Derketin 27 - Kurmanji ÎncîlGorîgeha Qurbana Şewitandinê ( Derketin 38:1-7 ) 1 “Tê gorîgehê ji dara aqasyayê çargoşe çêkî. Wê dirêjî û berfirehiya wê pênc gaz, bilindahiya wê sê gaz be. 2 Tê li ser her çar kujên jorîn qiloçan çêkî. Wê qiloç pê ve yek perçe bin. Tê wê bi tûnc kiras bikî. 3 Ji bo gorîgehê, sîtilên xwelî avêtinê, bêr, tasik, sêgoyên goşt û tepsikan çêkî. Tê hemû taximên wê ji tûnc çêkî. 4 Tê ji bo wê seradekê tûncîn çêkî. Tê xeleka tûnc çêkî ku li her çar kujên wê be. 5 Tê wê deynî jêr, bin keviya gorîgehê. Wê ber bi jêr ve bigihîje nîvê gorîgehê. 6 Tê ji bo gorîgehê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û bi tûnc kiras bikî. 7 Wê destî li xelekan bên xistin ku gava gorîgeh bê hilgirtin, li herdu kêlekan bin. 8 Tê gorîgehê ji textikan çêkî ku hundirê wê vala be. Wê bi awayê ku li çiyê nîşanê te dan, bê çêkirin. Hewşa Konê Hevdîtinê ( Derketin 38:9-20 ) 9 “Tê hewşa meskên çêkî. Wê perdeyên hewşê yên li aliyê başûr, ji kitanê tenik honandî bin û dirêjahiya wan sed gaz be. 10 Wê bîst stûn û binikên wan ên perdeyan ji tûnc bin. Wê çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bin. 11 Herwiha ji bo aliyê bakur, wê perdeyên dirêjahiya sed gaz hebin. Wê bîst stûn û bîst binikên wan ji tûnc, çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bin. 12 “Wê li aliyê rojavayê hewşê perde hebin ku dirêjahiya wê pêncî gaz e. Wê deh stûn û deh binik jî hebin. 13 Wê berfirehiya aliyê hewşê yê ku li rojhilat dinêre pêncî gaz be. 14 Wê li aliyekî deriyê hewşê perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebin. 15 Wê li aliyê din jî perdeyeke panzdeh gaz, sê stûn û sê binik hebin. 16 “Ji bo deriyê hewşê, wê perdeyeke binexş ya dirêjahiya bîst gazî û ji kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî hatiye çêkirin hebe. Wê çar stûn û çar binikên wê hebin. 17 Hemû stûnên li dora hewşê wê bi çemberên zîv bên pêçan. Wê çengelên wan ji zîv, binikên wan ji tûnc bin. 18 Wê dirêjahiya hewşê sed gaz, berfirehiya wê ji her aliyî ve pêncî gaz û bilindahiya wê pênc gaz be. Wê perde ji kitanê tenik honandî bin, binik ji tûnc bin. 19 Wê hemû taximên ji bo hemû xizmetên meskên, tevî hemû singên meskên û hewşê wê ji tûnc bin. Ronahiya li hizûra Xudan ( Lêwiyî 24:1-3 ) 20 “Tê li gelê Îsraêl emir bikî, bila zeyta xas a ji zeytûnên karê destan ji te re bînin ku ronahiya qendîlê hergav pêxistî bimîne. 21 Wê Harûn û kurên xwe ji êvarê heta serê sibê, li hizûra Xudan qendîlê pêxistî bihêlin ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev ji bo hemû nifşên gelê Îsraêl, qanûneke herheyî be.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey