Derketin 35 - Kurmanji ÎncîlQeydeyên Septê ( Derketin 31:12-18 ) 1 Mûsa tevahiya civaka Îsraêl civand û ji wan re got: “Tiştên ku Xudan kirina wan li we emir kirine ev in: 2 Divê şeş rojan kar bê kirin. Lê divê roja heftan ji bo we Septa pîroz, roja bêhnvedanê ya ji Xudan re veqetandî be. Her kesê ku wê rojê bixebite wê bê kuştin. 3 Hûnê Roja Septê di malên xwe de êgir pênexin.” Pêşkêşiyên anîne Konê Hevdîtinê ( Derketin 25:1-7 ; 39:32-41 ) 4 Mûsa ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Tiştên ku Xudan emir kiriye ev in: 5 Di nav xwe de ji bo Xudan pêşkêşiyan bînin. Her kesê ku dixwaze, bila pêşkêşiya Xudan a zêr, zîv, tûnc, 6 tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik û mûyê bizinê, 7 çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî, dara aqasyayê, 8 zeyta qendîlan, biharatên rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş, 9 kevirên onîks û kevirên din ên hêja ku li ser êfod û bersing bên rêzkirin, bînin. 10 “Wê hemû kesên jêhatî yên nav we bên û her tiştên ku Xudan emir kiriye bikin; 11 mesken, kon û xêliya wî, qopçe, çîtên çik, girş, stûn, binik, 12 sindoq û destiyên wê, derxûn, perdeya jihevqetandinê, 13 mase, destî û hemû taximên wê, hemû taximên wê, Nanê Hizûrê, 14 ji bo ronahiyê şamdank û taximên wê, qendîl, zeyta qendîlan, 15 gorîgeha bixûrê û destiyên wê, rûnê kifşkirinê, bixûra bêhnxweş, perdeya deriyê meskên, 16 gorîgeha qurbana şewitandinê, serada wê ya tûncîn, destî û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingên wê, 17 perdeyên dora hewşê, stûn û binikên wê, perdeya deriyê hewşê, 18 singên meskên û hewşa wî û qeytanên wan, 19 kincên tenik honandî yên xizmeta Cihê Pîroz, kincên Harûnê Kahin û kincên kurên wî yên kahintiyê çêkin.” 20 Tevahiya civaka Îsraêl ji ba Mûsa çû. 21 Her kesê dilxwaz û heweskar berê xwe da xizmeta Konê Hevdîtinê, ji bo kincên pîroz pêşkêşî ji Xudan re anî. 22 Jin û mêr, hemû kesên dilxwaz hatin, ji bo Xudan wekî pêşkêşî broş, guhar, gustîl û bazin anîn. Hemû zînetên ku anîn ji zêr bûn. 23 Hemû kesê ku xweyê tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik, mûyê bizinê, çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî bibe, van tiştan anîn. 24 Her kesê ku dikaribû pêşkêşiya zîv û tûnc bidin, wan ew wekî pêşkêşî Xudan dan. Ji bo ku di karekî de bê xebitandin, bi kê re dara aqasyayê hebe anî. 25 Hemû jinên jêhatî, rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenikê ku bi destê xwe honandibûn anîn. 26 Bi ser de jinên zana û jêhatî û bi kêr mûyê bizinê jî honandin. 27 Serekan ji bo li ser êfod û bersingê rêzkirinê, kevirên onîks û kevirên din ên hêja, 28 biharat, rûnê zeyta qendîlan, kifşkirin û bixûra bêhnxweş anîn. 29 Jin û mêr hemû Îsraêliyên dilxwaz, ji bo karên ku Xudan bi riya Mûsa li wan emir kiribûn, wan ji Xudan re pêşkêşiya dilxwaziyê anîn. Besalêl û Oholîavê Hoste ( Derketin 31:2-6 ) 30 Mûsa ji gelê Îsraêl re got: “Binêrin, Xudan bi navê wî gazî Besalêlê kurê Ûrîyê kurê Hûrê ku ji eşîra Cihûda ye kir. 31 Wî ew bi Ruhê Xwedê, bi şehrezayî, fêmdarî, zanîn û bi her cure hostetiyê tije kir 32 ku ew li karên bi hosteyî bifikire, şikil bide zêr, zîv û tûncê 33 û di karên birîn û pêvekirina keviran, necarî û her cure hostiyê de bixebite. 34 Herwiha Xudan daxwaza hînkirinê xist dilê wî û Oholîavê kurê Ahîsamakê Danî. 35 Wî dilê wan bi şehrezayî tije kir ku ew di her karê ku hosteyî jê re dixwaze de, di karê necarî, di karê çêkirina rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik de, di karê honandin û nexişandinê de, di her cure hostiyê de afirîner bin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey