinê bixe devê wî. Ezê bi devê te û bi devê wî re bim û ya ku hûnê bikin, hînî we bikim.

16 Wê berdevkiya te bike, di cihê te de bi gel re bipeyive. Tê ji bo wî wekî Xwedê bî.

17 Vî gopalî bide destê xwe ku tê pê nîşanan raber bikî.”


Mûsayê Pêxember ji çiyê dadikeve

18 Mûsa çû û zivirî ba xezûrê xwe Yîtro û jê re got: “Ji kerema xwe destûr bide min, ez vegerim ba birayên xwe yên li Misrê û binêrim ka ew dijîn an na?” Yîtro ji Mûsa re got: “Bi xêr û silamet here!”

19 Xudan li Mîdyanê ji Mûsa re got: “Vegere Misrê, çimkî hemû kesên ku li pey kuştina te bûn mirin.”

20 Mûsa jina xwe û kurên xwe hildan, ew li kerê siwar kirin û zivirî welatê Misrê. Mûsa gopalê Xwedê da destê xwe.

21 Xudan ji Mûsa re got: “Gava tu vegeriyayî Misrê, pê hêza ku min daye te, hemû nîşanên ku min dane te, li pêşberî Firewn bike. Lê ezê dilê wî hişk bikim û wê gel bernede.

22 Piştre ji Firewn re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Îsraêl kurê min ê pêşî ye.

23 Min ji te re got kurê min berde ku xulamiya min bike. Lê te nekir. Li ser vê yekê ezê kurê te yê pêşî bikujim.’”

24 Di rê de, li dera ku wan şeva xwe lê borandin, Xudan rastî Mûsa hat û xwest wî bikuje.

25 Sîpporayê kevirekî heste hilda, kurê xwe sinet kir û çermê wî li navrana Mûsa da û got: “Bi rastî jî tu ji bo min zavayê bi xwîn î.”

26 Bi vî awayî Xudan dev ji Mûsa berda. Sîpporayê ji Mûsa re got: “Tu ji ber sinetê zavayê bi xwîn î.”

27 Di vê navberê de Xudan ji Harûn re got: “Here beriyê, pêşiya Mûsa.” Harûn çû û li Çiyayê Xwedê rastî Mûsa hat û ew maçî kir.

28 Mûsa hemû peyvên ku Xudan jê re gotibûn û hemû nîşanên ku lê emir kiribû, ji Harûn re got.

29 Mûsa û Harûn çûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin.

30 Harûn, hemû peyvên ku Xudan ji Mûsa re gotibûn ji wan re got. Wî li ber çavê gel ew nîşan raber kirin.

31 Gel bawer kir. Gava gelê Îsraêl bihîst ku Xudan bala xwe da tengasiyên wan, deverû çûn erdê û perizîn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan