Derketin 31 - Kurmanji ÎncîlBesalêl û Oholîav ( Derketin 35:30-35 ) 1 Xudan ji Mûsa re got: 2 “Binêre, min bi navê wî gazî Besalêlê kurê Ûrîyê kurê Hûrê ku ji eşîra Cihûda ye kir. 3 Min ew bi ruhê xwe, bi şehrezayî, fêmdarî, zanîn û bi her cure hostetiyê tije kir 4 ku ew li karên bi hosteyî bifikire, şikil bide zêr, zîv û tûncê 5 û di karên birîn û pêvekirina keviran, necarî û her cure hostiyê de bixebite. 6 Herwiha min Oholîavê kurê Ahîsamakê ku ji eşîra Dan e da kêleka wî. Ji bo karên ku min li te emir kirine pêk bînin, min şehrezayî da hemû kesên jêhatî. 7 Ji bo ku ew Konê Hevdîtinê, Sindoqa Şahidiyê, derxûnê li ser wê, hemû taximên kon, 8 mase û taximên wê, şamdanka zêrê xas û hemû taximên wê, gorîgeha bixûrê, 9 gorîgeha qurbana şewitandinê û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingê wê, 10 kincên tenik honandî, kincên pîroz ê Harûnê Kahin û kincên kurên wî, 11 rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş a ji bo Cihê Pîroz, bi awayê ku min li te emir kiriye, çêkin.” Roja Septê 12 Xudan ji Mûsa re got: 13 “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Hûnê rojên min ên Septê bi rastî jî bigirin, çimkî ew nîşanek wisa ye ku wê di navbera min û we de di nav nifşên we de bajo. Bi vî awayî hûnê bizanibin Xudanê ku we pîroz dike ez im. 14 “‘Ji ber vê yekê hûnê Septê bigirin, çimkî ew ji bo we pîroz e. Kesê ku wê mirdar bike divê esse bê kuştin. Wê rojê kî bixebite, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. 15 Wê şeş rojan kar bê kirin, lê roja heftan roja bêhnvedanê Sept e. Ev roj ji Xudan re pîroz e. Her kî ku Roja Septê bixebite divê esse bê kuştin. 16 Loma divê gelê Îsraêl Septê bigire. Divê ew wekî peymaneke herheyî di nav nifşên xwe de Roja Septê pîroz bikin. 17 Ew di navbera min û gelê Îsraêl de nîşanek herheyî ye. Çimkî Xudan erd û ezman di şeş rojan de çêkir û di roja heftan de xwe rihet kir, bêhna xwe veda.’” 18 Gava Xwedê li Çiyayê Sînayê gotinên xwe bi Mûsa re xilas kirin, wî du lewheyên kevirîn ên şahidiyê ku Xwedê bi tiliya xwe li ser wan nivîsîbûn dan wî. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey