Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Derketin 23 - Kurmanji Încîl


Rê û rêbazên li ser edaletê

1 “Tê xebera derew negerînî. Tê bi şahidiya zordariyê ji yê xerab re nebî alîgir.

2 Tê ji bo xerabiyê nedî pey piraniyê. Tê di dozekê de ji bo neheqiyê jî nedî pey piraniyê.

3 Tê di dozeke de meyla kesê belengaz jî nekî.

4 “Gava tu rastî ga yan kerê winda yê dijminê xwe werî, divê tu wî lê vegerînî.

5 “Gava tu kerê kesê ji te nefret dike di bin bar de ketî bibînî û nexwazî rakî nabe. Divê tu jê re bibî alîkar û rakî.

6 “Di dozekê de heqê kesê hejar nede xwarin.

7 Tê ji derewan dûr bî û nebî sedema mirina kesê bêsûc û rast. Çimkî ezê kesê xerab mafdar derneyînim.

8 Tê bertîlê nestînî. Çimkî bertîl kesên dibînin kor dike û dozên kesên mafdar serobino dike.

9 “Tê xerîban nexî tengasiyê. Hûn bi dilê xerîban dizanin. Çimkî hûn jî li welatê Misrê xerîb bûn.


Rê û rêbazên Roja Septê û Sala Heftan

10 “Tê axê şeş salan biçînî û berê wê hilînî.

11 Lê tê di sala heftan de wê beyar bihêlî ku hejarên gelê te jê bixwin û ya ku ji ber wan dimîne heywanên çolê bixwin. Tê ji bo rez û bexçeyê zeytûnan jî wiha bikî.

12 “Tê şeş rojan karê xwe bikî lê roja heftan bêhna xwe vedî. Bi vî awayî wê ga û kerên we bêhna xwe vedin û kurên koleya te û xerîb xwe rihet bikin.

13 “Hay jê hebin, hûnê her gotina ez ji we re dibêjim pêk bînin. Hûnê navê îlahan bi bîr neyînin û navê wan ji devê xwe dernexin.


Sê cejnên salê
( Derketin 34:18-26 ; Dubarekirina Şerîetê 16:1-17 )

14 “Tê salê sê caran ji bo min bikî cejn.

15 Tê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çawa ku min li te emir kiriye, di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de heft rojan nanê şikeva bixwe. Çimkî tu di wê mehê de ji Misrê derketî. “Bila tu kes destvala neyê pêşberî min.

16 “Tê bi berê pêşî yê ku li zeviyê çandin, Cejna Dirûnê pîroz bikî. Di dawiya salê de, gava tu berê xwe berhev dikî, tê Cejna Berhilanînê pîroz bikî.

17 Wê hemû mêrên te, salê sê caran herin hizûra Reb Xudan.

18 “Tê xwîna qurbana min bi nanê bihevîrtirş serjê nekî. Wê bezê qurbankirina cejna min jî nemîne serê sibê.

19 “Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.


Milyaketê Xudan rê nîşan dide

20 “Va ye, ez li pêşiya te milyaketekî dişînim ku di rê de te biparêze û te bibe axa ku min amade kiriye.

21 Bila bala te li ser wî be û guhê xwe bide dengê wî. Tê li dijî wî dernekevî. Wê serhildana te nebexişîne, çimkî navê min li ser wî ye.

22 Lê heke tu bi rastî jî guh bidî dengê wî û her tiştê dibêje bikî, ezê ji dijminên te re bibim dijmin û ji neyarên te re bibim neyar.

23 “Çimkî wê milyaketê min li pêşiya te here û te bibe nav Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, Kenanî, Hîwî û Yevûsiyan. Ezê jî wan tune bikim.

24 Tê li pêş îlahên wan neçî ser çokan. Tê xulamiya wan nekî û karên wan nekî. Lê divê tu îlahên wan hilweşînî û kevirbelên wan perçe bikî.

25 Hûnê xulamiya Xwedayê xwe Xudan bikin. Ezê nan û ava te pîroz bikim û nexweşiyan ji nav te rakim.

26 Wê li welatê te jina kordunde û ya ku zarok ji ber diçe nemîne. Ezê jiyaneke dirêj bidim te.

27 Ezê tirs û sawa xwe li pêşiya te bişînin û her gelê ku tê li dijî wan herî, şaş bikim. Ezê bikim ku hemû dijminên te ji ber te birevin.

28 Ezê dehşetê li pêşiya we bişînim ku Hîwî, Kenanî û Hîtîtiyan biqewitîne.

29 Lê ji bo ku welat xera nebe û heywanên çolê li ser serê te zêde nebin, ezê di nav salekê de wan ji ber te neqewitînim.

30 Heta tu zêde bibî û welat mîras bistînî, ezê hêdî hêdî ji ber te biqewitînim.

31 “Ezê sînorên te ji Derya Sor heta Derya Filîstiyan, ji beriyê heta Feratê deynim. Ezê şêniyên welêt bidim destên we ku tê ji pêş xwe biqewitînî.

32 Tê bi wan û bi îlahên wan re tu peymanekê çênekî.

33 Wê li welatê te rûnenin. An na wê bikin ku tu li dijî min gunehan bikî. Çimkî heke tu xulamiya îlahên wan bikî, wê ji bo te bibe dafik.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan