Derketin 30 - Kurmanji ÎncîlGorîgeha Bixûrê ( Derketin 37:25-28 ) 1 “Tê ji bo şewitandina bixûrê gorîgehek çêkî. Tê wê ji dara aqasyayê 2 û çargoşe çêkî. Dirêjahî û berfirehiya wê gazek, bilindahiya wê jî du gaz be. Qiloçên wê ji wê bin. 3 Tê ser wê, her aliyê wê û qiloçên wê bi zêrê xas kiras bikî. Tê ji bo dora wê toqeke zêrîn çêkî. 4 Tê li herdu kêlekên wê, li bin toqa wê du xelekên zêrîn çêkî. Wê ji bo derbaskirina destiyên hilgirtina gorîgehê bin. 5 Tê van destiyan ji dara aqasyayê çêkî û bi zêr kiras bikî. 6 Tê gorîgehê deynî pêş perdeya ku li kêleka Sindoqa Şahidiyê ye, pêş derxûn, wê dera ku ezê lê te bibînim. 7 “Wê Harûn li ser gorîgehê bixûra bêhnxweş pêxe. Her sibe gava li qendîlan binêre, wê pê bixe. 8 Ber êvarê jî gava qendîlan amade bike, wê dîsa bixûrê pê bixe. Bi vî awayî wê di nav nifşên we de, li hizûra Xudan her û her bixûr were pêxistin. 9 Hûnê li ser gorîgehê bixûreke din, qurbana şewitandinê yan pêşkêşiya dexlê pêşkêş nekin û pêşkêşiya rijandinê nerijînin. 10 Wê Harûn salê carekê paqijî û kefareta qiloçên gorîgehê bike. Wê Harûn û ziriyeta wî, di nav nifşên we de salê carekê, bi xwîna pêşkêşiya paqijiyê ku hatiye pêşkêşkirin, gorîgehê paqij bikin. Ev ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e.” Nîv şekelê ji bo Pîrozgehê 11 Xudan ji Mûsa re got: 12 “Gava te hejmara gelê Îsraêl hejmart, wê herkes ji bo canê xwe berdêlê bide Xudan ku gava hejmartinê bela neyê serê wan. 13 Her kesê ku hatiye hejmartin, wê wekî pêşkêşî, li gorî nîv şekelê Pîrozgehê bide min –şekelê Pîrozgehê bîst gera ye. 14 Her kesê bijartî yê ku bîst salî û mezintir e, wê pêşkêşî bide min. 15 Gava we wekî kefareta canê xwe ev pêşkêşî da Xudan, wê dewlemend ji şekelekî zêdetir, belengaz ji şekelekî kêmtir nede. 16 Tê ji gelê Îsraêl pereyê kefaretê bidî hev û di xizmeta Konê Hevdîtinê de bixebitînî. Wê ev wekî kefareta canê we, gelê Îsraêl li ber Xudan bi bîr bîne.” Teşta Xweşûştinê ( Derketin 38:8 ) 17 Xudan ji Mûsa re got: 18 “Ji bo xweşûştinê teşteke tûncîn çêke, bila lingên wê jî, ji tûnc bin. Tê wê deynî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û bi avê dagirî. 19 Wê Harûn û kurên wî dest û lingên xwe li wê derê bişon. 20 Çaxê ew ketin Konê Hevdîtinê yan jî gava pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan dikin û ji bo perizînê nêzîkî gorîgehê dibin, ji bo ku nemirin divê xwe bi avê bişon. 21 Ji bo ku nemirin, wê dest û lingên xwe bişon. Wê ev yek ji bo Harûn û ziriyeta wî, di nav nifşên wan de qanûneke herheyî be.” Rûnê kifşkirinê 22 Xudan ji Mûsa re got: 23 “Tu van biharatên hêja bistîne: 500 şekel rûnê mûr, nîvê wê, yanê 250 şekel darçîna bêhnxweş û ewqas jî qamîşê bêhnxweş, 24 li gorî şekelê Pîrozgehê 500 şekel xiyarşembe û hînek zeytê bikire. 25 Tê bi hosteyî ji van rûnê pîroz ê bêhnxweş çêkî. Wê bibe rûnê pîroz. 26 Tê bi vî rûnî Konê Hevdîtinê, Sindoqa Şahidiyê, 27 mase û hemû taximên wê, şamdank û taximên wê, gorîgeha bixûrê, 28 gorîgeha qurbana şewitandinê û taximên wê, teşta wê tevî lingên wê rûn bikî. 29 Tê wan pîroz bikî ku wê bi zêdebarî pîroz bibin. Her tiştê ku bi wan bibe, wê pîroz bibe. 30 “Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin, tê Harûn û kurên wî rûn bikî û wan pîroz bikî. 31 Tê ji gelê Îsraêl re bibêjî: ‘Wê ev rûnê kifşkirinê yê pîroz, di nav nifşên we de tenê ji bo min bê xebitandin. 32 Wê bi ser bedena mirov de neyê rijandin. Tê bi awayê hatiye çêkirin, ji wê tu rûn çênekî. Ew pîroz e û wê ji bo we pîroz be. 33 Kesê ku rûnekî wekî wê çêke û bi ser yekî ku ne kahin e de birijîne, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.’” Bixûr 34 Xudan ji Mûsa re got: “Tu ji bo xwe biharatên bêhnxweş –guniya reş, onîka, kasnî û guniya xas– hilde. Wê pîvana hemûyan yek be. 35 Tê bi hosteyî ji vana bixûrek bêhnxweş çêkî. Wê bi xwê be xas û pîroz be. 36 Tê hinekî ji wê biperçiqînî û bikî hûr û hela, li Konê Hevdîtinê, deyne pêş Sindoqa Şahidiyê, dera ku ezê te bibînim. Wê ev ji bo we bi zêdebarî pîroz be. 37 Wekî wê bixûra ku te çêkiriye, tê ji bo xwe bixûrê çênekî. Li gorî te wê ev ji Xudan re pîroz be. 38 Kî ji bo bêhnkirinê bixûrek wisa çêke, wê ji nav gelê xwe bê avêtin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey