Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 36 - Kurmanji Încîl

1 “Besalêl û Oholîav û hemû kesên jêhatî yên ku Xudan feraset û fêmdarî daye wan ku di avakirina pîrozgehê de kar bikin, wê li gorî her tiştê ku Xudan li wan emir kiriye bixebitin.”

2 Mûsa gazî Besalêl û Oholîav û her kesê jêhatî kir ku Xudan feraset dayê, her kesê ku dilê wî ji bo xebatê lê dixe.

3 Wan hemû pêşkêşiyên ku gelê Îsraêl ji bo xizmetkirina pîrozgehê anîbûn ji Mûsa standin. Gelê Îsraêl her sibe pêşkêşiya dilxwazî ji Mûsa re anîn.

4 Hemû hosteyên ku her karên pîrozgehê çêdikirin yek bi yek hatin ba Mûsa.

5 Jê re got: “Gel, ji ya ku Xudan ji bo çêkirinê li me emir kir pir zêdetir tîne.”

6 Li ser vê yekê Mûsa emir kir û got: “Ne mêr û ne jî jin, bila êdî kes ji bo pîrozgehê tu pêşkêşiyan neyîne.” Emir ji artêşgehê hate dayîn. Bi vî awayî êdî diyarî neanîn.

7 Çimkî tiştên ku anîbûn, ji bo hemû karê ku wê bê kirin bes û zêde bû.


Çêkirina Konê Hevdîtinê
( Derketin 26:1-37 )

8 Tevahiya mirovên jêhatî yên nav xebatkaran, mesken ji deh perdeyan çêkir. Wan ew bi kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkirin. Li ser wan jî xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.

9 Dirêjahiya her perdeyê bîst û heşt gaz, berfirehiya wê çar gaz bû. Pîvana her perdeyê yek bû.

10 Bêsalêl pênc perde bi hev ve danîn û pênc perde yên din jî bi hev ve danîn.

11 Wî li keviya perdeya herî paşî ya desteya pêşî, qulpikên şînê tarî vekirin. Wî li keviya desteya din jî wisa kir.

12 Wî di perdeyekê de pêncî qulpik vekirin û di keviya perdeya desteya din de jî pêncî qulpikên din vekirin. Qulpik li pêşberî hev bûn.

13 Wî pêncî qopçeyên zêrîn çêkirin, perdeyan bi qopçeyan bi hev ve girê da. Bi vî awayî mesken bû yek perçe.

14 Wî ji mûyê bizinê perde çêkirin ku wekî xêliyekê mesken nixamt. Wî yanzdeh perde çêkirin.

15 Dirêjahiya her perdeyê sî gaz, berfirehiya her perdeyê jî çar gaz bû. Pîvana yanzdeh perdeyan yek bû.

16 Wî pênc perde cuda bi hev ve danîn, şeş perde jî cuda bi hev ve danîn.

17 Wî li keviya perdeya paşî ya desteyê pêncî qulpik, li keviya perdeya desteya din pêncî qulpik vekirin.

18 Wî pêncî qopçeyên tûncîn çêkirin ku kon bibe yek perçe.

19 Wî ji bo kon, ji çermê beran ê bi hibra sor xêliyekê û li ser wê jî, ji çermê beran ê şînê tarî xêliyeke din çêkirin.

20 Wî ji bo meskên, ji dara aqasyayê çîtên çik çêkirin.

21 Dirêjahiya wan çîtan deh gaz, berfirehiya wan jî gaz û nîvek bû.

22 Du bizmikên her çîtê hebûn ku li hev diketin. Wî ji bo hemû çîtên meskên wiha kir.

23 Wî ji bo meskên çît wisa çêkirin. Wî ji bo başûrê wî bîst çît çêkirin.

24 Wî çil binikên zîv çêkirin ku di bin her çîtê de dibûn. Ji bo herdu çîtan, du bizmik hebûn.

25 Wî li aliyê duyemîn ê meskên ê ku li bakur dinêre bîst çît,

26 tevî çil binikên zîvîn ên wan çêkirin. Ji bo herdu çîtan, du binik hebûn.

27 Wî ji bo aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, şeş çît çêkirin.

28 Wî li aliyê paşîn du çît çêkirin ku kujên meskên bin.

29 Binê van çîtên ku dibûn kuj cuda diman û ser wan bi xeleka pêşî bi hev ve hat danîn. Wî herdu çîtên ku dibûn kuj, wisa çêkirin.

30 Bi vî awayî, heşt çît tevî binikên zîvîn ên wan hebûn. Di bin her çîtê de du binik hebin ku şanzdeh binik hebûn.

31 Wî ji dara aqasyayê girş çêkirin. Wî ji bo çîtên aliyekî meskên pênc girş,

32 ji bo çîtên aliyê din ê meskên pênc girş û ji bo çîtên aliyê paşîn ê meskên ê ku li rojava dinêre, wî pênc girş çêkirin.

33 Wî girşa navîn çêkir ku di nava çîtan de ye, ji aliyekî gihîşt aliyê din.

34 Wî çît bi zêr kiras kirin û xelekên ku girş tê re derbas dibin, ji zêr çêkirin. Wî girş jî bi zêr kiras kirin.

35 Wî perde bi tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî çêkir ku ser wê xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.

36 Wî ji bo wê ji dara aqasyayê çar stûn çêkir û wan bi zêr kiras kirin. Çengelên wan ên zêrîn hebûn. Wî çar binikên wan ên zîvîn jî rijandin.

37 Wî ji bo deriyê kon, ji tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî perdeyeke binexş çêkir.

38 Ji bo daleqandina perdeyê wî pênc stûnên bi çengel çêkirin, serî û bistên wan bi zêr kiras kirin, ji bo stûnan pênc binikên tûncîn çêkirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan