Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 29 - Kurmanji Încîl


Tayînkirina kahintiyê
( Lêwiyî 8:1-36 )

1 “Ji bo ku Harûn û kurên wî ji min re kahintiyê bikin, divê pîroz bin. Li ser vê yekê, tê van tiştan ji wan re bikî. Conegayek û du beranên bêqisûr hilde.

2 Tê ji arvanê genimê hûr nanê şikeva, kadeyê şikeva yê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û nanê sêlê yê şikeva ku zeyt li ser hatiye kirin çêkî.

3 Wan bixe hundirê selikekê û bi conega û herdu beranan re bîne.

4 Tê Harûn û kurên wî bînî ber deriyê Konê Hevdîtinê û wan bişoyî.

5 Tê kincan hilînî û mîntan, xiftanê êfodê, êfod û bersing li Harûn bikî. Tê şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê bidî.

6 Tê şaşikê bidî serê wî û taca pîroz deynî ser şaşikê.

7 Paşê tê rûnê kifşkirinê hilînî, bi serê wî de birijînî û wî rûn bikî.

8 “Tê kurên Harûn jî bînî û mîntanan li wan bikî.

9 Tê şûtikên li pişta wan girê bidî û kuman bidî serê wan. Wê kahintî bi qanûneke herheyî bibe ya wan û bi vî awayî tê Harûn û kurên wî tayîn bikî.

10 “Tê conegê bînî ber Konê Hevdîtinê. Wê Harûn û kurên wî destê xwe deynin ser serê conegê.

11 Tê conegayê li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê serjê bikî.

12 Tê xwîna conegê hildî û bi tiliya xwe li qiloçên gorîgehê bixî. Tê hemû xwîna mayî birijînî erdê gorîgehê.

13 Tê tevahiya bezê ûr û roviyan, perdeya kezebê, herdu gurçik û bezê ser wan li ser gorîgehê bişewitînî.

14 Tê goşt, eyar û rêxa conegê li derveyê artêşgehê bişewitînî. Ev pêşkêşiya paqijiyê ye.

15 “Tê beranekî bînî û wê Harûn û kurên xwe destê xwe deynin ser serê berên.

16 Tê berên serjê bikî û xwîna wî hildî û bi her aliyê gorîgehê ve bireşînî.

17 Tê berên perçe bikî, ûr û rovî û pepikên wî bişoyî û deynî ber serî û perçeyên din.

18 Piştre tê tevahiya berên li ser gorîgehê bişewitînî. Ev qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan e. Ev bêhna xweş û pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.

19 “Tê beranê din hildî. Wê Harûn û kurên wî destê xwe deynin ser serê berên.

20 Tê berên serjê bikî û hinekî xwîna wî li nermikên guhên rastê yên Harûn û kurên wî û li tiliyên mezin ên dest û lingên rastê yên wan bidî. Tê hemû xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve bireşînî.

21 Tê ji xwîna ser gorîgehê û rûnê kifşkirinê hilînî, bi ser Harûn, kincên wî, kurên wî û bi ser kincên wan ve bireşîne. Bi vî awayî wê Harûn, kurên wî û kincên wan pîroz bibin.

22 “Tê bezê berên, dûvê bibez yê wî, bezê ûr û roviyên wî, perdeya kezebê, herdu gurçik, bezê ser gurçikan û hêta rastê hilînî. Çimkî ev beranê tayînkirinê ye.

23 Tê ji selika nanê şikeva yê ku li hizûra Xudan e nanekî, kadeyê bi rûn û nanê sêlê hildî,

24 hemûyan bidî kulmên Harûn û kurên wî. Tê wan li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî.

25 Tê wan ji kulmên wan bistînî û li ser gorîgehê, ser qurbana şewitandina bêhna xweşa ku ya li hizûra Xudan e, bişewitînî. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.

26 “Tê singê beranê ku ji bo tayînkirina Harûn hatiye veqetandin hilînî. Tê li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî. Wê ew sing bibe para te.

27 Tê singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta wî ya pêşkêşkirinê yên beranê tayînkirina Harûn û kurên wî hat serjêkirin, pîroz bikî.

28 Wê ev tişt ji bo Harûn û kurên wî wekî qanûneke herheyî bên parvekirin. Wê ji qurbanên aştiyê bin. Ev pêşkêşiya gelê Îsraêl ya ji Xudan re ne.

29 “Wê kincên Harûn ên pîroz, piştî wî ji kurên wî re bimînin. Gava têne rûnkirin û tayînkirin wê van cilan li xwe bikin.

30 Kurê Harûnê ku wê di şûna wî de bibe kahin, gava dikeve Konê Hevdîtinê ku li Cihê Pîroz xizmetê bike wê heft rojan van kincan li xwe bike.

31 “Tê beranê tayînkirinê hilînî û goştê wî li dereke pîroz bikelînî.

32 Wê Harûn û kurên xwe goştê berên û nanê ku di selikê de ye, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bixwin.

33 Wê vê xwarina paqijî û kefaretê bixwin ku ji bo tayîn û pîrozkirina wan e. Wê kesên din nexwin, çimkî pîroz e.

34 Heke ji goştê ji bo tayînkirinê û ji nên bimîne sibê, tê yê mayî bişewitînî. Wê neyê xwarin, çimkî pîroz e.

35 “Tê her tiştê min ji bo Harûn û kurên wî li te emir kir bikî. Wê tayîna wan heft rojan bajo.

36 Ji bo paqijî û kefaretê, tê her roj wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî pêşkêş bikî. Ji bo paqijkirina gorîgehê tê pêşkêşiya paqijiyê bidî û ji bo pîrozkirina wê jî tê rûn bikî.

37 Tê heft rojan paqijî û kefareta gorîgehê bikî. Tê gorîgehê pîroz bikî û wê bi zêdebarî pîroz bibe. Her tiştê bi gorîgehê bibe, divê pîroz bibe.


Pêşkêşiyên Rojane
( Hejmartin 28:1-8 )

38 “Tiştên tê li ser gorîgehê pêşkêş bikî ev in. Tê her roj du berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikî.

39 Tê berxekî serê sibê, yê din jî ber êvarê pêşkêş bikî.

40 Tê bi berxê yekemîn re, ji dehyeka efaya arvanê hûr ê bi çarîkeke hîna rûnê xas ê zeyta perçiqandî hevîrkirî û wekî pêşkêşiya rijandinê, ji çaran yek hîn şerab pêşkêş bikî.

41 Tê berxê din ê ku ber êvarê pêşkêş bikî, tê wekî yê serê sibê, pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikî ku bêhna xweş bide. Wê pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e.

42 “Wê ev, di nav nifşên we de qurbana şewitandina hergavî be. Wê li ber deriyê Konê Hevdîtinê, li hizûra min ku em li wir hev bibînin û bi te re bipeyivim, bê pêşkêşkirin.

43 Ezê li wir bi gelê Îsraêl re hevdîtinê bikim. Wê bi rûmeta min pîroz bibe.

44 “Ezê Konê Hevdîtinê û gorîgehê pîroz bikim. Ezê Harûn û kurên wî jî pîroz bikim ku ji min re kahintiyê bikin.

45 Ezê di nav gelê Îsraêl de bi cih dibim û bibim Xwedayê wan.

46 Wê bizanin ku ez Xudan Xwedayê wan im û min ew ji welatê Misrê deranîn ku ez di nav wan de bi cih bim. Xudan Xwedayê wan ez im.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan