Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 24 - Kurmanji Încîl


Xwîna Peymanê

1 Xudan ji Mûsa re got: “Tu tevî Harûn, Nadav, Avîhû û heftê kesên ji rîspiyên gelê Îsraêl hilkişî ba min û hûnê ji dûr ve biperizin.

2 Divê Mûsa bi tenê nêzîkî min bibe, yên din nêzîk nebin. Gel pê re neyê.”

3 Mûsa hat û hemû gotin û rêbazên Xudan ji gel re gotin. Tevahiya gel bi dengekî bersiv da û got: “Hemû tiştên ku Xudan gotin, emê bikin.”

4 Mûsa hemû gotinên Xudan nivîsî. Ew serê sibê zû rabû û wî li qûntara çiyê gorîgehek çêkir. Wî li gorî duwanzdeh eşîrên Îsraêl, duwanzdeh kevirbel çikandin.

5 Piştre wî xortên gelê Îsraêl şandin ku qurbanên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin û wekî qurbanên aştiyê conegayan serjê bikin.

6 Mûsa nîvê xwînê hilda û kir tasan. Nîvê din jî bi ser gorîgehê ve reşand.

7 Piştre nivîsa peymanê hilda û ji gel re xwend. Paşê gel got: “Emê bi her gotina Xudan bikin û guhê xwe bidinê.”

8 Mûsa xwîna mayî hilda, bi ser gel de reşand û got: “Va ye, xwîna peymanê ku Xudan li gorî van hemû gotinan bi we re çêkir.”


Li serê çiyê bi Xwedê re

9 Piştre Mûsa, Harûn, Nadav, Avîhû û heftê rîspiyên gelê Îsraêl hilkişiyan çiyê.

10 Wan Xwedayê Îsraêl dît. Di bin lingên wî de tiştekî wekî kelpîçên ji lapîsan hebû. Bi paqijiya xwe, ew wekî ezmanan bû.

11 Xwedê destê xwe li pêşengên gelê Îsraêl ranekir. Wan Xwedê dît lê dîsa jî rabûn xwarin û vexwarin.

12 Xudan ji Mûsa re got: “Tu hilkişe çiyê, were ba min û li vir bimîne. Ezê lewheyên kevirîn ên ku min ji bo hînkirinê emir û şerîet li ser nivîsandine, bidim te.”

13 Mûsa û Yêşûyê xizmetkarê wî rabûn û Mûsa hilkişiya Çiyayê Xwedê.

14 Mûsa ji rîspiyan re got: “Heta ku em bi şûn de hatin, hûn li vir li benda me bin. Harûn û Hûr li ba we ne, meseleyek hebe herin ba wan.”

15 Mûsa hilkişiya ser çiyê. Ewr çiya nixamt.

16 Rûmeta Xudan li ser Çiyayê Sînayê bi cih bû. Ewr şeş rojan çiya nixamt. Roja heftan, Xudan ji nav ewr gazî Mûsa kir.

17 Rewnaqiya rûmeta Xudan li serê çiyê di çavê gelê Îsraêl de wekî agirekî xuya dikir ku dixwe û tune dike.

18 Mûsa ket nav ewr û hilkişiya çiyê. Ew çil şev û çil rojan li serê çiyê ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan