Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 34 - Kurmanji Încîl


Peyman tê nûkirin

1 Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo xwe, wekî yên pêşî du lewheyên kevirîn bibire. Gotinên li ser lewheyên pêşî bûn û te ew şikandin, ezê li ser wan binivîsim.

2 Şeveqê amade be û serê sibê hilkişe Çiyayê Sînayê û li ser serê çiyê, li ber min bisekine.

3 Wê tu kes bi te re hilnekişe ser çiyê û bila li tevahiya çiyê kes neyê dîtin û li qûntara çiyê pez û dewar neçêre.”

4 Mûsa wekî yên pêşî, du lewheyên kevirîn birîn û çawa ku Xudan lê emir kiribû serê sibê zû rabû hilkişiya ser Çiyayê Sînayê. Wî herdu lewhe da destê xwe û birin.

5 Xudan bi ewr re daket, li wir pê re ma û navê xwe, navê Xudan eşkere kir.

6 Xudan di ber wî re derbas bû û got: “Ez Xudan im, Xwedayê dilrehm û keremdar, zû hêrs nabe, dilsozî û dilovaniya wî zêde ye.

7 Ez dilovaniya xwe nîşanî hezaran didim. Guneh, xerabî û neheqiyê dibexişînim. Ez kesê sûcdar bêceza nahêlim û hesabê xerabiya bavan ji kuran, ji kurê kuran, ji nifşê sisêyan û çaran dipirsim.”

8 Mûsa zûka deverû çû erdê û perizî.

9 Wî got: “Ya Reb, heke dilê te bi min xweş be, ez hêvî dikim, kerem bike bi me re were. Çimkî ev miletekî serhişk e. Neheqî û gunehên me bibexişîne û me bike mîrasa xwe.”

10 Xudan got: “Niha ez peymanekê çêdikim. Ezê li pêş tevahiya gelê te karên nedîtî bikim ku li tevahiya dinyayê û di nav miletên din de karên wiha nehatibin kirin. Hemû gelê ku tu di nav de dijî wê karên Xudan bibîne. Çimkî karê ku ezê bi te re bikim gelek biheybet e.

11 Emrên ku îro ez li te dikim pêk bîne. Tê bibînî, ezê ji ber te Amorî, Kenanî, Hîtîtî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan biqewitînim.

12 Miqate bin ku bi şêniyên welatê ku tê heriyê re peymanekê çêneke. Çimkî ev dikare ji bo te bibe dafik.

13 Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelên wan perçe bikin û pûtên wan ên Aşêrayê bibirin.

14 Çimkî tê neperizî îlahan. Ez Xudan im û navê min Xîret e. Xwedayekî xîretkêş im.

15 Tê bi şêniyên welatê ku tê heriyê re peymanekê çênekî. Çimkî gava ew diperizin pûtên xwe û ji bo wan qurban didin, wê gazî te jî bikin û tê herî bixwî.

16 Tê keçên wan ji kurên xwe re neyînî. Çimkî gava keçên wan biperizin pûtên xwe, wê bikin ku kurên te bêbextî bikin û bi wan re biperizin pûtên wan.

17 “Tê ji bo xwe pûtên rijandî çênekî.

18 “Tê Cejna Nanê Şikeva bikî. Çawa ku min li te emir kir, tê di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de, heft rojan Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çimkî tu di meha Avîvê de ji Misrê derketî.

19 “Her nixurî yê min e. Çi dewar, çi pez, her nixuriyê te, yên min in.

20 Tê ji bo dehşikê pêşî pezekî fîdyeyê bidî. Heke tu fîdyeyê nedî, tê stûyê dehşikê bişikênî. Divê tu ji bo hemû nixuriyên xwe fîdyeyê bidî. “Bila tu kes destvala neyê hizûra min.

21 “Tê şeş rojan bixebitî, lê di roja heftan de bêhna xwe vedî. Tê di dema çandin û çinînê de jî bêhna xwe vedî.

22 “Tê di dema pêşî ya dirûtina genim de Cejna Hefteyan, di dawiya salê de Cejna Berhilanînê bikî.

23 Wê hemû mêrên te salê sê caran derkevin hizûra Xwedayê Îsraêl, Reb Xudan.

24 Çimkî ezê ji ber we miletan biqewitînim û sînorên te fireh bikim. Gava tu salê sê caran herî hizûra Xwedayê xwe Xudan, wê tu kes çav bernede welatê te.

25 “Tê xwîna qurbana min bi nanê bihevîrtirş serjê nekî. Wê qurbana Cejna Derbasbûnê nemîne serê sibê.

26 “Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.”

27 Xudan ji Mûsa re got: “Van peyvan binivîse. Çimkî min bi te re û bi Îsraêl re li gorî van peyvan peyman çêkir.”

28 Mûsa li wir çil şev û çil rojan bi Xudan re ma. Wî ne nan xwar û ne jî av vexwar. Wî li ser lewheyên gotinên peymanê deh emir nivîsî.


Mûsa ji Çiyayê Sînayê dadikeve

29 Mûsa di destê wî de du lewheyên peymanê ji Çiyayê Sînayê hat xwarê. Ji ber ku bi Xudan re peyivîbû rûyê wî dibiriqî. Lê haya wî ji vê tunebû.

30 Gava Harûn û tevahiya gelê Îsraêl rûyê Mûsa yê dibiriqî dîtin, ew tirsiyan ku nêzîkî wî bibin.

31 Mûsa gazî wan kir. Harûn û hemû serekên civaka Îsraêl lê vegeriyan û Mûsa bi wan re peyivî.

32 Hemû gelê Îsraêl nêzîk bû û Mûsa hemû tiştên ku Xudan li Çiyayê Sînayê jê re gotibûn li wan emir kir.

33 Piştî ku Mûsa gotinên xwe bi wan re xilas kirin, wî xêliyek danî ser rûyê xwe.

34 Lê gava Mûsa ji bo peyivînê diçû hizûra Xudan, heta ji hizûra wî vediqetiya, xêliya li ser rûyê xwe radikir. Çaxê ew dizivirî, emrên ku lê hatibûn kirin ji gelê Îsraêl re digot.

35 Wî çaxî gelê Îsraêl rûyê Mûsa yê dibiriqî didîtin. Gava Mûsa diket hundir ji bo dîtina Xudan, xêliya xwe dîsa datanî ser rûyê xwe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan