Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 32 - Kurmanji Încîl


Golikê Zêrîn
( Dubarekirina Şerîetê 9:7-29 )

1 Gava gel dît ku Mûsa ji daketina çiyê bi derengî ket, ew li ba Harûn civiyan. Wan jê re got: “Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.”

2 Harûn ji wan re got: “Guharên zêrîn ên ku di guhê jinên we, lawên we û keçên we de ne derxin û wan ji min re bînin.”

3 Tevahiya gel rabû hemû guharên zêrîn ên di guhên xwe de derxistin û ew anîn ba Harûn.

4 Harûn zêr ji wan standin, bi amûra qewirandinê şikil dayê û jê golikekî rijandî çêkir. Wî çaxî gel got: “Ya gelê Îsraêl, îlahê te yê ku tu ji welatê Misrê deranî ev e.”

5 Çaxê Harûn ev dît, wî li pêş golikê gorîgehek çêkir, gazî kir û got: “Sibê ji bo Xudan cejn e.”

6 Dotira rojê ew zû rabûn, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin û pêşkêşiyên aştiyê anîn. Gel rûnişt, xwar û vexwar. Paşê rabû da lotikan û bi hev lîstin.

7 Xudan ji Mûsa re got: “Rabe berjêr be! Gelê te yê ku te ji welatê Misrê deranî xera bû.

8 Ew zû ji riya min li wan emir kir averê bûn. Wan ji bo xwe golikekî rijandî çêkir, perizînê û jê re qurban dan. Wan got: ‘Ya gelê Îsraêl, îlahê te yê ku tu ji welatê Misrê deranî ev e.’”

9 Xudan ji Mûsa re got: “Min ev gel dît, ev miletekî serhişk e.

10 Niha bihêle, bila hêrsa min li dijî wan rabe ku ez wan biqedînim. Paşê ezê te bikim miletekî mezin.”

11 Lê Mûsa ji Xwedê lava kir û got: “Ya Xudan, wê çima hêrsa te li dijî gelê te rabe? Te ew ji welatê Misrê bi hêza xwe ya mezin û bi destê xwe yê hêzdar deranî.

12 Wê çima Misrî bêjin: ‘Xwedê ji bo xerabiyê, ji bo ku wan li çiyan bikuje û wan ji ser rûyê erdê tune bike ew ji Misrê deranî’? Ji hêrsa xwe vegere. Fikra xwe biguhere û wê xerabiyê bi gelê xwe neke.

13 Xulamên xwe Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl bi bîr bîne. Te ji wan re bi navê xwe sond xwar û got: ‘Ezê ziriyeta we bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim. Ezê tevahiya vî welatê ku min soz dabû bidim ziriyeta we. Wê bibe mîrasa wan a herheyî.’”

14 Bi vî awayî Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû, bi gelê xwe nekir.

15 Mûsa zivirî, di destan de du lewheyên peymanê ku emir li ser nivîsandî bûn, ji çiyê berjêr bû. Herdu aliyên lewheyan jî nivîsandî bûn.

16 Lewhe karê Xwedê bûn, nivîsa qewirandî ya li ser lewheyan a Xwedê bû.

17 Gava Yêşû qîrîna gel bihîst, ji Mûsa re got: “Dengê şer ji artêşgehê tê!”

18 Lê Mûsa got: “Ev ne dengê serketiyan e, Ne jî dengê têkçûyiyan e. Ez dengê stranan dibihîzim.”

19 Gava Mûsa nêzîkî artêşgehê bû, golik û kesên direqisin dîtin, hêrsa wî rabû. Lewheyên di destên xwe de avêtin û ew li qûntara çiyê xistin û şikandin.

20 Wî golikê ku wan çêkiriye hilda, şewitand û heta bû toz perçiqand. Wî ev toz bi ser avê de reşand û bi gelê Îsraêl da vexwarin.

21 Mûsa ji Harûn re got: “Vî gelî çi bi te kir ku te ev gunehê mezin bi serê wan de anî?”

22 Harûn got: “Hêrs nebe xweyê min, tu dizanî meyla gel li ser xerabiyê heye.

23 Çimkî wan ji min re got: ‘Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.’

24 Min jî, ji wan re got: ‘Bi kê re zêr hebe, bila derxe û bîne min.’ Wan zêr dan min, min ew avêt nav êgir û ev golik derket!”

25 Mûsa dît ku gel serberdayî bûye. Çimkî Harûn ew serberdayî hiştibûn û bi vî awayî ew bûbû sedema pêkenînê dijminên xwe.

26 Mûsa li dergehê artêşgehê sekinî û got: “Kesên li alî Xudan in bila werin ba min.” Li ser vê yekê tevahiya Lêwiyiyan li ba wî kom bûn.

27 Wî ji wan re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Bila herkes şûrê xwe li pişta xwe girê bide, li artêşgehê ji deriyekî here ber deriyê din, birayê xwe, hevalê xwe û cîranê xwe bikuje.’”

28 Lêwiyiyan bi awayê ku Mûsa ji wan re got kirin û wê rojê ji gel bi qasî sê hezar kes hatin kuştin.

29 Mûsa got: “Îro, ji bo ku pîroziyê bide we, xwe ji Xudan re veqetînin. Çimkî herkes li dijî kurê xwe û birayê xwe rabû.”

30 Dotira rojê Mûsa ji gel re got: “We sûcek mezin kir. Niha ezê herim hizûra Xudan, ji bo gunehên we navbeynkarî û kefaretê bikim.”

31 Mûsa çû hizûra Xudan û jê re got: “Heyf! Vî gelî gunehekî mezin kir. Wan ji xwe re pûtekî zêrîn çêkir.

32 Lava dikim gunehê wan bibexişîne yan na navê min ji wê nivîsa ku te nivîsiye, derxe.”

33 Xudan ji Mûsa re got: “Her kî ku li dijî min guneh kiribe, ezê navê wî ji nivîsa xwe derxim.

34 Rabe here gel bibe cihê min ji te re got. Wê milyaketê min jî bide pêşiya te. Roja cezakirinê, ezê wan ji ber gunehên wan ceza bikim.”

35 Xudan gel ceza kir, çimkî wan bi Harûn golik dabû çêkirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan